Xarpêt (navçe)
Elezîz | |
---|---|
Bajar | |
Elâzığ | |
Koordînat: 38°40′28″Bk 39°13′25″Rh / 38.67444°Bk 39.22361°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Xarpêt (parêzgeh) |
Serbajar | Xarpêt |
Hejmara nahiyeyan | 7 nahiye |
Hejmara bajarokan | 7 bajarok |
Hejmara gundan | 133 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 2.211 km2 (854 sq mi) |
Bilindahî | 1.065 m (3494 ft) |
Nifûs (2008) | 375.534[1] |
• Berbelavî | 169,8/km2 (440/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 312.534 |
Koda postayê | 23xxx |
Koda telefonê | (+90) 424 |
biguhêre |
Elezîz, Mezra yan jî Xarpêt (bi tirkî, Elazığ) bajarekî Bakurê Kurdistan ye ku navenda îdarî ya Parêzgeha Xarpêtê ye. Bajêr li bajarê Xarpêtê ya berê û derdorê bajarê kevn û li geliyê Firatê ya jorîn hatiye avakirin. Deşta ku bajar lê dirêj dibe 1.067 mêtre ji asta deryayê bilind e. Li gorî daneyên sala 2022an nifûsa bajêr 387.072 kes hatiye diyarkirin. Deşta ku bajêr li ser hatiye avakirin dişibe nîvgiraveke ku derdora bajêr bi Gola Xezerê ya xwezayî û avên Bendava Kebanê, Bendava Qereqeyayê û ji aliyê Bendava Keça Qirêl ve hatiye dorpêçkirin.
Elezîz li quncikê bakurê rojavayê geliyeke ku bi dirêjahiya 30 kîlomêtre dirêj e hatiye avakirin. Bajêr li herêma çiyayî ya Bakurê Kurdistanê ye ku bajarên wekî Dersim, Meletî û Çewlîg tê de cih digire. Di heman demê de ev herêm wekî Beşa Firata Jorîn jî tê zanin.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mezre
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajêr berê taxeke bajarê keleha kevnar a Xarpêtê ya bi navê Mezreyê bû. Toponîma Mezre ji kurtenivîsa gundeyên axayan/xwediyan yan jî ji [navê malbatê] navê gundik derketiye holê.
Xarpêt
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê Xarpêtê ji bajarê kevn ê di çavkaniyên ûrartûyiyan de wekî Karberd (Kela Kevir) û di çavkaniyên yên bîzansiyan de jî wek Xarpet hatiye nivîsandin.
Elezîz
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê Elezîzê bi damezrandina wîlayeta Mamuret-ul-Aziz navê Mamuret-ul-Aziz wekî alternatîvê navekî ji bo bajêr hatiye bikar anîn.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajarê Mezreyê li ser deşta bi bereket a li binê girê ku kele û bajarê kevn ê Xarpêtê hatiye avakirin. Bajarê Mezreyê bi qasî 5 kîlomêtreyan li başûrê rojavayê Xarpêtê bû. Gelên kevnar ê hûrî ku li vê herêmê li dor 2000 salê b.z. jiyan kirine niştecihên herî kevn ên herêmê ne. Xarpêt û derdora bajêr di dîrokê de herî zêde de beşek ji Padîşahiya Ûrartûyî bûn û dibe ku ûrartûyan yekem kes bin ku li vir keleh ava kirine. Dîroknas Hakob Manandian bawer kiriye ku ev keleh, keleha sereke ya konfederasyona Hayasa-Azzi ya berê bû.
Serdema Medan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajêr di destpêka sedsala 6ê b.z. de ji destê desthilatiya ûrartûyan derbasê destê desthilatiya Împeratoriya Medan dibe.[2] Tê texmînkirin ku bajêr bi bajarên din ên Bakurê Kurdistanê re ji sala 600ê salê berê zayînê heya sala 550yê b.z. din bin desthilatdariya medan de maye.
Serdema nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajêr di sala 1925an de li dijî nenas kirina ziman û hebûna kurdan ku ji aliyê dewleta tirk ve pêk dihat ji aliyê serhildêrên kurd Şêx Seîdê Pîranê ve hatiye desteserkirin.[3] Xarpêt di dema Komkujiya Dersimê de ku komkujiyeke ku ji aliyê dewleta tirk ve li dijî kurdan pêk hatiye, ji aliyê artêşa tirk ve wekî baregeheke pêkanîna komkujiyê hatiye bikaranîn.
Bi mezin bûna bajêr re bajarê dîrokî Xarpêt di salên 1930 û 1940an de bi giranî wêraneyeke vala bû.[4][5] Di sala 1950an de hewlên ji bo nûvekirina bajarê kevin ya Xarpêtê hatiye destpêkirin ku hinek berhemên dîrokî hatine restorekirin, avahiya şaredariyê ya nû hatiye çêkirin û muzexaneyek hatiye vekirin.[6]
Di 24ê çileya sala 2020an de li gor saeta herêmê saet di 20.55an li bajêr erdhejêke bi mezinahiya 6,5 Mw pêk hatiye. Bi erdheja Xarpêtê re gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, bajarên wekî Amed, Dêrsim, Çewlîg, Êlih, Semsûr, Riha, Dîlok, Mêrdîn û Şirnex bi erdhejê re dihejin.[7][7][8] Navenda erdhejê navçeya Xûx a bi ser parêzgeha Xarpêtê bû ku erdhej nêzîkê 22 çirkeyan berdem kiriye.[8] Yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ku ji ber vê erdhejê bi bandor bûye bajarê Meletiyê ye.
Xarpêt yek ji bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku di sala 2023an de ji ber Erdheja Gurgum û Dîlokê ku li Bakurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye diheje. Her çiqas li bajêr ziyanên giran çênabe jî bajêr di kategoriya yek ji bajarên ku di rewşa awarte de bû.
Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berî zayînê
- 900 - 600 dema Urartû
- 600 - 550 dema Medan
- 334 dema helanistiyan (yewnanîyan)
- 90 hukumdariya Tîgranê Mezin
- 66 dema împaratoriya Roma
- 53 dema Împeratoriya partan
Piştî zayînê
- 272 ema Sasanîyan
- 395 dema Bîzansiyan
- 644 dema Ereban
- 934 dema Bîzansiyan ya duyemîn
- 985 dema Merwaniyan
- 1115 dema Ertuqîyan
- 1174 dema Eyûbiyan
- 1260 dema Mîrektiya Paloyê
- 1450 dema Xanedana Zirkan
- 1845 dema Osmaniyan
- 1923 dema Tirkiye
- (1925-1925) dema Şêx Seîd
- (1937-1938) dema Seyîd Riza
- 1938 - Îro, Tirkiye
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar di nav paralelên 38° 17´ û 39° 11´ bakûr û merîdyenên 40° 21´ û 38° 30´ rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakur bi Dêrsimê ve, li rojava bi Meletiyê ve, li başûr bi Amedê ve û li rojhilat jî bi Çewlîgê ve tê girêdan.
Taybetiyên erda bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pîvana erda bajar 9.151 km² ye . Ji vî erdî % 57,2 wî çiyan, % 14,9 wî deştan, % 1,1 wî zozan û % 26,8 wî jî ji platoyan pêk tê. Erda herêmê ji bo çandina tene, kixsên şekir, pembo û fêkî pir musaîd e.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li herêmê avhewa reşayî hukim dike. Havînan germ û zuha, zivistan jî sar derbas dibe.
Çiyayên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çiyayê bilindtir yê herêmê çiyayê Sipî (Akdax) e (2.620 m). Çiyayê Hezar (2.347 m), Mastar (2.171 m) û Hesan (1.864 m) jî çiyayên bilind yên herêmê ne.
Deşt, zozan û gelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deşta Xarpût Bajarê Elezîzê li wê deştê hatiye avakirin. Mezinbûna deştê 36 km² ye.
Deşta Palo: Li navça Palo li ciyê ku Çemê Muradê diherêke gola Kebanê ye. Deştên Behramaz û Melekendê jî deştên din yê girîng in.
Geliya çemê Firatê û geliya çemê Muradê, geliyên girîng yê herêmê ne.
Çem û gol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çemê Murad, dirêjbûna wî 600 km ye. Çavkaniya çemê li çiyayê Aldaxê (Wan) ye. Çem şaxek çemê Firatê ye û diherêke gola Kebanê.
Ava Heringet û Ava pêrê jî, şaxên çemê Mýradê ne.
Çemê Firatê, çemê herî dirêj yê Kurdistanê ye ku di erda herêmê de jî diherêke.
Gola Hezarê (bi tirkî, Gölcik), dirêjbûn 15-16 km û firehbûna wê jî 5 km ye. Li bashûrê bajar e.
Gola bendava Kebanê, mezinbûna golê 687 km² ye. Bi ava çemê Murad, Firat û çemên dora Elezizê tije dibe.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Xarpêt xwedî avhewaya Deryaya Navîn (Avhewaya Köppen: Csa) yan jî xwedî avhewaya parzemînî (Dabeşkirina avhewa Trewartha: Dca) ye ku di mehên zivistanan de sar û bi berf e û di mehên havînan de germ û ziwa ye.
Germahiya herî bilind a tomarkirî bi pileya 42,4 °C ê di 20ê tîrmeha sala 2021ê de hatiye tomarkirin.
Germahiya herî kêm bi pileya -22,6 °C ê di 30yê kanûna sala 1951ê de û 20ê çileya sala 1972an de hatine tomarkirin.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Xarpêtê
Çavkanî: [1]
|
Sermijar û Navçeyên bajêr (2013)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navçe | Navê Din | Navê Fermî | Gelhe |
---|---|---|---|
Elezîz | Xarpêt | Elazığ | 412.220 |
Qowanciyan | Kovancılar | 39.790 | |
Qerekoçan | Dep | Karakoçan | 28.884 |
Palo | Palu | 20.035 | |
Mîrvan | Arıcak | 15.306 | |
Basqîl | Baskil | 14.466 | |
Maden | Maden | 12.460 | |
Xox | Gola Hezarê | Sivrice | 8.857 |
Keban | Tatos | Keban | 7.031 |
Guleman | Alacakaya | 6.885 | |
Axin | Ağın | 2.819 |
Tevahîya sermijar herêmê (tevlî gundan) 568.239 e.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serwetên bin erdê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sifir, pirît, hesin, manganez, volfram û flaurît li herêmê ji bin erdê dertên.
Babetên heywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji alî nêçira heywanan ne pir dewlemend e. lê li herêmê gur, kew, kewroşk, rûvî, beraz û çeqel yên pirtirin ku peyde dibin.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji alî tarix û tabîatê ve pir dewlemend e. Gola Hezarê û Kebanê ji bo gelê herêmê havînan ciyê avcaniyê vehêsanê ne. Germavên Murûdû û Perçen ji ji ali gel ve tên ziyaret kirin. Kela Xarpûtê, Dêra Meryem ana û Mizgeftên kevn yê bajar jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ol û civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nifûs ji muslumanan pêk tê. Li cem sûnniyan şêxîtî û li cem eleviyan jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Civak ji Kurd (zaza û kurmanc) û tirkan pêk tê.
Xwarênên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nan li herêmê di tendûrên bin erdê de tê çêkirin. Nan carna ji bo 2-3 mehan tê lêxistin û gava tê xwarin, şildibe, tê xwarin. Helîse, kutilkên dagirtî, babetên kiftan û Xanim kebab xwarinên herî pirin ku li herêmê tên xwarin.
Kincên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zilam, şalwarek şîn ku jê re dibêjin "şalwarê Xarpûtê" û îşligek sipî bi ser de li xwe dikin. Bi ser îşlik de jî êlegek milkin li xwe dikin. Kefiya piştê rengîn e. Qonderên ku jê re dibêjin " biboçik" li nigê xwe dikin. Li serê wan şewqe heye.
Jinên herêmê şalwarên gulgulî yan jî reş li xwe dikin. Bi ser şalwar de qazaxek ku jê re dibêjin "qeyme" li xwe dikin. Bi ser şalwar de jî etekek sê perçeyî li xwe dikin. Li serê jinan kofiyek û bi ser de jî şarpeyek gulguli yan jî reş tê girêdan.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2008
- ^ "Historic City of Xarpêt". whc.unesco.org. Roja gihiştinê 2 îlon 2024.
- ^ Wade, Stephen (20 nîsan 2017). "Texas Gladden". University of Illinois Press. doi:10.5406/illinois/9780252036880.003.0009.
- ^ Çaǧaptay, Soner (2006). Islam, secularism, and nationalism in modern Turkey: who is a Turk?. Routledge studies in Middle Eastern history. London ; New York: Routledge. ISBN 978-0-415-38458-2. OCLC 59879713.
- ^ Kasaba, Reşat (2008). The Cambridge history of Turkey. Cambridge (GB): Cambridge university press. ISBN 978-0-521-62096-3.
- ^ Sipahi, Oguz; Arda, Bilgin; Cilli, Feriha; Dikis, Demet; Bilgili, Nilay; Sipahi, Hilal; Ozinel, Mehmet; Ulusoy, Sercan (2015). "Universal Decolonization With Mupirocin Is Effective in Decreasement of Overall Hospital-Acquired Methicillin-Resistant Staphylococcus aureus Infection Rates". Open Forum Infectious Diseases. 2 (suppl_1). doi:10.1093/ofid/ofv131.169. ISSN 2328-8957.
- ^ a b "Powerful Quake Kills 14 People in Eastern Turkey | Voice of America - English". web.archive.org. 25 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna paşîn 2020. Roja gihiştinê 2 îlon 2024.
{{cite web}}
: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk) - ^ a b "earthquake.usgs". earthquake.usgs.gov. Roja gihiştinê 2 îlon 2024.
- ^ http://www.nufusu.com/il/elazig-nufusu