Here naverokê

Libnan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
الجمهورية اللبنانية
Al-Jumhūrīyyah al-Lubnānīyyah
Republic of Lebanon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Dewleta desthilatdar
  • welatê deryanavînî
  • welat Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Republic of Lebanon Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Ala


Mertal
33°50′00″Bk 35°46′00″Rh / 33.83333°Bk 35.76667°Rh / 33.83333; 35.76667
Dirûşm: Lebanon Passion for Living Li ser Wîkîdaneyê biguhêre

Sirûd: Lebanese national anthem Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
ParzemînAsya Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletLibnan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
PaytextBêrût
ZimanModern Standard Arabic, inglîzî, fransî, North Levantine Arabic û Malay Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zimanên fermîErebî
Dema avabûnê
  • 22 çiriya paşîn 1943 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Birêvebirin
 • Awayê birêvebirinêKomara parlamenter Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
 • Serokê rêveberiyêNajib Mikati (2021–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Rûerd10.452
Nifûs (2015)6.184.701
Saet
Koda telefonê+961
Plakaya erebeyêRL
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Libnan

Libnan (bi erebî: لبنان Lubnān) an jî Komara Libnanê (bi erebî: الجمهورية اللبنانية Al-Jumhūrīyyah al-Lubnānīyyah) welatekî li rojhilatê Deryaya Spî ye.

Li bakur û rojhilatê Libnanê, Sûrî, li rojava Deryaya Spî û li başûr jî Îsraêl heye. Heya destpêka salên 70´î Libnan welatekî dewlemend û biewle bû. Piştî şerê Ereb - Îsraêl gelek Filistînî hatin Libnanê. Li Libnanê gelek netewe û hindikayî dijîn. Mixabin çaresernebûna pisrgirêka Filistînê û nakokiyên Ereb û Îsraêlê bû sedema şerê navxweyî ku vê şerî Libnan kir welateke qada şer û kambax. Nêzîkî 150.000 kesî jiyana xwe ji dest dan. Beriya salên 70´î Libnan welatekî turîstîk bû û ji paytext Bêrûtê re digotin "Parîsa Rojhilata navîn".

Xelkên Libnanê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Libnanê ji xeynî ereban, asurî û ermenî jî gelek in. Gelek kurd jî lê dijîn.

70% ji gelheya Libnanê misilman (sunnî û şîî) ne û 30% xiristiyan (katolîk û ortodoks) ne. Zimanê fermî erebî ye, lê fransî, inglîzî û ermenî jî tên axaftin)

Piştî encamdana Şerê Cîhanî yê Yekem, di navbera Împeratoriya Osmanî û dewletên Ewropî de Peymana Versayê hate destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê Osmanî dê serxwebûna dewletên ereb bi şerta mandatiya Fransa û Înglistanê dê qebûl bike. Li sala 1922an de di Cemiyeta Netewan de ev mafên van dewletan hatin pejirandin. Bi dûçûna vê rêkeftinê Iraq û Filistîn dê di bin berpirsiyariya Brîtanyayê de, Libnan û Suriye jî dê di bin berpirsiyariya Fransa de be.

Di şerê cîhanê yê duyem de ji alikarkirina Fransayê, Brîtanyayê Libnan dagir kir. Piştî xelasbûna şer di dawiya sala 1945an de bi peymaneke Brîtanya û Fransayê, her du dewletan hêzên xwe ji Sûrî vekişandin û dewleta Libnan ya serbixwe ava bû.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]