Mehmed Uzun
Mehmed Uzun | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1953an Sêwereg, Riha |
Mirin | 11ê çiriya pêşîn a 2007an (54 salî) Amed (Tirkiye) |
Pîşe | Romannivîs, helbestvan |
Zimanê nivîsinê | Kurdî û tirkî |
Netewe | Kurd |
Şêweyê wejêyî | Roman, helbest |
Berhemên navdar | |
| |
Malper | mehmeduzun.org |
biguhêre |
Mehmed Uzun (jdb. 1ê kanûna paşîn a 1953[1] li Sêwreg (Riha) – m. 11ê çiriya pêşîn a 2007 li Amed, Bakurê Kurdistanê), nivîskarekî kurd bû. Ew romannivîsê kurd ê herî girîng ê serdema nûjen û afirînerê wêjeya kurdî yê nûjen tê qebûlkirin.
Berevajî gelek nivîskarên kurd, wî di serdema ku zimanê kurdî hê qedexe bû, ne bi zimanê serdest lê bi zimanê xwe yê zikmakî dinivîsand. Bi taybetî bi xebatên xwe yên li ser pêşxistina zimanê kurdî, afirandina zimanekî wêjeyî û vejandina kevneşopiya vegotinê ya kurdî, Uzun di wêjeya kurdî ya nûjen de roleke pêşeng dilîze.[2][3][4]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mehmed Uzun li sala 1953ê li gundê Siwêreka ser bi Rihayê (Urfayê) hat dinyayê. Wî xwendina xwe li herêma Amedê qedand. Piştî derbeya leşkerî ya 12ê adarê 1971ê, gelek çepgir û muxalifên kurd hatin zîndanîkirin. Uzun di 3ê adara 1972ê de weke ciwanekî 18 salî ket girtîgehê. Wî li girtîgeha leşkerî ya Amedê bi girtiyên din ên wekî Musa Anter û Mehmed Emîn Bozarslan re hevdîtin kir. Di vê demê de giranî da xwendin û nivîsandina kurdî û bi kurdên ji hemû çînên civakî re ket têkiliyê. Di destpêkê de 8 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, lê ew di sala 1974ê de bi efûyê hat berdan.
Piştî efûyê, di kovara kurdî ya Rizgarî de dest bi kar kir. Ji ber ku Rizgarî rojnameyeke muxalîf bû, Uzun di sala 1976ê de dîsa hat girtin. Ji ber xebata wî ya nivîsîna bi zimanê dayikê çend caran ji aliyê desthelata tirkan ve hat zîndankirin. Her ji ber wan gefên li ser jiyana xwe, li havîna sala 1977ê ji Tirkiyê derket. Piştî neh mehan di zindanê de reviya Swêdê û li wir gelek kurdên sirgûnî yên bakur, rojava, rojhilat û başûr nas kir, di nav wan de Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Hişyar, Ruşen Bedirxan, Nûredîn Zaza û Îbrahîm Ehmed. Wî bêhtir giranî da ser xebatên xwe yên li ser çand û zimanê kurdî. Li Swêdê di rojnameya rojane Dagens Nyheter de nivîsên quncikê weşandin. Di sala 2005ê de vegeriya Tirkiyê û demeke kurt li Stembolê ma. Li dawiya wê salê (2005ê) ji aliyê wezareta rewşenbîriyê a hukmeta Herêma Kurdistanê ve li Hewlêra paytext hat xelatkirin. Piştî demekê ew vegeriya Swêdê. Wî nikarîbû projeya xwe ya dawîn a wêjeyî, romaneke dîrokî ya li ser wêjenasê alman-cihû Erich Auerbach ku jiyana sirgûnê li Stembolê derbas dikir, biqedîne.
Uzun di gulana 2006an de bi nexweşiya pençeşêrê ket. Li destpêkê, ew li nexweşxaneya zanîngeha Karolînskayê li Stokholma Swêdê hat nivandin û ji bo çareserê ber bi Amerîkayê jî hat şandin. Piştî tedawiya li Swêdê bi malbata xwe re koçî Amedê kir û li wir dihat derman kirin.
Mehmed Uzun di 11ê çiriya pêşîn a sala 2007 li dora saet 11.00an li Amedê ji ber nexweşiya xwe çû ser dilovaniya xwe.
Merasîma xatirxwestinê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mehmed Uzun di 13ê çiriya pêşînê 2007ê de li Amedê hat definkirin. Gelek kesên ji huner û siyaseta kurd û tirk beşdarî merasîma xatirxwestinê bûn, wek Sînan Çetîn (lîstikvan û çêkerê sînemayê yê tirk), Ferhat Tunç (stranbêjê elewî yê bi eslê xwe kurd), Ahmet Turk (DTP), Akin Birdal (DTP), Osman Baydemîr (DTP), Nurettin Demîrtaş (DTP), Selahattin Demirtaş (DTP), Orhan Miroğlu (siyasetmedarê tirk), Şerafettin Elçi (siyasetmedarê kurd-tirk) û Yaşar Kemal (nivîskarê herî serkeftî yê bi eslê xwe kurd di edebiyata tirkî ya nûjen de). Di merasîma xatirxwestinê de bi kurdî û tirkî axaftin hatin kirin û jinan jî li ser stranên Kurdî kilaman gotin.[5]
Damezrênerê wêjeya kurdî ya nûjen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Mehmed Uzun ku 28 salên jiyana xwe li sirgûnê li Swêdê derbas kir, heft roman û cildeke helbestan bi kurdî çap kirine û wek damezrînerê edebiyata kurdî ya nûjen tê dîtin.[6] Wî hertim nasnameya xwe ya kurdewarî diparast. Ew di heman demê de rexnegirê şîdeta Partiya Karkerên Kurdistanê bû.
Uzun bi tirkî û swêdî jî roman û gotar nivîsandine. Ew endamekî çeleng ê PENê û Yekîtiya Nivîskarên Swêdê ye. Wî di sala 2001ê de xelata Torgny Segerstedt wergirt. Heta roja îro, her sal çalakiyên çandî ji bo rûmeta wî têne lidarxistin.[7] Ji bilî vê yekê, çend pirtûkxane, komel û parkên fermî yên bajaran hene ku navê wî lê hatine dayîn, wek li Amed û Agriyê.[8][9][10]
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Heft roman û gelek ceribandin, lêkolîn û helbest nivîsîne û weşandine. Bi taybetî hêjayiya romana Siya evînê û Ronî mîna evînê tarî mîna mirinê gelek berçavtir e. Ji xwe ev herdû berhem bo zimanên biyanî jî hatine wergerandin.
Helbesteka wî ya dirêj bi navê Destana Egîdekî ji layê hunermend Ciwan Hacoyî ve hatiye strandin. Mehmet Uzun tenê bi kurdî nanivîse, gelek berhemên bi zimanên tirkî û swêdî jî nivîsîne.
Navên berhemên wî ev in:
- Tu, Dengê Komal (roman, 1984)
- Mirina kalekî rind, Orfeus (roman, 1987)
- Siya evînê, Orfeus, (roman, 1989)
- Rojek ji rojên Evdalê Zeynikê, Orfeus (roman, 1991)
- Destpêka edebiyata kurdî (pirtûk), Beybûne, Ankara (lêkolîn, 1992)
- Hêz û bedewiya pênûsê, Weşanên Nûdem, (pexşan, 1993)
- Antolojiya edebiyata kurdî, 2 cild, Tüm zamanlar yayıncılık, Istanbul (antolojî, 1995)
- Bîra qederê, Sara, Stockholm / Avesta, Istanbul (roman, 1995) [ISBN 975-7112-67-4]
- Världen i Sverige (tevî Madeleine Grive), En bok för alla, Stockholm (antolojiya helbestan, 1995) [ISBN 91-7448-830-9]
- Nar çiçekleri (Kulîlkên Hinarê), (pexşan, bi tirkî, 1996)
- Ziman û roman, Weşanên Nûjen (hevpeyvîn, 1996)
- Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê, Weşanên Avesta (roman, 1998) [ISBN 975-7112-38-0]
- Dengbêjlerim (Dengbêjên Mi), Pexşan, Tirkî, 1998
- Hawara Dîcleyê 1, Avesta, Istanbul (roman, 2001)
- I skuggan av en förlorad kärlek (werg. Ingmar Björkstén), Ordfront förlag, Stokholm (antolojî, 2001) [ISBN 91-7324-716-2]
- Zincirlenmiş zamanlar zincirlenmiş sözcükler (Demên zincirkirî peyvên zincirkirî), (pexşan, bi tirkî, 2002)
- Dengbêjlerim (Dengbêjên min), Pexşan, Tirkî, 1998
- Hawara Dîcleyê 2, Avesta, Istanbul (roman, 2003)
- Ruhun gökkuşağı (qozaqara tînê) (bi tirkî)
Bi inglîzî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mehmed Uzun, "Words Washed by the Waters of the Euphrates", International Journal of Kurdish Studies, Vol.14, No. 1&2,pp. 36–40, 2000.
- Mehmed Uzun, The Kurdish Renaissance in Exile, The Journal of the International Parliament of Writers, Vol. 1, Jan. 2001, pp. 67–78.
- Mehmed Uzun, The Nature of Fiction, Index on Censorship Journal Girêdana arşîvê 2007-03-11 li ser Wayback Machine, vol.4, 2001.
- Mehmed Uzun, Diyarbakir: the slap in the face, International Journal of Kurdish Studies, Jan. 2003.
Bi almanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Im Schatten der verlorenen Liebe, Roman
- Einführung in die kurdische Literatur, St. Gallen 1994
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ http://www.gundem-online.net/haber.asp?haberid=62397[girêdan daimî miriye]
- ^ "Radikal-çevrimiçi / Türkiye / Yaşar Kemal: Barış gelecek Mehmed rahat edecek". web.archive.org. 3 adar 2008. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Bir Edebiyat Dili Olarak Kürtçe ve Mehmed Uzun - Asım Öz". web.archive.org. 22 çiriya pêşîn 2018. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Her Ölümün Ardından Birkaç Söz ve Bir Anı | Agos". web.archive.org. 11 tebax 2018. Roja gihiştinê 23 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Mehmet Uzun hayatını kaybetti". www.hurriyet.com.tr (bi tirkî). 11 çiriya pêşîn 2007. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
- ^ https://www.ithakiyayingrubu.com. "Mehmed Uzun". İthaki Yayınları (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
{{cite web}}
: Di
de lînkeke derve heye (alîkarî)|paşnav=
- ^ "Mehmed Uzun li Amedê hat bibîranîn". Rudaw.net. Ji orîjînalê di 14 îlon 2024 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Pirtûkxaneya Mehmed Uzun vedibe". diyarname.com. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "DEM Partili Ağrı Belediyesi, 'Mehmed Uzun Parkı' açtı". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Dünya Çevre Günü'nde Mehmed Uzun Parkı'nın temeli atılacak". ANF News (bi tirkî). Roja gihiştinê 12 çiriya pêşîn 2024.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- MehmedUzun.com
- Deftera sersaxiyê ya Mehmed Uzun Girêdana arşîvê 2007-10-12 li ser Wayback Machine
- Jiyaneke fedayî wêje û zimanê kurdî: Mehmet Uzun, Azadiya Welat, Sal:2 Hejmar:395 Rûpel:7, 12 Kewçêr 2007, Amed[girêdan daimî miriye]
- Destana Egîdekî Girêdana arşîvê 2004-06-20 li ser Wayback Machine
- Kitêbên Mehmed Uzun li Amazon.comê
- Axaftina Mehmed Uzun ya li konferansa -Tirkiye li Aştiya Xwe Digere-
- Bi Mehmed Uzun re li welatê wî Diyarbekir- Gotara Oral Çalışlar-