Mîran Janbar
Mîran Janbar | |
---|---|
Jidayikbûn | 1974 (49–50 salî) Qoser, Mêrdîn,Bakurê Kurdistanê |
Pîşe | Nivîskar |
Zimanê nivîsinê | Kurdî |
Netewe | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Perwede | Zanîngeha Dîcleyê |
Şêweyê wejêyî | |
Mijar | Honaka zanistî |
Berhemên navdar | |
Qolyeya Cecileê (2012) | |
biguhêre |
Mîran Janbar roman û çîroknivîseke kurd e. Di sala 1974an de, li Qosera Mêrdînê ji dayik bûye.[1]
Jiyana wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1997an de, li Zanîngeha Dîcleyê, beşa matematîkê qedandiye.
Janbar, di nava qonaxên xwe yên nivîskariyê re, heta sala 2004an, bo demeke dirêj bi kar û barên şanoyê mijûl bû û di nava gelek komên şanoyê yên curbecur de derhênerî, lîstikvanî û karê nivîsandina deqên şanoyê kir.
Nimûneyên berhemên Janbar, ji navîna salên 90î û pê de, di kovarên wêjeyî yên wekî Jiyana Rewşen, Rewşen-Name, Kovara W û di gelekên din de hatin weşandin. Mîran Janbar her wisa bi karê weşangeriyê jî radibe û yek ji damezirînerên Weşanxaneya Lîsê ye, ya ku di sala 2004an de li Amedê hatiye damezirandin.
Janbar niha jî di Weşanxaneya Lîsê de wekî berpirsiyarê hin rêzên pirtûkan û rêveber, li gel nivîskariya xwe, bi karên xwe berdewam e.
Berhem
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ardûda, roman, 2004, Amed, Lîs
- Azad, kurteçîroka bo zarokan, 2006, Amed, Lîs
- Qolyeya Cécileê, roman, 2012, Amed, Lîs
- Kaptanê Mirinê, çîrok, 2019, Amed, Lîs ISBN 9786057535368
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Mîran Janbar | KurdîLit". Roja gihiştinê 26 kanûna pêşîn 2020.
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |