herîn
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Lêker
[biguhêre]Tewandina lêkera herîn | ||||
---|---|---|---|---|
RP. Niha |
Yekjimar | Pirrjimar | ||
ez | diherim | em | diherin | |
tu | diherî | hûn | diherin | |
ew | dihere | ew | diherin | |
Ji bo hemû formên din: Tewandin:herîn |
herîn herîn lêkera xwerû, negerguhêz, r-ya req
- çûn, bi rê ketin, dûr ketin
- Zû herin!
- Ger em niha herin, ew dê negihin me.
- Divê em sibê zû herin.
- Ew kengî d(ih)ere?
- Ez terim.
- Hevmane: rewtin
- (devokî) birin
- Hemin ku tu diçî, viya jî bihere bi xwe re. (Viya jî bibe bi xwe re)
Herwiha
[biguhêre]Tewîn
[biguhêre]- [-her-]
- [-er-]
Etîmolojî
[biguhêre]Ji pêş-hindû-ewropî *h₁er- (1. erd, 2. livîn, çûyîn, herrîn) pêş-îranî *Her- (herrîn, çûn)[1], bi metatezê hevrreha farisî رسیدن(resîden) û dibe ku kurmancî rrizîn jî, hevrreha zazakî herr (“erd”). Lê tenê di kurmanciya jorîn/badînî de heye û zimanên din ên kurdîkî de peyda nabe (heta mijara henekê ye jî, binêre here-were) lewma bide ber ermeniya kevn հեռ- • (heṙ-: dûr), ermeniya niha հեռու (heṙu: dûr). Heke ji vê rehê bibe; hevreha ingilîzî earth, elmanî Erd, holendî aarde, norwêcî, swêdî, danmarkî jord. Bi devokî carinan bi wateya birin bi kar tê, dibe ku wateya resen ew bibe û paşê guherîbe.
Werger
[biguhêre]Formeke lêkerê
[biguhêre]herîn
- (ji "herîn") Binêre: herîn.
Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | herîn | herîn |
Îzafe | herîna | herînên |
Çemandî | herînê | herînan |
Nîşandera çemandî | wê herînê | wan herînan |
Bangkirin | herînê | herînino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | herînek | herînin |
Îzafe | herîneke | herînine |
Çemandî | herînekê | herîninan |
herîn mê
- Çûn, birêketin, dûrketin.
- Ev kûrahiya ji ber helîna cemedê û herîna avê bêhtir eleqeya min biribû ser xwe. — (Eric Guth, Gereke Nûwaze Bo Çiyayên Sîpan ên Alaskayê [arşîv], 2015-10-16)
Werger
[biguhêre]Rengdêr
[biguhêre]herîn
- ji heriyê Binêre herî. (1)
- ↑ (Cheung, Johnny (2007) Etymological Dictionary of the Iranian Verb (Leiden Indo-European Etymological Dictionary Series; Leiden, Boston: Brill, pages 163-5)
Kategorî:
- Kurmancî
- Bilêvkirina IPAyê bi kurmancî
- Dengên kurmancî ji Bidlîsê
- Deng bi kurmancî
- Lêker bi kurmancî
- Lêkerên bêcure (kurmancî)
- Lêkerên kurmancî bi paşgira -în
- Lêkerên xwerû bi kurmancî
- Lêkerên negerguhêz bi kurmancî
- Lêkerên xwerû yên negerguhêz bi kurmancî
- Bilêvkirinên kurmancî bi r-ya req
- Kontrola wergerê
- Formên lêkeran bi kurmancî
- Navdêr bi kurmancî
- Navdêrên mê bi kurmancî
- Jêgirtin bi kurmancî
- Rengdêr bi kurmancî