argûn
Xuyakirin
Bilêvkirin
[biguhêre]Navdêr
[biguhêre]Zayenda mê ya binavkirî | ||
---|---|---|
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | argûn | argûn |
Îzafe | argûna | argûnên |
Çemandî | argûnê | argûnan |
Nîşandera çemandî | wê argûnê | wan argûnan |
Bangkirin | argûnê | argûnino |
Zayenda mê ya nebinavkirî | ||
Rewş | Yekjimar | Pirjimar |
Navkî | argûnek | argûnin |
Îzafe | argûneke | argûnine |
Çemandî | argûnekê | argûninan |
argûn mê
- Cihê agir tê de tê hilkirin di xanî ve (bi taybetî ya di dîwarî re).
- Min xwe dabû ber argûnê û min xwe germ dikir. Befir hê jî lepî lepî dibariya. Jûra me germ bû. — (Omer Dilsoz, Neynika Dilî [arşîv], Peywend, 2022, r. 33)
- Argûn û bixêriyên malê hertim ronî û germ bûn. Gulok û xêlekên agirê êzingan ji wan ber bi jor dibûn. Ferşên doraliyên argûnê, ji agirê sor, sor dibûn. Di şevên zivistanan de agirê gur govend digirt. — (Mehmed Uzun, Bira Qedere [arşîv], Ithaki, 2007, r. 338)
- Çend gavan ji deriyê şikeftê bi dûr, cihekî ar û argûnê heye, tê de xwelî û çend êzingên reş ên nîvşewitî hene. Bêguman, masîvan, seydvan û nêçîrvan hatine û li şikeftê mane. — (Mehmed Uzun, Ronî Mîna Evînê Tarî Mîna Mirinê [arşîv], Ithaki Publishing, 2015, r. 40)
- Cihê agir tê de tê hilkirin ji bo pijandina xwarinê.
- Beroş, li ser argûnê, bîhna rîx û kuşkura fîrre-fîrre, rasere bîhna zad û goşt didê. — (Bîrnebûn, Gulhez û Xêrxwaz, Bekir Darı, hj. 14, 2001, r. 34)
- Xecika Heydo jî, ji xwişka xwe ya nû ra li ser argûn şîr germ dikir. — (Bîrnebûn, Nan Sor Nebû, Mam Recall, hj. 46, 2010, r. 76)
- Av li ser argûnê germ dibe. — (Nûdem, Beşek ji romana BÎRA QEDERÊ, Mehmet Uzun, hj. 5, 1993, r. 23)
- Rengê agirî.
Nêzîk
[biguhêre]Herwiha
[biguhêre]Jê
[biguhêre]- argûn dadan
- argûn hilkirin
- argûn reş kirin
- argûn temirandin
- argûn temirîn
- argûn vemirandin
- argûn vemirîn
- li ber argûnê germ kirin
- li ber argûnê ziwa kirin
- xwe dan ber argûnê
Etîmolojî
[biguhêre]- Etîmolojiya vê peyvê nehatiye nivîsîn. Eger tu bi rastî bizanî, kerem bike bişkoka "biguhêre" ya di ser van gotinan re bitikîne û etîmolojiya vê peyvê binivîse. Çavkaniyên ku te ew etîmolojî jê girtiye jî binivîse.