Bilêvkirin

biguhêre
Zayenda mê ya binavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêçîr nêçîr
Îzafe nêçîra nêçîrên
Çemandî nêçîrê nêçîran
Nîşandera çemandî nêçîrê wan nêçîran
Bangkirin nêçîrê nêçîrino
Zayenda mê ya nebinavkirî
Rewş Yekjimar Pirjimar
Navkî nêçîrek nêçîrin
Îzafe nêçîreke nêçîrine
Çemandî nêçîrekê nêçîrinan
 
nêçîr

nêçîr

  1. rav, seyd, raw, kare, şikar,
    kuştina yan girtina heywanên kovî (bi taybetî bo xwarina goştê wan yan bikaranîna pûrt û postê wan)
    çûn nêçîrê
    nêçîr kirin
  2. heywanên kovî yên ku tên girtin yan kuştin
    Xezalek bû nêçîra segvanan.
  3. (mecazî) gerîna li tiştekê/î û zeftkirina yan peydakirina
    Ferhengvan nêçîra bêje û biwêjan dikin.

Ji wêjeya klasîk

biguhêre

Bi alfabeyên din

biguhêre

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha soranî نێچیر(nêçîr), kurdiya başûrî nyeçîr, hewramî neçîr, farisî نخچیر(nexçîr), farisiya navîn nexçîr, ji zimanên îranî. նախճիր (naxçir) ya ermenî ji zimanekê îranî hatiye wergirtin.

Binêre herwiha

biguhêre
Ev qismê Wergerê ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a li ser Wîkîferhenga îngilîzî pêk tê.