Xelîl Xeyalî
Xelîl Xeyalî | |
---|---|
Jidayikbûn | 1876 Mutkî |
Mirin | Enqere |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Berhemên navdar | |
| |
biguhêre |
Xelîl Xeyalî (jdb. 1876 - m. 1926) zanyar û nivîskarek kurd e ku di sala 1876an de li Modkayê ji dayik bûye, ji êla “Mûdan” e.
Li cem Seîdê Nûrsî (1876-1960) ders girtiye û gelek di bin bandora wî de maye. Di dawiya sedsala 19an de çûye Stembolê û li wê derê li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî xebat kiriye. Di sala 1908an de li Stembolê di damezirandina komeleyên bi navên “Kurd Teavun û Teraqî” û “Kurd Neşrê Mearif” de cih girtiye. Ji bo perwerdekirina zarokên Kurdan bi zimanê Kurdî di sala 1910an de ji aliyê komeleya “Kurd Neşrê Mearif” ve li Çemberlîtaşê yekemîn dibistana Kurdî bi navê “Kurd Nimûne İbtidaîsi-Meşrutiyet” hatiye veki- rin. Xelîl Xeyalî di vekirina vê dibistanê de rolek mezin lîstiye. Di vê dibistanê de li gor elfabeya wî ya ku em ê jê behs bikin, perwerdeyî bi zimanê kurdî hatiye kirin. Di sala 1912an de li Stembolê ji aliyê hinek xwendevanên kurd ve komeleya “Hêvî” hatiye damezirandin û heta Şerê Cîhanê yê Yekem dewam kiriye. Xelîl Xeyalî di damezirandina vê komeleyê de jî roleke girîng lîstiye. Armanca herî girîng ya vê komeleyê ji bo hêsankirina xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî amadekirina elfabeyeke kurdî bû. Xelîl Xeyalî di kovara bi navê “Rojî Kurd” de, ku organa weşanê ya vê komeleyê bû, li ser xwendin û nivîsandina bi zimanê kurdî û standardkirina elfabeyek ku ji bo temamê zaravayên kurdî bi kar bê, çend gotar nivîsandine. Bo nimûne di hejmara sisêyan de di gotara xwe ya bi sernavê “Ziman” de pirsek wiha kiriye: “kurd îro muhtacê çi ne? Em ewan bêjin”. Paşê jî tiştên ku îhtiyaciya kurdan bi wan heye di 10 madeyan de rêz kiriye. di sala 1909an de li Stembolê yekemîn elfabeya kurdî ya bi tîpên erebî çêkiriye û navê wê daniye “Elifbayê Kurmancî”. Seîdê Nûrsî (Kurdî) derbarê wî û elfabeya wî de wiha dibêje: “Ez mînakek neteweperwerî ji we re pêşkêş dikim ku ew jî Xelîl Xeyaliyê Motkî ye. Mîna her beşek miletperweriyê di beşa ziman de jî xelata pêşbaziyê a wî ye. Wî elfabe û serf û nehv (rêziman) a ku bingehê zimanê me ye çêkiriye. Vî zatê han nimûneyek miletperweriyê nîşan daye û ji bo zimanê me yê ku mihtacê temamkirinê ye bingehek daniye. Ez ji ehlê hemiyetê (ji miletperweran) re tewsiye dikim ku li pey rêça wî herin û zimanê me li ser wê bingehê ava bikin”. Çawa ku ji gotinên Seîdê Nûrsî tê fêmkirin wekî niha di wê demê de jî rewşenbîrên kurdan ji bo standartkirina zimanê kurdî li ser elfabeyek standard nîqaş kirine. Di nîqaşên di vî warî de Se‘îdê Nûrsî xwestiye ku elfabeya Xelîl Xeyalî wekî bingeh bê qebûlkirin. Di rûpela dawîn a vê alfabeyê de di bin serenavê “Rica “de wiha hatiye nivîsandin: “Behayê vê (elfabeyê) ji bo tebikirina (çapkirina) kutubê (pirtûkê) kurmacan e. Li pey vê, qiraet (xwendin) û serf (morfoloji=peyvsazî) û nehv (rêziman)a zimanê kurmancî jî dê tebi bibe (were çapkirin). Feqet em muhtacê arîkirinê ne. Bê arîkirin tiştik nabe. Hêviya me xeyret û cuwamêriya kurmacan e. Meqseda me ji zarokê kurmacan ra nîşandana rêya ‘ilm û hunerê ye”.