4
Xuyakirin
- Ava xurt ser hevraz diçe.
- Bêhna fireh ji qûna fireh e.
- Bi esqen guhijan dil diçe guhijan
- Biharan xwe şil nekin payizan xwe gero nekin
- Ber (kevir)li cihê xwe giran e.
- Bixwe bi gurgikî,rabe bi mêrikî
- Diz u malxwe bûn hevkarê yek gayê reş di rojinêde derxistin.
- Dilop bixwê cîhê xwe çêdike.
- Derbê Hirçê kuç e.
- Gava damî(dar) bikeve yên bivira lêxin zehfin.
- Dûr here durust were.
- Deriyê xwe asê bike, ciranê xwe diz dernexe.
- Eger Kitik (pisîk)ne li male be navê Mişk Evdirehman e.
- Dê û zarokan şerkirin bêaqilan bawerkirin.
- Dema hingavtina(danina) ker tê xwarina cotyarî dixwe.
- Deste rehet ser zikê birçî.
- Derya bi dilopan naqede.
- Eger sal zevi têt, zevi methan ji xwe dide.
- Eger te girt ne berde,eger te berda li pey nekeve.
- Ez çiya,tu çiya kî dê ji golikê re here giya.
- Eger tu kesbi qisek bes e.
- Ger min nekir ji malê pirr, ezê çi kim gîskê kir.
- Ger xêr li malê here,ne hewceyê mizgeftêye.
- Goştê miroven xwe bixme,hestiyan ji bo xwe bihêle.
- Gurgan xwari purt dest ve têt.
- Gîska gûrî diçe avê ji çavkaniyê vedixwe.
- Her li nik dînan dawet e.
- Heta mirov ser destan negere qedrê piyan nizane.
- Kesî neke bi ya mezinan de rih bibe wekî yê bizinan
- Hişyar ji dînan xenîn e.
- Here millet bigire edet.
- Îsa bike bi esas da kû dil neke wes wes.
- Kesê ne li malekî, nizane hevalekî...
- Kî diwêre bibêje ser bêhn ji devê te tê.
- Kes nabêje mastê min tirş e.
- Kesî bizane çêbike, dê bizane çembila jî li kû derêve ke.
- Kesên sîran nexwe bêhn jê nayê.
- Kesê masiyan bigire, qûnê jî lê şil bibe.
- Kesê ne li govende fîtreqas e.
- Kefa destan reş nebe, tehma devan xweş nabe.
- Leglegê te emre xwe borand bi leqleqê.
- L'ber sîha seran biraze, bila ser te bixwe.
- Ji pira nemerdan neçe, bila av te li ber xwe bibe.
- Mala malxo ji malxoyî heram e.
- Mîh bipiyê xwe, bizin bipiyê xwe herkes bi emelê xwe.
- Mêvan ji mêvanan nexweş e,xwediyê malê ji herdûyan...
- Mar ji punge nexweş e, pung çû li ber kuna marî rist.
- Ne li geliyê ku raze neji xewnen xirab bibîne
- Necar tu biraze wek her car ,Xwedê yek e dergeh hezar.
- Ne diwêra ker li palive dixist
- Nivkare sale yekî ka bir, ye dî/n ga bir.
- Nanê xwe bide destê nanpêja,bila nanek zêde here.
- Nanê genim li xizanan heram e.
- Paleyê xirab dasan digûhere.
- Pîrê hevî nedikir desubike mor u telaqan zede kir.
- Reh dibin bihost lê dijmin nabe dost.
- Reh berdan hêsane le kurkirin zor e.
- Ruvî kuriya xwe dike şahid.
- Seriyê li ber minetan,bila biçe nav zeretan.
- Sixula pîr bike lê ji bîr neke.
- Şevên tarî li hingorî(heji zu)kifşin.
- Serê li binê darê çetire li benderê.
- Tu lew dinî, tu min di binî.
- Tu nîmetên bê zehmet nînin.
- Tiştên ku ne serve weki qûna ji derve.
- Tune ditî bi xweve rîtî.
- Tu çi biki kare ew te xware.
- Warê şêrane ruvi di tê de rudine.
- Yên têr hay ji yên birçî nînin.
- Yara derewìn carek dixwe firavin.
- Ya ji qelse meranve ew ku lase xweşmêran naêşe.
- Yekî rez nebu masle çedikir
- Zereti ku min kiriye zeret dumahik li minda.
Çavkanî
[biguhêre]- Berhevkirin: Seyda Goyan goyan73@mail.koc.net