Mêzîn (komstêr)
Xuyakirin
Mêzîn, Terazî an jî Terazû komstêreka di çembera bircan de ye. Ew di navbera, li roava, Simbile û li rohelat Dûvpişkê de dimîne.
Mêzîn yek ji 48 komstêrên ku Batlamyûs qalkirî bû û ew ji demên Babîlan ve dihat zanîn û ew wek sembola dadweriyê dihat nasîn. Ew yekane komstêra di çembera bircan de ya ku tiştekî jîndar nîşan nade ye. Roj di navbera 31'ê kewçêrê û 22'ê sermawezê di vê Teraziyê de dimîne. Di astrolojiyê de jî ew di navbera 23'ê rezberê û 22'ê kewçêrê di birca Mêzînê de ye.
Stêrên mêzînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nav | Qedra Zahîrî | Dûrî (Salên roniyê) |
---|---|---|
Betaya Mêzînê (β Librae, Beta Librae, Zûbeneşîmalî) | 2,61 | 120 |
Alfaya Mêzînê (α Librae, Alpha Librae, Zûbenelcenûbî) | 2,75 | 77 |
Sigmaya Mêzînê (σ Librae, Sigma Librae) | 3,29 | 292 |
Gamaya Mêzînê (γ Librae, Gamma Librae, Zûbeneleqreb) | 3,91 | 152 |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |