Rewandiz
Rewandiz | |
---|---|
Rewandiz li ser nexşeyê | |
Koordînat: 36°36′43″Bk 44°31′29″Rh / 36.61194°Bk 44.52472°Rh | |
Welat | Başûrê Kurdistanê |
Dewlet | Iraq |
Li beşa îdarî | |
Bilindahî | 658 m (2159 ft) |
Dem | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Rewandiz, navçeyeke Herêma Kurdistanê ye û yek ji navçeyên parêzgeha Hewlêrê ye ku nêzîkî sînorên Rojhilata Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê ye û 10 kîlomêtre li rojhilata Şelala Bêxalê ye. Navçe 123 kîlomêtre dûrî Hewlêrê ye û bi zincîre çiyayên Zagrosê hatiye dorpêçkirin ku li başûr Çiyayê Korek, li bakur Çiyayê Hindren, li rojava Çiyayê Zozikê û li rojhilat Çiyayê Bradostê heye.
Etîmolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê Rewandiz ji navê eşîra kurdên rewandizî (rewadiya) ye ku Selahedînê Eyûbî ji vî eşîrê bû.[1]
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di serdema Împeratoriya Asûriya Nû de, ji sedsalên 10an heta sedsala 7an a berî zayînê, ev herêm li ser rêya bazirganiyê ya Nînewayê bû.
Navçe piştî şerê Çaldiranê di sala 1514an de ket bin desthilatdariya Mîrnişînên Bradostê û piştre heta sala 1836an ketiye bin desthilatdariya Mîrnişînên Soran.[2][3]
Di sala 1915an de di dema Şerê Cîhanê yê Yekem de navçe ji aliyê rûs û asuriyan û ermenî ve hate dagirkirin û Komkujiya Rewandizê.[4] Gelê navçeyê ji aliyê artêşa Rûs û çekdarên Asûrî yên hevalbend ve hatin qetilkirin ku piştî kozakên Nikolay Baratov bajar ji nû ve hate sitandin, tenê ji sedî 20ê nifûsa kurdan karibûn ji komkujiyan xilas bibin. Di sala 1922an heta dawiya salê ku ji navçeyê hatine derxistin bajar ji aliyê Tirkan ve hatibû dagirkirin.[5] Leşkerê îngilîz di 22ê nîsana 1923an de bajar bidestxistin. Jiber ku hêzên îngilîzî di wê baweriyê de bûn ku ger ew derkevin dê leşkerên tirk vegerin, îngîlîzan biryar da ku li cihê xwe bimînin û li benda hatina komîsyonek taybetî ji bo sererastkirina sînorê di navbera Tirkiye û Iraqê de bin.[6]
Di navbera salên 1928 û 1932an de îngilîzan rêyeke stratejîk ji Hewlêrê, ji Rewandizê, heta sînorê Îranê li nêzîkî Pîranşara îro ava kirin. Çêkirina rê ji hêla endezyarê Zelanda Nû A.M. Hamilton ve hatibû birêve kirin.[7]
Geştiyarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]A.M. Hamilton vedibêje ku Geliyê Rewandizê geliya herî xweş a Asyayê ye.[8]
Pank Tourist Resort ku di sala 2007an de hatiye vekirin, ew yekem havîngeh e li Iraqê û li Başûrê Kurdistanê hatiye vekirin. Di heman demê de otêlek pêncstêrk, xwaringeh, hewz, sauna, kortên tenîsê, qada danîna helîkopterê û qadên golf yên biçûk jî hene.[9] Çiyayê Korekê yek ji wan 10 cihên herî baş ên serdanê yên li Herêma Kurdistanê ye ku bi dirêjahiya 4 kîlomêtre xeta teleferîkê heye ku ji stasyona wê ya Bêxalê heta Çiyayê Korekê dirêj dibe. Havîngeh, havîngehek havînê ye ku dema ku tevahiya herêmê di bin germên bilind de gerim dibin, jîngehên sar peyda dike. Di zivistanan de, herêm vediguhere Navenda (kaşok) dadanê.[10]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Foundation, Encyclopaedia Iranica. "Welcome to Encyclopaedia Iranica". iranicaonline.org (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2022.
- ^ Nikitine, B.; Bosworth, C. E. (24 nîsan 2012). "Rawāndiz". Encyclopaedia of Islam, Second Edition (bi îngilîzî). Brill. doi:10.1163/1573-3912_islam_com_0914.
- ^ Dehqan, Mustafa; Genç, Vural (7 çiriya pêşîn 2019). "The Kurdish Emirate of Brādōst, 1510-1609". Oriente Moderno. 99 (3): 306–320. doi:10.1163/22138617-12340222. ISSN 2213-8617.
- ^ "zindamagazine.com/html/archives/1999/znda1116.html".
- ^ "First World War". www.nationalarchives.gov.uk. Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2022.
- ^ "The Kurdish Problem and the Mosul Boundary: 1918-1925 - Security Council - Global Policy Forum". nointervention.com. Roja gihiştinê 24 çiriya paşîn 2022.
- ^ Hamilton, A. M. (26 çiriya paşîn 2004). Road Through Kurdistan: Travels in Northern Iraq (bi îngilîzî). Bloomsbury USA. ISBN 978-1-85043-637-9.
- ^ Hamilton, A. M. (26 çiriya paşîn 2004). Road Through Kurdistan: Travels in Northern Iraq (bi îngilîzî). Bloomsbury USA. ISBN 978-1-85043-637-9.
- ^ "All the fun of the fair - it must be Iraq". the Guardian (bi îngilîzî). 16 hezîran 2007. Roja gihiştinê 25 çiriya paşîn 2022.
- ^ "thekorekmountain.com/the-resort".