gilik
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | gilik | gilik |
Îzafe | gilika | gilikên |
Çemandî | gilikê | gilikan |
Nîşandera çemandî | wê gilikê | wan gilikan |
Bangkirin | gilikê | gilikino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | gilikek | gilikin |
Îzafe | gilikeke | gilikine |
Çemandî | gilikekê | gilikinan |
gilik mê, k-ya nerm
- (anatomî) Di endamê zayendî yê mêzayan de li ser endama mîzekêş cih digire û erka wê ya sereke xweşiya têkiliya zayendî dide; li ser gilik bi averajî 4000 tevîneka rehik heye.
Hevmane
[biguhêre]Etîmolojî
[biguhêre]Dibe ku têkildarî kîr, bide ber soranî گێل (gêl) ku bi maneya gan tê bikaranîn (gêl kirdin=gan kirin) ku ew jî bi gengazî têkildarî کێر (kêr, “kîr”). Tê xuya ku di kurdî de vê peyva han gelek guharto heye, nexasma ên nelirê, wek zazakî kir (“kîr”), soranî گێل (gêl, “gan”) û dibe ku xirr jî. "nêrik" hevmaneya wê ye û dibe ku ew vê guherîna maneya nêrza>mêza rave bike. Dibe ku yekser ji lêkera gan û paşgira -ilk (wek di kulîlk de). "zîlik"a ku li hin deveran li kar e hevreha soranî زێ (zê, “quzê ajelan”) û zih e, ku jê çêbûye. Dibe ku wateya peyvê pêşî cihê bibe û paşê hatibe maneya klîtorîsê. Li hin deveran maneya wan bi hev şaş dibin, wek tîtik (“quz”) û tîtilk (“klîtorîs”) û hwd.