Fatimî
Dewleta Fatimîyan ٱلْخِلَاْفَة ٱلْفَاطِمِيَّة Erebî | ||||||||||||||||||
| ||||||||||||||||||
| ||||||||||||||||||
Nexşeya Fatimîyan di sedsala 11
| ||||||||||||||||||
|
Fatimî an dewleta Fatimiyan, dewleteke misilmanên şiî,[1] navbera 909 û 1171an de li Mexrib, Misir û Sûrî serwerî ajotî bû. Piştî dema Elî misilmanan wek şiî û sunî[2][3] parve bûn. Piştî vê parvebûnê, xelîfetiya şiayan bi zayenda keça Elî Fatima dewam kirin. Lê piştre jî şia wek Îmamî, Îsmaîlî û Zaidî parve bûn.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Fatimiyên li Misirê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 969an de Fatimiyan Xanedana Ihşîdiyan bin xist û Misir dagir kir. Di 972an de jî xelîfe el-Muiz paytext bire Qehîre û Ziriyan kirine xanedana pardara împeratoriyê.[4]
Ji pê Ebu Tamîn el-Mûîzz Misir kira navenda kargerîye wan heta 978 Filistîn û Sûrî jî dest xwe xist. Di wê demê de wan qontrola Meke û Medîne dest xwe xist û bû serdijwara misilmananê wê deme.
Di dema Fatimiyan de Misirê aborî, çendayî demeke rind dît. Fatimiyan li Misirê Zanîngeha el-Azhar ava kir.
Di dema el-Hekim de, di 1017'an de, li Misir mezhebeke nû yê wek bawer dikir ku Xwedê di el-Hekim de çê bûye der ket. Ji pê re wan wek Durzî hatin navandin.
Di dema xelîfe el-Mustensir de (1036–1094) xelifetiyê dema xweya herî rind dît. Dewletê xakên xwe li Îraqê jî fireh kirin û Îsmaîliyan Bexda di 1059'an de demek kurt dest xwe xist.
Lê ji pê vê belav bûnê re dewlet ji dijwar de ket û lawaz bû. Çiqas Zîriyan li Maxrêb serweriya xwe dewam kir jî Sûrî û Felestîn di 1076'an de derbaza Selçûqiyan bû.
Ji pê Seferên Xaçperestan destpê kir û Quds di Sefera Xaçperest ya Yekem de dest xaçperestan ket re Fatimiyan dijwareke bihêz li hembera xwe dît. Di 1163'an de kargerê Şamê „Nûredîn Zengî, arteşek şande Misir û Selahedînê Eyûbî 1171'an de dewleta Fatimî hilweşand û dewleta Xanedana Eyûbiyan[5] demezrand.
Fatimiyên li Mexribe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sedsala 9'an de Ebdela el-Ekber dest bi pêşengiya Îsmaîliyan kir.[6] Lê wî paşwerên xwe ji bo qedexeyan misyonên xwe veşartî dewam dikirin. Li Îraq, Yemen û Mexribê veşartî mezheba xwe bela dikir. Ji pê wan li Mexribê mezheba xwe nav berberan de belav kir û dijwar dest xwe xistin re wan li Mexribê serweriya xanedana Exlebî ya Ifrîqiyeyê leqand û Ebdela el-Mehdî dewleta Fatimî demezrand. Ebdela el-Mehdî xwe wek xelîfe da zanîn û bajarê bi navê xwe El-Mehdiye ava kir. Di dema el-Mehdî de Sîcîlya, Misir, Cezayêr û Fas hat dagir kirin.
Lê di dema Ebu'l-Qasim el-Qaim (910–934) de Sîcîlya bi piranî şûnda ji dest der ket. Dîsa di dema wî de xarîciyan di serdariya Ebû Yezîd de serîhildan û paytext Mehdiye (al-Mahdiyya) dorpêç kirin.
Di dema Îsmaîl el-Mensûr (946–953) û Ebû Tamîm el-Muiz (953–975) de dewleta şunda hêza xwe kir û bi generalê Cefer es-Siqilî de heta beravên Atlantîk dagir kirin.
Hikûmdar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kargerên Fatimî li Misirê
- Ebû Temîm el-Muiz Me'ed (953–975)
- Ebû Mensûr el-Ezîz Nizar (975–995)
- Ebû el-Hakim el-Mensûr (995–1021)
- Ebû'l-Hesen ez-Zahir Elî (1021–1036)
- Ebû Temîm el-Mustansir Me'ed (1036–1094)
- Ebû'l-Qasim el-Mustelî Ehmed (1094–1111)
- Ebû Elî el-Amir el-Mensûr (1111–1130)
- E^bu'l-Meymûn el-Hafiz Ebdelmacîd (1130–1149)
- Ebu'l-Mensûr ez-Zafir Ismaîl (1149–1154)
- Ebu'l-Qaim el-Faiz Îsa (1154–1160)
- Ebû Mihemed el-Ezid Ebdela (1160–1171)
Kargerên Fatimî li Mexribê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ebdela el-Mehdî (910–934)
- Ebu'l-Qasim el-Qaim (934–946)
- Îsmaîl el-Mensûr (946–953)
- Ebû Tamîm el-Muiz (953–975)
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Ilahiane, Hsain (2004). Ethnicities, Community Making, and Agrarian Change: The Political Ecology of a Moroccan Oasis. University Press of America. p. 43. ISBN 978-0-7618-2876-1.
- ^ Daftary, 1990, pp. 144-273, 615-59; Canard, “Fatimids,” pp. 850-62
- ^ https://books.google.co.uk/books/content?id=h8BmAAAAMAAJ&pg=PA67&img=1&pgis=1&dq=Kabylia&sig=ACfU3U31Ek2O3b4jr03AK900eC_mlN2CfA&edge=0
- ^ Fage, J. D. (1958). An Atlas of African History. E. Arnold. p. 11.
- ^ Wintle, Justin (May 2003). History of Islam. London: Rough Guides Ltd. pp. 136–7. ISBN 978-1-84353-018-3.
- ^ Studies, American University (Washington, D. C. ) Foreign Area (1979). Algeria, a Country Study. [Department of Defense], Department of the Army. p. 15.