Pêjgeha Tirkiyeyê
Pêjgeha Tirkiyeyê, xwarinê romiyan (tirk) (bi romî: Türk mutfağı), ji tevahiya cureyên dewlemendiya aşpêjxaneya Tirkiyeyê re tê gotin.
Dîroka tirkan û xwarinên wan heman in
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tirkiye dewleteke nû ye. Tirkiye li ser mîratê împeratoriya Osmanî ava bûye. Di destpêka sedsala 20 de romî destpê dikin ji xwe re neteweyekê ava dikin û jê re tirk dibêjin. Di rastiyê de tirk navê gelekê ye, ji navenda Asyayê hatine, li axa Anatolyayê bicih bûne. Bi sedsalan pêşengiya îslamê di destê xwe de girtine, bi viya belav bûne. Ji ber wê kîjan gel bûye misilman, di heman demê de bûye tirk jî, li ser navê tirkan hatiye hesabkirin. Serpêhatiya pêjgeha Tirkiyeyê jî heman e.
Li Tirkiyeyê ji xeynî tirkan, laz, çeçen, adigeyî, bosniyayî, ereb, yewnan, ermenî, suryanî, gurcî jî dijîn. Kurd jî hene li Tirkiyeyê. Dema Osmanî têkdiçin, gelên misilman tên li Anatolyayê dicivin. Bi xwe re pêjgeha xwe jî tînin. Pêjgeha tirk gelek dewlemend e, lewra ji dewlemendiya gelek gelan e.
Di pêjgeha Tirkiyeyê de şaxên sereke
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Xwarinên erebî
- Xwarinên kurdî
- Xwarinên farisî
- Xwarinên balkanî
- Xwarinên asûrî
- Xwarinên cihûyan
- Xwarinên qefqazî
- Xwarinên tirkî
- Xwarinên azerî û ermenî
Kebab, doner, lehmecûn û kafê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tirk bi van tehman di qada navneteweyî de tên naskirin. Ji lehmecûna erebî re li Ewropa "pîzzaya tirkan", ji qehweya erebî re, "qehweya tirkan" dibêjin. Lewra tirkan van xwarinan bi xwe re birine Ewropayê.
Gelek xwarinên kurdî jî li ser navê xwarinên tirkî tên hejmartin. Li Ewropayê restoranên kurdan jî xwarinên xwe yên kurdî bi navê "xwarinên tirkî" didin nasandin.
Xwarinên sereke yên tirkan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Cureyên biraşkan (kebab)
- Cureyên hêyavkan
- Cureyên xwarinên ji masî û çêjên deryayê
- Cureyên kiloran
- Cureyên kateyan
- Cureyên şîranîyan
- Cureyên xingalan
- Cureyên xwarinên quşxaneyî û şorbeyan
- Cureyên çêncan
- Cureyên seleteyan
- Şorbeya koçeran
- Düğün Çorbası (şorbe)
- Tulumba Tatlısı (şîranî)
- Ayva Tatlısı (şîranî)
- Cıvıklı
- Pırtımpırt
- Hoşmerim
- Batırık
- Mırra
- Kısır
- Oruk
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî (almanî)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- G. Poggenpohl: Türkische Küche – Kreative Vielfalt köstlicher Speisen, 1997 ISBN 3-8122-3741-5
- Adil und Roswitha Beytorun: Aus türkischen Küchen, 1984 ISBN 3-405-12580-4 (hervorgegangen aus dem von den Autoren 1977 veröffentlichten ersten türkischen Kochbuch in deutscher Sprache)
- Nevin Halıcı: Das türkische Kochbuch. Augsburg 1993.ISBN 978-3-933366-49-8
- Joyce Goldstein u. Peter Johnson: Rund um das Mittelmeer: eine kulinarische Reise - mit 235 Originalrezepten aus Marokko, Algerien, Tunesien, Ägypten, Israel, Libanon, Syrien, Türkei, Griechenland, Zypern, Italien, Spanien, Korsika und der Provence. München 1995. ISBN 3-88472-265-4
- Sarah Woodward: Die türkische Küche. Rezepte aus dem Osmanischen Reich. München 2002. ISBN 978-3-88472-528-3
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Agahî li ser pêjgeha Tirkiyeyê (almanî)
- tuerkischekueche.zanzaa.at - Girêdanên li ser pêjgeha Tirkiyeyê (almanî) Girêdana arşîvê 2010-10-10 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |