Ezirgan
Ezirgan | |
---|---|
Bajar | |
Erzincan | |
Koordînat: 39°44′48″Bk 39°29′27″Rh / 39.74667°Bk 39.49083°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Ezirgan |
Serbajar | Ezirgan |
Hejmara nahiyeyan | 3 nahiye |
Hejmara bajarokan | 15 bajarok |
Hejmara gundan | 64 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.622 km2 (626 sq mi) |
Bilindahî | 1.210 m (3970 ft) |
Nifûs (2009) | 137.569[1] |
• Berbelavî | 84,8/km2 (220/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 90.100 |
Koda telefonê | (+90) 446 |
biguhêre |
Ezirgan an Erzingan (bi tirki: Erzincan) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye û navenda Parêzgeha Ezirganê ye. Ezirgan yek ji bajarên herêma jorîn a Bakurê Kurdistanê ye. Li gorî daneyên sala 2023an nifûsa bajêr 243.399 kes e.[2]
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê bajêr ya kevn di çavkanîyên asûriyan de wekê Suhma derbas bûye. Navê Erzinganê ji Erîza tê ku bajarekw kevn ê li herêmê ye.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kronolojiya bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berî Îsa(zayîn)
- 1000 - 600 Dema Urartiyan
- 650 - 500 Dema Mediyan
- 500 - 334 Dema Persan
- 334 Dema Helenîstiyan
Piştî Îsa (zayîn)
- 55 Dema Romayiyan
- 644- 656 Dema Ereban
- 685 Dema Bîzansiyan
- 699 Dema Ereban
- 1005 Dema Merwaniyan
- 1188 Dema Eyûbiyan
- 1228 Dema Selçûkiyan
- 1401 Dema Osmaniyan
- 1502 Dema Sefewiyan
- 1514 Dema Osmaniyan
- 1916 Dema Rûsan
- 1918 Dema Osmaniyan
- 6 Adar 1921 Serhildana Koçkirî
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar di nav parelelên 39° 02´ û 40° 05´ bakûr û merîdyenên 38° 16´ û 40° 45´ rojhilat de ye. Hudûdên bajar li bakûr bi Giresûnê û Gumuşxane ve (Tirkiye), li rojava bi Sêwas ve, li başur bi Meletî û Dêrsimê ve û li rojhilat jî bi Erziromê ve tê girêden.
Taybetiyên erda bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pîvana erda bajêr 11.903 km² ye. Ji vî erdî % 59,6 wî ji çiyan, % 8,6 ji deştan, % 5,4 ji zozanan û % 26,4 jî ji platoyan pêk tên. Li herêmê fasûlye, çewdêr, tene, kixsên þekir û patatês tên çandin.
Av û hewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Îklimek reþayî û sar li herêmê heye. Zivistanan sar û þillî û þilopî, havînan jî hênik derbas dibe.
Çiyayên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çiyayê herî bilind yê herêmê, Çiyayê Keşîş (3537m) e. Katirtepe (3300 m), Mercan (3449), Çal (3300 m) û kismek ji çiyayê Mûnzûrê jî dikeve nav herêma Erzinganê.
Deşt, zozan û gelî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Deşta Erzînganê; Bilindbûna wî ji behrê 1218 m û dirêjbûna wî jî 40 km ye. mezinbûna deþtê 500 km² ye. Deþt di navbera çiyayê Mûnzûr, Keþîþ, Spîkor û Sîpyam de ye.
Deşta Miyadîn; Li dora Çemêreş e, mezinbûna wî 180 km² ye.
Zozanên herêmê li ser çiyayên Mûnzûr û Koþan bela dibin. Li rojavayê Erzinganê li ser Çiyayê sipî, zozanên Takkuran û Tahsullu jî hene.
Çem û Gol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çemê feradê çemê herî mezin e li herêmê. Piraniya çavkaniyên þaxên Feradê ji çiyayên dora Erzinganê dertên. Wek; Çemêreþ, Mîran, Mercan, Cîmîn, Pahnîh û Surperen hinek ji wanin. Li herêmê golên mezin tunene, lê li hinek deveran çend golên biçûk hene; wek Soganli, Aygir.
Babetên heywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji bo nêçira heywanan musaîd e. Bizinên ser çiyan, Semasî (darbir), kûze, xezal, berazên kovî û kewroþk yên pirin ku li herêmê peyde dibin.
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Sinugboanon)
Çavkanî: Rarasdasce
|
Подтесово (Cebuano) | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
Diyagrama avûhewa | ||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||||
|
Germahî û barîna nîvekî ya mehane ji bo Подтесово (Cebuano)
Çavkanî: Rarasdasce
|
Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ezirgan (Navend) 146.893
- Mans, 9.717
- Îliç, 7.367
- Kemax, 7.302
- Êgin, 5.044
- Qerequlax, 2.533
- Gercan, 10.988
- Têrcan, 18.549
- Cîmîn, 11.603
Tevahî sermijar herêmê (tevlî gundan) 219.996 e.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serwetên bin erdê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li herêmê pirtir krom ji bin erdê dertê. Hesin, mangenez, asbest, perlit û linyit ji madenên dinin, ku ji bin erdê dertên.
Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Şelala Girlevik 29 km li başûrê rojava yê bajar e. Avgermên; Poyuk, Otlukbelî, Horhor jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Li çiyayên Mûnzûrê îmkanên ji bo sporên zivistanê jî hene. Kela Kemahê, dêrên kevn û tirbên herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ol û Civak
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Sermijare herêmê ji Misilmanên Zerdeştîtî/Êzdîtî ango (Elewî) û Sûnnî pêk tê. Bandora seyîddî û pîrîtî pir xurt e di nav gel de. Kurd (Kurmanc û Zazakî) û Tirk civaka herêmê teşkîl dikin.
Xwarênên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li herêmê pirtirîn xwarinên ku ji genim çêdibin tên xwarin.
Kirdo; Dew, qavûrme û bulxur bi hevre heta bulxur bikele di beroþek de tê kelandin. Bi ser de rûnê sorkirî û baharat tê reþandin û tê xwarin.
Tirşika gah (sêwê zuhakirî) Fasûlye û goþt bi hevre tên kelandin. Gah, pîvaz û xwê bi ser dibe û tê kelandin.
Keleco, lepe dugurcuk û Aþtarxane xwarinên din yên herêmê ne.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ tuik, 2009
- ^ "Nifûsa Ezirganê". www.nufusu.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 4 çiriya paşîn 2024.