Anî
Ani (bi zimanê ermenî Անի) bajarekî dîrokî ya ermeniyan e û paytexta kevnar a ermeniyan e. Ji ber ku bi sedan sal in bêkes e wêran bûye.
Erdnigarî
Bajarê Anî îro dikeve ser sînorên Ermenistan û Tirkiyê û bilindahiya bajêr 1338m e. Li dora wê newaleke kûr heye e û cemê Axûryan/Arapcay/Harpasus, yê ku sînora du welatan destnîstan dide, ji kêlekê ve derbas dibe. Anî ji bajarê Qersê qasî 42 km dûr e û li basûr-rojhilatê bajêr disekine.
Dîrok
Anî di cavkaniyên ji sedsala 5'mîn de weke war û kelheke ermenî derbas dibe. Di sala 763'an de kete destê bagratîdên ermenî û di sedsala 10'mîn de wergeriya yek ji bajarên herî girîng ên herêmê. Qralê Aşot III ê bagratûnî ku ji 951'an heta 977'an desthilatdariyê dikir, Anî di sala 961'an de weke paytexta qraliyeta xwe hilbijart. Gava bajar di sala 1045'an de derbasî bîzansiyan bû, Anî ya ku dikeve ser riya îpêkê bi navê "Bajarê hezar û yek dêran" bi nav û deng bû û gelheya wê 100 hezaran derbas dikir.
Di roja 16'e tebaxê 1064'an de Anî ji aliyê selcûkan ve hat bidestxistin û kete bin hikma îslamî. Siltan Alp-Arslan bajêr di sala 1072'an de da destê şaddîdan. şaddîdên ku hanedaneke kurd a li Ganca û Dwîn bûn li Anî hikm dikirin heya ku bajar di sedsala 12'mîn de kete nav qraliyeta gurcuyan û bi vî havî ji nu ve kete destê xirîstiyanan. Ji sala 1125'an heta 1209'an cend caran ser derket û Anî di sala 1239'an de kete bin destê moxolan. Di sala 1319'an de - Anî êdî ji aliyê Aq Qoyunlu û Qara Qoyunluyan ve dihat rêvebirîn - erdhejeke pir giran pêk hat û pirraniya bermahiyên dîrokî zerar dît. Ji sedsala 14'min pê ve êdî gelheya bajêr her ku cû kêmtir bû. Ji sala 1534'an pê ve Anî kete nav sînorên ìmparatoriya Osmanî û ji 1878'an heta 1917'an herêmeke împaratoriya rûsî bû.
Di salên 1892/1893'an û 1904-1917'an oryentalîstê rûsî Nikolai Jakovlewîc Marr cara ewil lêkolînên arkeolojîk pêk anî.