Muzeya Louvre

Guhartoya 10:40, 16 gulan 2010 ya ji aliyê Luckas-bot (gotûbêj | beşdarî) (robot serzêde kirin: be:Луўр) ve

Muzeya Louvre (bi fransî: Musée du Louvre) li Parîsê (Fransa) muzeya tewrî mezin û bi nav û deng e. Ew xanîye di navînê Parîsê ye, navberê çemê Seine û Rue de Rivoli. Hindirê Louvre li ser xetekê bi şeqama Champs-Élysées ra ye.

Muzeya Louvre li Parîsê (Fransa)

Dîrok

Louvre di sedsala 12'an di bin Philipp II. (Fîlîpê Duyem) da hate çêkirin. Wê demê Louvre qesrek bû. Wexte Parîs di sedsala 14'an da pir mezîn bû, Karl V. (Karlê Pêncem) wê qesrê kir wek malekê. Lê wek mal Louvre di bi Henry II. (Henriyê Duyem) di sedsala 16'an bû, wê demê di stîlê Renaissancê îtalî da. Di salê 1682 da Louis XIV. (Luiyê Çardehem) ji Louvre çû qesrê Versailles. Şoreşê fransî disa Louvre bi nav û deng kir, çinkî li rojê 10'ê gelawêjê 1793 Louvre wek muzêyekî hate vekirin. Li wir xeznê melêk û xeznê kesên din yê resen dihatin dîtin. Napoleon Bonaparte wek hukumdar hate Louvre û birazî wî, Napoleon III. (Napoleonê Sêyem) çêkirinê Louvre xelaskir. Ji salê 1873 Louvre ne malê melêkan ya hukumdarane, serokî Fransayê çû qesrê Elysée. Serokê berê yê Fransayê, François Mitterrand, di salên 1980'î da hîşt Louvre dîsa werê çêkirin. Ji wê demê da di Louvre da du muzeyên din hene: Musée des Arts Décoratifs (Muzeya Hunerê Dekoratîv) û Musée de la Mode et du Textile (Muzeya Mode û Tekstîlê).

Wêne

Pir wêneyên wênesazên bi nav û deng di Louvre da ne.

Şablon:Link FA