Here naverokê

Mûş

Mûş
Bajar
Muş
Bajarê Mûşê
Mûş li ser nexşeya Mûş nîşan dide
Mûş
Mûş
Mûş li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Mûş
Mûş
Koordînat: 38°44′17″Bk 41°29′38″Rh / 38.73806°Bk 41.49389°Rh / 38.73806; 41.49389
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehMûş
SerbajarMûş
Hejmara nahiyeyan4 nahiye
Hejmara bajarokan9 bajarok
Hejmara gundan96 gund
Qada rûerdê
 • Giştî2.604 km2 (1005 sq mi)
Bilindahî
1.375 m (4511 ft)
Nifûs
 (2020)
408.809
 • Berbelavî64,8/km2 (168/sq mi)
 • Serbajar
 (2008)
69.507
Koda postayê
49000
Koda telefonê(+90) 436
Map
biguhêreBelge
Jineke mûşî, ji arşîvên Brîtanî (1893)

Mûş, (bi tirkî: Muş) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku navenda rêveberî ya parezgeha Mûşê ye. Bajêr li quntara Çiyayê Kurtikê û li rojavayê Deşta Mûşê hatiye avakirin. Li gorî daneyên sala 2023an nifûsa navenda bajêr 399.879 kes e.

Di derbarê navê Mûşê de çend ravekirinên cûda hene. Gerokê sedsala 17an Ewliya Çelebî ku di sedsala 17an de li seranserê Kurdistanê geriyaye di geroknameya xwe de efsaneyekê vegotiye ku mişkek mezin ji aliyê Nemrûd ve hatiye afirandin ku ev mişk bajêr û rûniştevanên bajêr tune kiriye navê Mûşê li bajêr hatiye danîn.[1] Ravekirineke din jî ev e ku navê bajêr ji navên gelên kevnar ên herêmê ji navê mûşkî yan jî mişyayî hatiye wergirtin. Li aliyek din ve jî navê bajêr têkildarê toponîmên muşkî û mûşûnî yên ku di çavkaniyên asûrî û hîtîtan derbas bûne hatiye kirin.[1]

Serdemên kevnar û navîn

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li bajêr nivîseke li nêzîkî Keleha Kepenekê ku ji aliyê qiralê ûrartûyî Argisti I ve (785-765 b.z.) hatiye nivîsandin hatiye dîtin. Nivîs niha di bin parastina midûriyeta çand û tûrîzmê ya Parêzgeha Mûşê de ye. Di nivîsê de wiha hatiye navandin:[2]

Ji mamoste Haldî, Argisti, kurê Minua re, bi bêdengî Perestgeha xwe û qesrek bi awayekî bêkêmasî ava kir (û) navê wî ji navê Argistihinil werdigire. Bi xêra mezinatiya Haldî (Ez) Minua kurê Argisti, şahê hêzdar, şahê mezin, şahê welatê Bianili, axayê bajarê Tûşpa.

Her çiqas tê bawer kirin ku di dema qiralê ûrartûyî Menua de (800 b.z.) deverek heye ku li dora bajêr nivîsa wî ya bi tîpên îbranî hatiye dîtin jî lê dîsa dîroka damezrandina Mûşê ne diyar e.

Bajêr ji sala 650yê b.z. heya sala 550yê b.z. ji aliyê Împeratoriya Medan ve hatiye birêvebirin.

Li gorî çavkaniyên asûrî herêma Mûşê di sedsala 13ê beriya zayînê de di nav sinorên welatê Naîrî ya ûrartûyan de bû. Piştre bajêr bi rêzê ve di bin desthilatdariya Skît, Med, Pers, Makedonî, Selûkî, Roma, Partî, Arsakes û Bîzansê de maye. Bajêr çend caran di navbera desthilatdariya Roma û Partan, Bîzans û Sasaniyan de dest guhertiye.[3]

Piştî sedsala 11an bajar ji aliyê xanedanên îslamî yên wekî ehlatşah, eyûbî û îlxaniyan ve hatiye birêvebirin. Di sedsalên 10 û 13an de Mûş dibe bajarekî mezin ku nifûsa bajêr navbera 20-25 hezar kesî de bû.

Di navbera 18ê sibata sala 1916an û 1ê gulana sala 1917an Mûş û gelek bajarên din ên Bakurê Kurdistanê ji aliyê artêşa Rûsyayê ve hatiye dagirkirin.[4]

Bi damezrandina Parêzgeha Mûşê re bajêr di sala 1929an de ji Parêzgeha Bidlîsê vediqete û dibe navenda birêvebirina Parezgeha Mûşê.[5]

Di sala 1992an de Balfirgeha Mûşê hatiye vekirin ku ji sala 1992an vir ve ji bo bajêr û ji bo bajarên din ên nêzîk re xizmet dike.[6]

Berî zayînê

  • 900 - 609 dema ûrartiyan
  • 609 - 550 dema medan
  • 550 - 334 dema persan
  • 68 dema domayiyan

Piştî zayînê

  • 217 dema sasaniyan
  • 637 dema bîzansiyan
  • 641 dema ereban
  • 1071 dema selçûkiyan
  • 1191 dema eyûbiyan
  • 1495 dema osmaniyan
  • 1655 mîrîtiya şerefxanan
  • 1916 dema rûsan
  • 1923 komara Tirkiye

Ciyê coxrafî û hudûdên bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar di nav parelelên 39° 29' û 38° 29' bakûr û meridyenên 41° 06' û 41° 47' rojhilat de ye. Hudûdên bajêr li bakûr bi Erziromê ve, li rojava bi Bîngolê ve, li başûr bi Diyarbekir, Sêrt û Bidlîsê ve û li rojhilat jî bi Agiriyê ve tê girêden.

Taybetiyên erda bajêr

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pîvana erda bajar 8.196 km² ye. Çiyayê herêmê 34,9% , deşt 27,2% û platoyên herêmê jî ji 37,9% pêk tîne.[çavkanî hewce ye] Li Mûşê nok, tutin, zebeş, genim, gindor û silq tê çandin.

Çiyayên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayê kurtikê bilindtir yê herêmê ye (2.950 m), Avnî (2.754 m), Çiyayên Xamirpêtê (2.879 m) û Otluk (2.155 m) jî çiyayên din yê herêmê ne.

Deşt, zozan û gelî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Deşta Mûşê, deşta mezintir ji yên Kurdistanê ye. Dirêjbûna wî 80 km û firehbûna wî jî 30 km ye. Mezinbûna deştê 1.650 km² ye. Deşt di navbera çiyayên Nemrûd (Bidlîs), Şerefdîn, Çiyayê Kurtikê û Çemê Miradê de ye.

Deşta Muşê (1650 km²), Deşta Kopê (525 km²), deşta Lîzê (160 km²) û deşta Milazgirê (450 km²) mezin in.

Çemê Mûradê ji bakûrê dikeve herêmê. Mûrad şaxek çemê Firatê ye. Çemê Reş, Lîz, Çolboxir, Heronek û Memanlî ji çemên din yê herêmê ne.

Li herêmê hinek golên siruştî û biçûk jî hene. Wek Gola Bûlanix (10 km²), Gola Xamirpêtê 83 km²).

Mûş xwedî avhewaya parzemînî ye (Dabeşkirina avhewaya Köppen: Dsa yan jî dabeşkirina avhewayê ya Trewartha Dca) ku di mehên havînê de germ û bi qismî şil e û di mehên zivistanên de jî sar û bi berf e.

Germahî û barîna nîvekî ya mehane yê Mûşê
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
Bilindtirîn germahî (°C) −3,2 −1,3 5,8 15,0 21,4 27,8 33,3 33,3 28,5 20,0 9,7 1,1 Ø 16
Nimztirîn germahî (°C) −11,3 −10,0 −3,2 4,3 8,6 12,6 16,8 16,7 11,8 6,6 0,1 −5,9 Ø 3,9
Barîn (mm) 81,2 106,4 102,2 105,6 73,0 28,7 6,3 5,3 12,9 62,9 97,2 85,8 Σ 767,5
G
e
r
m
a
h
î
−3,2
−11,3
−1,3
−10,0
5,8
−3,2
15,0
4,3
21,4
8,6
27,8
12,6
33,3
16,8
33,3
16,7
28,5
11,8
20,0
6,6
9,7
0,1
1,1
−5,9
Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.
B
a
r
î
n
81,2
106,4
102,2
105,6
73,0
28,7
6,3
5,3
12,9
62,9
97,2
85,8
  Rêb. Reş. Ada. Avr. Gul. Pûş. Tîr. Gel. Rez. Kew. Ser. Ber.


Cûreyên heywanan

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê ruvî, gur, semasî, kewroşk û kew hene. Li gol û çemên herêmê masî jî peyde dibin.

Zanîngeha Mûşê di 28ê gulana sala 2007an de hatiye vekirin. Zanîngeh bi 10 fakulte, 2 enstîtu û bi 5 dibistanên pîşeyî ya bilind li bajêr û li navçeya Milazgirê perwerdehiya xwe didomîne. Zanîngeha Mûşê yek ji zanîngehên Bakurê Kurdistanê ye ku li zanîngehê Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî heye.[7]

Mûş yek bajarên Bakurê Kurdistanê ye ku li ser rêyeke bi çûnûhatin hatiye avakirin. Ji ber ku gelek pargîdaniyên otobusên Bakurê Kurdistanê di nav bajêr re derbas dibin hatina bajêr hêsan e.[8] Li bajêr termînala otobusan (MUŞTİ) stasyona trênê û balefirgehek heye. Ji Balefirgeha Mûşê seferên bajarên wekî Enqerê, Îzmîr, Stembol û Bursayê têne lidarxistin.[9]

Serwetên bin erdê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herêm ji alî madenan ne dewlemend e. Li herêmê tenê çîmento, barît û xwê ji bin erdê dertê.

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî zivistanek dirêj û sar li Mûşê tabîat xwe duguhere û her der şîn dibe. Ji Kela Mûşê her derê deşta Mûşê tê xwuyakirin. Rezên Mangok bi ava xwe yê sar û şinahiya xwe bi nav û deng e li herêmê.

Germavên herêmê wek Gola Şor, bazikan jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Elewî û Sunni ciwakê teşkîl dikin. Ciwak ji kurdan û hinek azerî, Çeçen ên ku dewletê anîne bicihkirine pêk tê. Li navçeya Kopê hinde Terekeme hene.

Xwarênên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê zuhakirina sebze û fîkiyên havinê ji bo zivistanê di nav gel de pir tê çêkirin. Jê vê zuhakirinê re gel dibêje "kak", "jax" jî ji zuhakirina şînahiyên kovî, wek kereng re tê gotin. Mirov dikarin jaxê û kerengan ji bo zivistanê tekin ava şor jî.

Qirçik: qaşilkên zuha yên xiyaran di nav rûn de bi pîvaz û îsotan re tê sorkirin. Îşkene bi ser tê reşandin û bi sosa ji mast, sîr û rûn çêkirî tê xwarin.

Li herêmê tirşî jî ji alî gel ve pir tê çêkirin. Qelî, çavbelek, mirtoxe û herse xwarinên din yên herêmê ne ku ji alî gel ve tên xwarin.

Heftadirek: dan bi hêk tê li hevxistin. Di siniyek din de kifteyên ji qîme, pîvaz, ava hinaran û birinca kelandi hatiye çêkirin tê sorkirin. Bulxur wek perçên biçûk hundirên wan tê wekirin û kiftên sorkirî dikeve hundirê van û di avê de tê kelandin. Rûnê sorkirî bi ser tê reshandin û serwîs dibe.

Kincên herêmê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Fîstanên jinan dirêj û qedîfe ne. Îşlikên hundir (melekof) li gundan tê li xwe kirin. li bajaran carna çend fîstan bi ser hevde jî tê li xwe kirin. Fîstanê ser, ber wê vekirî ye. Ji kefiya pishtê re dibêjin "şehre". di serî de şalek (kirap) tê girêdan. Di serê keçên ciwan de "laçik" yên pîr de jî "kofî" hene. Carna pere yan jî zêr li serî tê girêdan.

Zilamên herêmê şal (pantolonê fireh) bi îşlig li xwe dikin. Êleg û çakêt li ser şal de li xwe dikin. Cîzme, karox, pilava lastîk ya reş jî di nigan de heye. Di bêrîka êlegên zilamên pîr de saet heye. Li hinek gundan şal û şapik jî tê li xwe kirin.

  1. ^ a b "Etîmolojiya navê bajêr".
  2. ^ "Dîroka kevnar a Mûşê".
  3. ^ "Muş | ABC Future". abcfuture.com.tr. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
  4. ^ "Şehir Tarihçesi". www.dhmi.gov.tr. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
  5. ^ "Pêşketina herêmî". web.archive.org. 26 tîrmeh 2009. Ji orîjînalê di 26 tîrmeh 2009 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
  6. ^ "Havalimanı Tarihçesi". web.archive.org. 24 çiriya pêşîn 2018. Ji orîjînalê di 24 çiriya pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 4 îlon 2024.
  7. ^ "Kürt Dili ve Edebiyatı Bölümü (4 Yıllık) Başarı Sıralamaları ve Taban Puanları". universitetercihrobotu.com. Roja gihiştinê 5 îlon 2024.
  8. ^ "Agahiyên têkilî û veguhastinê ya termînala otobusê ya Mûşê". NeredenNereye (bi tirkî). Roja gihiştinê 5 îlon 2024.
  9. ^ "MUŞ SULTAN ALPARSLAN HAVALİMANI". www.dhmi.gov.tr. Roja gihiştinê 5 îlon 2024.

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]