Baba Tahirê Uryan
Baba Tahirê Uryan | |
---|---|
Navê rastî | باباطاهر |
Jidayikbûn | 935 an 1000 |
Mirin | 1010 an 1055 Hemedan |
Esil | Lur |
Pîşe | Fîlozof û Helbestvan |
Bandorbar | Bayezîdê Bestamî, Firdewsî, Camî, Mensûr Xelac |
Bandorker | Omer Xeyam, Mewlana Celaledînê Rûmî, Yunus Emre |
biguhêre |
Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan (jdb. 935 Hemedan - m.1010 Hemedan), helbestvan û fîlozofê kurd ê lekî[1][2] yê sedsala 11an e.[3] Roja jidayikbûn û mira wî bi temamî ne kifş e, di çavkaniyan de gelek ji hev cuda dîrok nişan didin.
Nasnavê wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nasnavê wî Baba Tahirê Uryan bû yê ku tê wateya Baba Tahirê Ta'zî yê ku cilan li xwe nake yan jî cilên wî xweşik laşê wî nastrîne . Ev nasnav nîşan û pajoya derwêşbûna wî ye.[çavkanî hewce ye] Hundek dibêjin wateya "Uryan =Xwas" lê ev ne raste. Ji ber ku di zimanê erebî de wateya "Uryan =taziye" kesê bê cil yan kesên ku cilên wî laşê wî ne bi awayekî geştî disitirîne. Û xwas wateya wê bi erebî "Hafî, hefyan" yê ku bê pêlav û nig tazî.
Jiyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gelek agahdariyên li ser jiyana Baba Tahir negihiştine destê me û em bi ronakî nizanin ku bajarê ku wî di tê de ji dayik bûye kîjane (ango Baba Tahir gelê kîj bajarê Kurdistanê bû). Guman dibe girtûperê (derdorê) 1100 salan berê niha hatbûye cîhan.
Baba Tahir bi salan li Hemedanê de dijî û mala wî ya herî dawî, ango gorgeha wî, di meydanek (bi navê Meydana Baba Tahir) de li bakûrê bajarê Hemedan e.
Helbestvanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Helbest û honraweyên Baba Tahir bêtir çarîn in û wek stiranan dihatin bikaranîn. Îro rojhilatnas van helbestan girêdidin pehlewiyan. Bedaxewe heta îroj helbestên wî yên bi kurdî wek helbestên bi farisî, lûrî yan têkilek ji farisî, lûrî û kurdî hatine naskirin. Belam bi rastî ev ne rast e çimku heta niha gelek helbestvan û hozanên kurd, azerî, gîlek, mazenî û hwd., bûne ku bi zimanê fars helbestvanî kirine lêbelê heta niha yek helbestvanê Faris jî nebûye ku helbest û honraweyên xwe têkil kurdî bike yan hetan bi kurdî honrawe bibêje.
Heger em ji dîmeneke rasteqîn û resen binêrin em dikarin bi vê rasteqînê ve bigihêjin encamek ku Baba Tahirê Xwas tenê hozaneki kurd bû ku heger dixwast bi farisî honrawe bibêje, honraweyên xwe têkil kurdî dikir!
Hindek ji helbestên Baba Tahirê Uryan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xûdawenda! kê bûşim ba kê bûşim?
|
Helbestên tevkurdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mamoste Rehmet Mucteba Mînewî li muzeya Qonyeyê de hindek parçe honrawe û çarîne bi zimanekî kevnar peyda kiriye ku yên Baba Tahir in. Ev helbestan bi giştî bi zaravayekî kurdî yê kevnar in ku îroj êdî nemaye.[çavkanî hewce ye] Lê vî zarava bi rastî pirdek e li nav ziman û zaravayên kurdî û em dikarin bêjin ku hewramî, soranî û kirmanckî girê didine yek. Parçeyek ji wan helbestan:
Zaricem dî werayî mûrc edxwerd
|
Rûbaiya Baba Tahirê Uryan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Du keziyên te li ber ruwê te ne,
Gul û simbil li cem te bi hev re ne;
Dema tu keziyên xwe belav dikî,
Bi hemû mûyên wan dil bi dar de ne.
Tu ku qamnazenîn û dilruba yî,
Tu ku bêyî kilê çav bi kila yî;
Tu ku xwedyê du keziyên siya yî
Çer dipirsî ku çima awara yî.
Eger derdê min yek bûya çi dibû;
Ger xema min hindik bûya çi dibû;
Li kêleka min hebîb yan tebîbek,
Ji herduyan yek hebûya çi dibû.
Evîndar ew e ku herdem bi bela be;
Mîna Eyûb bi kurman mubtela be;
Weku Hesen binoşe tasa jehrê
Mîna Huseyn şehîdê Kerbela be.
Min bikujî b’zorê, tê j’kê bitirsî;
Biqewrînî b’xorê, tê j’kê bitirsî;
Ez bi vî nîvdilî j’kesî natirsim,
Ey dilê du alem, tê j’kê bitirsî.
Helsengandina zimanê çarîneyên Baba Tahir ligel kurdî, lûrî û farisî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wûşeyê Baba Tahir[çavkanî hewce ye] | Kurdiya başûr (kelhûrî, gerrûsî, lekî, soranî) | Kurdiya bakûr (kurmancî) | Lûrî | Farisî |
---|---|---|---|---|
ez, mû | min, mi | ez | mo , mi | men |
te | to, tû, tûwe | te | to | to |
eşmerdin | eşmardin, jimardin | ejmartin | eşmardin | şêmorden |
bûşim | bûşim | bêjim | boim | bêgûyem |
dîr- | dîr-, he-, hes- | he- | dar- | dar- |
dost dîrî | dost dîrî | hez dike | dust dare | dust dared |
verîj- | rij-, riş- | verij- | rêz- | rîz- |
vîn- | wîn-, bîn- | bîn- | bîn- | bîn- |
sîye | sîye, reş | reş | sê | sîyah |
rûj | rûj, roj | roj | rûz | rûz |
bîn | bîn | bûn | bîyin | bûden |
zûn- | zan- | zan- | dûn- | dan- |
bûwe | bûwe, bîye | bûye | bîye | bûde |
ed- | e(d)-, di- | di- | (mê-) | mî- |
mûran edxwerd | mûran exwerd | mûran dixward | mirûciya eherdin | mûrçêha mîxordend |
Xweda | Xweda, Xwa | Xwedê | Xoda | Xoda |
dall | dall | şahîn | dal | oqab, şahîn |
vaxwerd | hellxwerd | vexward | herd | aşamîd |
neçîrevan | neçîrewan/-van | nêçîrvan | neçîrvan | şêkarçî |
ej, ce | ej, je, le, de | ji, je | di , zi | ez |
wed | wa, weha | we, wesa | çino | angûnê |
bişe | biço | biçe | rro | boro |
Helsengandin ligel hewramî, kirmanckî, lûrî û farisî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wûşeyê Baba Tahir[çavkanî hewce ye] | Hewramî | Kirmanckî | Lûrî | Farisî |
---|---|---|---|---|
ez, mû | min, ez (kevnar) | mi (min), ez | mo , mi | men |
te | tu | to, ti, te | to | to |
eşmerdin | eşmerdey | hûmar | eşmardin | şêmorden |
zaric | jereç | zaranc | kok | kebk |
werayî | werayî | (çîyê) werdişî | herdinî | xorak |
ce | ce | ci | di , zi | ez |
verîj- | rîj- | riş- | rîz- | rîz- |
vîn- | wîn-, vîn- | vîn- | bîn- | bîn- |
bişe | lû | şo | rro | boro |
îne-ş bikûşt | ey ney kişt | îne-ş kûşt | î kûşt-êş | în ra koşt-eş |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ http://helbestenkurdi-piran.blogspot.fr/2012/04/baba-tahire-uryan.html?m=1
- ^ Hamzehʼee, M. Reza. The Yaresan: a sociological, historical and religio-historical study of a Kurdish community, 1990.
- ^ http://www.farsinet.com/hamadan/babatahir.html
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bavê Tahirê Uryanî Girêdana arşîvê 2011-10-16 li ser Wayback Machine