Diyarbekir (parêzgeh)
Parêzgeha Amed Diyarbakır | |
Koda parêzgehê: 21 | |
Nexşeya navçeyan | |
Kargêrî | |
Welat | Kurdistan |
---|---|
Dûgel | Tirkiye |
Serbajar | Amed |
Demografî û erdnîgarî | |
Gelhe (2009) | 1.515.011 kes |
Rûerd | 15.354 km2 |
Berbelavî | 97,2 kes/km2 |
Binebeş | |
Hejmara navçeyan | 18 navçe |
Hejmara bajarokan | 32 bajarok |
Hejmara gundan | 841 gund |
Agahiyên din | |
Dem | UTC+2 |
Koda telefonê | (+90) 412 |
Amed (bi tirkî: Diyarbakır), parêzgeheke Bakurê Kurdistanê ye. Serbajarê parêzgehê Amed e.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê xwe ji êla Bekirî (diyarê bekirî) girtiye[çavkanî hewce ye]).
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Amedê ji bo bereket û çandin ji gelên din ve hatine dagir kirin û di vê rûpelê de ji dagirker û dagir kirina gelên din tê behs kirin. Heta niha gelek şaristanî hatine li ser vê axê serwer bûne. Li ser axa Amedê gelek şerên dijwar pêk hatine. Dema ku navê Amedê tê lêvkirin warê pêxemberên cihû, xiristiyan û misilman tê bîra mirovan.
Asîmîlasyon û tirkkirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bo karên asîmlasyonê û tirkkirina bakurê Kurdistanê[1], Amed di hezîrana 1927an de qanûna 1164 hat derxistin, ku destûr da avakirina Mufetîşên Giştî (Umumi Müffetişlik, UM).[2] Bi vî havî Amed di bin rewşa awarte de bi qanûna leşkerî dihat birêvebirin. Mufetîşên Giştî parêzgehên Sêrtê, Colemêrg, Wan, Mêrdîn, Bedlîs, Riha, Elezîz, Diyarbekir, Erzîrom, Qers, Erzîngan, Agirî, Xarpêt, Dêrsim û Bîngol di nav xwe de digirt. Di sala 1952an de di dema hikûmeta Partiya Demokrat de Mufetîşeyên Giştî hatin hilweşandin. Ketina parêzgehê heta sala 1965an ji biyaniyan re qedexe bû.
Navçe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Bismil (Bismil), gelhe 151.769, pîvana erdê 1.748 km² ye û navçe 60 km li başûrê rojhilatê bajarê Amedê ye: Bismil, Tepabarawa, Sînan (navend: Salata Jorîn)
- Çêrmûg (Çermik), gelhe 50.662, pîvana erdê 1.032 km² ye û li rojava yê bajarê Amedê ye e: Çêrmûg, Yogon (navend: Elos)
- Çinar (Çınar), gelhe 55.957, pîvana erdê 1.952 km² ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Çinar, Kîlvan
- Erxenî (Ergani), gelhe 87.182 e, 1.489 km² ye û li ser rêya Elezîzê û Diyarbekirê ye: Erxenî, Gûran (navend: Pîra Ehmed)
- Gêl, Êgil (Egil), gelhe 19.176 e: Gêl
- Hênê (Hani), gelhe 28.459, pîvana erdê 415 km ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Hênê
- Hezro (Hazro)
- Karaz (Kocaköy), gelhe 13.660 e: Karaz
- Pasûr an Qulb (Kulp), gelhe 29.694 e: Pasûr, Cixsê an Ciqs, Axçesêr (navend: Mehmedikan), Bahemdan (navend: Şêxhemze)
- Pîran (Dicle), gelhe 37.581, pîvana erdê 738 km² ye û navçe li bakûrê bajarê Amedê ye.: Pîran
- Licê (Lice), gelhe 18.696 e, pîvana erdê 1.083 km² ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Licê, Hezan
- Farqîn (Silvan), gelhe 117.528 e, pîvana erdê 1.379 km² ye û navçe li rojhilatê bajarê Amedê ye. Bajar ciyekî kevn e û Kela Zembîlfiroş li vir e: Farqîn an Silîva, Paşnîq, Malabadî
- Şankuş, Çinguş (Çüngüş), gelhe 14.589, pîvana erdê 489 km² ye û li başûrê bajarê Amedê ye: Çinguş
- Navçeyên Bajarê Mezin
Tevahiya gelhe herêmê 1.282.678 (1997) û 1.460.714 (2007)
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çiyayên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Qerejdax (1.919 m), Pîreceman (2.010 m), Mîhrap (2.100 m), Adem (2.100 m), Lîs (2.220 m), Suplis (2.280 m), Koz (2.283 m), Qirdîlek (2.350 m), Berbihîv (2.593 m), Andok (2.830 m)
Deştên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Gewran (Erxenî, 15.000 hektar), Qerexan (nêzî Qerejdax, 10.000 hektar), Deşta Diyarbekirê (40.000 hektar), Kîka (navbera Çinar û Bismilê, 25.000 hektar), Behremkî (Bismil, 18.000 hektar) û ber û berê çemê Dîcle ve jî pir deştên biçûk hene.
Çem û behr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çemê Dîcleyê, çemê herî mezin ê herêmê ye. Çemê Embarê, Batman (Qulp û Farqîn), Medya (Çêrmûg) û Kalxane (Erxenî) jî yên din yê herêmê ne. Li Diyarbekirê golên siruştî tune ne. Golên bendavan wek Devegeçîdî, Qereqeya, Qurtqeya, Ortavîran Goksu, Qralqîzî û Gozegol. Dîsa li Pasûrê, Çemê Sarumî, li Licê jî Çemê Şekiran hene.
Dewlemendiyên bin erdê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Hesin (asin), qirşûn, çînko, manganez, asbest, sifir, barît, fosfat, malzemên ji bo tuxla û kiremîdan, rijiya kevir û van salên dawiyê jî bi taybetî li hêla Farqîn û Bismilê damarên petrolê jî hatine dîtin, lê ev hîn nehatine bikaranîn.
Babetên ajalan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bilî heywanên kedî li herêmê, sewalên wek hirç, çeqel, rûvî, kevroşk û babetên teyran jî, qertel, legleg, qijak, kevok, bilbil, yên herî pir in ku karin li herêmê peyde bibin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
- "Köylerimizin adlari" (1928).
- Vital Cuinet (1891/2001). "La Turquie d'Asie".
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2000/2001). Kurdistan - Dabeşî Kargêrî Terrîtorî 1927-1997.
- Xefur, Ebdulla (Abdulla Ghafor) (2001). Kurdistan - Rûpêw û jimarey danîştuwan.
- Xabere Diyarbeker (Amede) Girêdana arşîvê 2010-02-08 li ser Wayback Machine
- ^ Üngör, U. U. (2009). "Young Turk social engineering : mass violence and the nation state in eastern Turkey, 1913-1950" (PDF). University of Amsterdam - UvA-DARE (Digital Academic Repository). Roja gihiştinê 20 gulan 2024.
- ^ Alkan, Mehmet Ö. (2019). "T.C. İSTANBUL ÜNİVERSİTESİ - SOSYAL BİLİMLER ENSTİTÜSÜ - İYASET BİLİMİ VE ULUSLARARASI İLİŞKİLER ANABİLİM DALI" (PDF). Istanbul.edu.tr. Roja gihiştinê 20 gulan 2024.