Ludwik Lejzer Zamenhof
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê | |
Navê rastî |
לײזער לוי זאַמענהאָף |
Navê jidayikbûnê |
Лейзеръ Заменговъ |
Nasnav |
Doktoro Esperanto, Gamzefon, Unuel, Anna R., Homo sum, Amiko, Hemza |
Hevwelatî | |
Cîwar | |
Perwerde | |
Pîşe |
Zimannas, ophthalmologist, dahêner, helbestvan, wergêr, esperantîst, bijîşk, nivîskarê dixtor, tercimanê Incîlê, eperantolojîst, fîlolog |
Malbat |
Zamenhof family (d) |
Bav |
Markus Zamenhof (en) |
Dê |
Rozalia Zamenhof (d) |
Xwişk û bira | |
Hevjîn |
Klara Zamenhof (en) (dp. ) |
Zarok | |
Xizm | |
Qadên xebatê | |
Vénéré par |
Oomoto (en) |
Endamê |
Esperanto Language Committee (d) |
Tevger | |
Xelat |
Unua Libro (d), Dua Libro (d), Fundamento de Esperanto, Ho, mia kor' (d), esperanto |
Ludwik Lejzer Zamenhof (jdb. 15 kanûna pêşîn 1859 - m. 14 nîsan 1917)[1] gelek caran wekî L. L. Zamenhof tê nasîn, çavbijîşk û zimannasê polonî û afirînerê zimanê esperantoyê ye ya ku li seranserê cîhanê zimanê çêkirî yê navnetewî yê herî navdar û berbelav e.[2]
Zamenhof gava li xwendegehê bû, yekem carî zimanê xwe pêşde bir. Ew bi ramana cîhanek bêşer mezin bû. Bawer dikir ku ew dikare bi alîkariya zimaneke nû yê alîkar ê navneteweyî çêbike.[1] Ziman dê alavek be ku mirov bi vê navgîna ragihandinê ya bêalî û dadperwer, wekhev bibin.[3] Wî, tevî şerên Cîhanê yên sedsala 20an bi serfirazî civatek ava kir ku îro berdewam dike.[4] Di heman demê de, ew bi navgîniya bikarhênerên xwe ve mîna zimanek xwezayî pêşve çû.[5]
UNESCO ji ber destkeftî û piştgiriya wî bo diyaloga nav-çandan, di 100 saliya mirina wî de Zamenhof wek yek ji kesayetiyên navdar ên sala 2017 hilbijart.[6]
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Salên destpêkê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zamenhof di 15ê kanûna pêşîn de wekî kurê Markus Zamenhof (27 kanûna paşîn 1837 - 29 çiriya paşîn 1907) û Rozalia (Sofer) Zamenhof (1839 - 1ê îlona 1892an) li Belostoka piretnîkî (niha Białystok li Polonyayê) ya Împeratoriya Rûsî ji dayik bû.[7] Di wê demê de bajar ji ber Peymanên Tilsitê ya 1807ê li bin rêveberiya Hikûmeta Grodnoyê ya Împeratoriya Rusî bû. Dêûbavên wî di eslê xwe de ji cihûyên litvanî bûn. Ev kom li Mîrîtiya Mezin a Lîtvanyayê ya berê dijiyan. Ew wekî duzimanî bi zimanê yîdîş û rûsî mezin bû.[8] Bavê wî mamosteyê almanî û frensî bû. Ji ber wî, Zamenhof hînî zimanên almanî, fransî û îbranî bû. Ew her wiha hin zimanên girîng ên Białystok jî dipeyivî: polonî û belarusî. Polonî bû zimanê dayikê yê zarokên wî ên li Warşova. Di dibistanê de wî xwendina zimanên klasîk ên latînî, yewnanî û aramî kir. Wî paşê hinekî hînî îngilîzî bû, lê bi ya peyvên wî ne pir baş bû. Ew bi litwanî û îtalî eleqedar bû û di sala 1880 de hînî Volapükê bû. Bi vê awayê, sebebên çêkirina projeya wî ya zimaneke navneteweyî geş bû.[9][10]
Digel cihûyên yîdîşaxiv, di nav gelheya Białystokê de poloniyên katolîk ên Romayê û rûsên ortodoks ên rojhilat (bi gelemperî mezheba fermî ya hukûmetê bû) û komên etnîk ên biçûk wekî belarûs û almanan hebûn. Zamenhof ji ber pevçûnên li nav van koman gelek xemgîn dibû. Ew texmîn dikir ku sedema sereke ya nefret û pêşdaraziyê ya li nav van koman tunebûna zimanek hevpar bû ku li hev du fam bikin. Heke zimanek wiha hebûya, Zamenhof îdîa dikir ku ew ziman dikare rola amûreke ragihandinê ya bêalî di nav mirovên xwedan etnîsîte û zimannasiyên cûda de bilîze.[11]
Dema li Warşovayê li xwendegeha navînê Zamenhof hewl da ku bi rêzimaneke zengîn zimanek navneteweyî biafirîne lê encamê de xebateke tevlihev derket. Di dema hînbûna îngilîzî de wî biryar da ku divê rêzimana zimanê navneteweyî hêsan bibe. Ji xeynî zimanên dayikî yên dê û bavên wî yên rûsî, yîdîşî, polonî, almanî, latînî, îbranî, frensî, yewnanî û îtalî jî di sadekirina projeya rêzimanê de bûn alîkar.[12]
Di sala 1878ê de, projeya wî ya Lingwe uniwersala hat qedandin.[13] Lêbelê, Zamenhof hîn pir ciwan bû ku karê xwe bide çapkirin. Piştî mezûniyetê wî pêşî li Moskoyê paşî li Warşowayê dest bi xwendina bijîşkiyê kir. Di sala 1885an de Zamenhof zanîngehê qedand û li Veisiejaiyê wekî bijîşkê pratîsyen dest bi karê xwe kir. Piştî sala 1886ê ew li Płock û Viyanayê wekî bijîşkê çavan xebitî. Wî mirovên li wir baş dikir û heman demê de li ser projeya zimanek navneteweyî didomand.[14]
Wî bo weşandina pirtûkokê fonan berhev bike, du salan hewl da heya ku alîkarî ji bavê jina xwe ya paşerojê wergirt. Di sala 1887an de, pirtûka bi navê Между меѓународный язык. Предисловие и полный учебникь (Zimanek Navneteweyî: Destpêk û pirtûkek bêkêmasî) bi rûsî[15] li ser navê "Doktoro Esperanto" (Bijîşk Hêvîdar) hate çapkirin. Zamenhof di destpêka axaftina xwe de navê zimên wekî "Lingvo internacia" (zimanek navneteweyî) kir, lê yên ku ew fêr bûn dest pê kirin ku jê re bibêjin Esperanto û di demekê kin de navê zimên wekî fermî jî bû Esperanto. Ji bo Zamenhof, ev ziman, tenê amûrek ragihandinê ye û rêyek ji bo pêşxistina hevahengiya aştiyane ye di navbera mirovên xwedî çandên cûda de.[2]
Xebatên li ser yîdîşî û pirsgirêka cihûyan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zamenhof di sala 1879an de yekem rêzimana yîdîşî nivîsand. Ev xebata wî çend sal şûnde di kovara yîdîşî, Lebn un visnshaft de hate weşandin.[16] Nivîsa orîjînal a bêkêmasî di sala 1982an de, ji hêla Adolf Holzhaus ve bi wergera rûsî û esperantoyî, bi navê L. Zamenhof, provo de gramatiko de novjuda lingvo [Hewldanek li ser rêzimana zimanê nû-cihûyan], hat çapkirin. Di vê xebatê de, ew tenê raveya rêzimana yîdîşî nasewirîne, lê di heman demê de çend pêşniyaz bo derbasbûna tîpên Latînî û li ser rastnivîsê jî pêşkêş dike. Di heman heyamê de Zamenhof çend berhemên din jî bi zimanê yîdîşî nivîsand, dibe ku lêkolîna yekemîn a helbestên yîdîşî jî tê de.
Di 1882an de li Împeratoriya Rûsî, pelên progromê pêk dihat û di vê heyamê de Zamenhof nêzîkî Hibbat Zionê bû ku ev pêşiya tevgera siyonîst bû.[17] Lê wî di 1887an de dev ji tevgerê berda û di sala 1901ê de bi sernavê Hillelism daxuyaniyeke bi zimanê rûsî belav kir, di nav de got ku projeya siyonîst nikare pirsgirêkên gelê cihû çareser bike.
Di sala 1914an de wî vexwendinek ji bo tevlî rêxistina nû ya Esperantîstên Cihû, TEHAyê stand, lê paşve vegerand. Di nameya xwe de ji organîzatoran re, wiha digot, "Ez bi dilsoz im ku her netewparêzî ji mirovahî re tenê bêbextiya herî mezin pêşkêşî dike..." [17] Pirtûka pîroz a cihûyan Tanah a ku Tewrat û Zebûr dihewîne, ji aliyê Zamenhof ve hat wergerandin bo esperantoyê.
Zamenhof di Warşovayê de di 14ê nîsana 1917an de ji ber qeyrana dilê mir û li Goristana Cihû ya Okopowayê hate veşartin. Axaftina xêrxwaziyê ya ser gorê ji aliyê xaxem û pêşengehê Sînagoga Mezin a Warşowayê, Samuel Abraham Poznański ve hat kirin û got: "Dê demek were ku xelkê polonî fêm bike ka Xwedê çi kurek mezin daye axa wan."[18]
Malbat
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Zamenhof û jina wî Klara Silbernik sê zarok, kurekî, Adem û du keçên xwe, Sofîa û Lidia mezin kirin. Her sê jî li Holokostê hatine kuştin.[19]
Bi taybetî Lidia Zamenhof baldariyek mezin nîşanî esperantoyî da û bi mezinbûnê ve bû mamosteya zimên, bi rêwîtiya Ewropa û Amerîkayê dersên esperantoyê da. Bi saya hevaltiya Martha Root baweriya behaîtî qebûl kir û bû yek ji endamên wê baweriyê ku yek ji rêgezên wê baweriyê zimaneke alîkar wekî pêdiviyeke dibîne.
Neviyê Zamenhof, Louis-Christophe Zaleski-Zamenhof (kurê Adam), ji salê 1960ê heta tarîxa mirina wî ya 2019an ve li Fransayê dijiya.
Felsefeya olî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji bilî xebata xwe ya zimanî, felsefeyek olî ya Zamenhof hebû ku wî jê re Homaranismo digot (ev term bi esperantoyî ye, bi gelemperî wekî "hûmanîzm"[mirovhezî][20] an jî mirovahîparêzî/mirovparêzî hatiye binavkirin), ku li ser bingeha rêgez û rêbazên Hillel Elder bû. Wî ji bo Homaranismo re wiha gotiye: "Ew bi rastî mebesta tevahiya jiyana min e. Ez ê ji bo wê dev ji her tiştî berdim."[21]
Navê cudabûnê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Jiyana Zamenhof pirzimanî bû. Ji ber wê bi ya rastnivîsa zimanan, navê wê di gelek cihan de ji hev cihê hatiye nivîsandin:
- Ingilîzî: Ludwik Lejzer Zamenhof
- Esperantoyî: Ludoviko Lazaro Zamenhofo
- Almanî: Ludwig "Levi" Lazarus Samenhof
- Îbranî: אליעזר לודוויג זמנהוף – Eliezer Ludwig Zamenhof
- Polonî: Ludwik Łazarz Zamenhof
- Rûsî: Лю́двик Ла́зарь "Лейзер" Ма́ркович Заменго́в – Lyudvik Lazar' "Leyzer" Markoviç Zamengov
- Yîdîşî: לײזער לֵוִי זאַמענהאָף – Leyzer "Levi" Zamenhof
- Frensî: Louis Lazare Zamenhof
Di zayîna wî de navê Îbranî Eliezer ji hêla dêûbavên wî ve lê hatiye dayîn ku ew wekhevê Lazar a latînî bû. Lêbelê Zamenhof di bin serweriya rusî de ji dayîk bû û ji ber vê yekê di pelê jidayikbûna wî de navê wî wekî Лейзер Заменго́в Leyzer Zamengov, bi şêwaza yîdîşî hatiye bikaranîn û paşnavê wî yê Markoviç jî edeta rûsan bû ku ji navê bavê wî hatiye çêkirin. Navê malbata wî bi eslê xwe almanî ye û bi eslê xwe Samenhof e; lê di yîdîşî de bi tîpên latînî wekî Zamenhof tê nivîsîn û her wiha di esperantoyî û polonî de jî wiha hatiye bikaranîn. (Tîpa z di almanî de tim wekî [ts] tê bilêvkirin, lê dengên [s] yan [z] jî pêkan e.)
Di xortaniya xwe de wî him Leyzer ê yîdîşî û him jî Lazar ê rûsî bi kar aniye.
Dema ku li zanîngehê, Zamenhof dest bi karanîna navê rûsî Lyudovik kir (ew jî ji Ludovicê hatiye tîpguhestin an jî wekî Ludwig hatiye wergerandin) li cîhê Lazar, dibe ku ji ber hurmetdayîna wî ya Francis Lodwickê, ê ku di 1652an de pêşniyazeke li ser zimanên çêkirî weşandibû.[22] Dema ku birayê wî Leon bijîşk bû û dest bi lêkirina navê "Dr L. Zamenhof" kir,[23] Zamenhof ji bo di nav her du de tevlîheviyeke pêk neyê, dîsa dest bi karanîna navê xwe yê jidayikbûnê Lazar kir û ji sala 1901ê wê de navê xwe wekî "Dr L. L. Zamenhof" îmze kir: yanî Doktor Ludwik Lejzer Zamenhof.
Rûmet û hevnavî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di sala 1905an de Zamenhof ji ber afirîneriya Esperantoyê Légion d'honneur wergirt.[24] Di 1910an de, Zamenhof ji aliyên çar endamên parlamenê Brîtanî ve (tê de James O'Grady û Philip Snowden jî hebûn) û Profesor Stanley Lane Poole, wekî berendamê Xelata Nobelê ya Aştiyê hate pêşniyazkirin.[25] (Li şûna wî, xelat ji Buroya Aşitiyê ya Navneteweyî re hat dayîn.) Ji ber 5-emîn Universala Kongreso de Esperantoyê a li Barselonayê, Zamenhof ji aliyê şahê Spanya Alfonso XIII-yê ve wekî Fermandarê Isabellaya Katolîk hat îlankirin.[26]
Gerstêrkek biçûk di 6ê sibata 1938an de, ji hêla Yrjö Väisälä ve hat kifşkirin û ew wekî 1462 Zamenhof hatiye binavkirin. Bi sedan kolanên bajêr, park û bircên seranserê cîhanê jî navê Zamenhof hilgirtiye.[27] Li Lîtvanyayê, Kolana Zamenhofî cihê herî naskirî ya Kaunasê ye, ku ew demek li wir jiyaye û tê de xwediyê xaniyek bû. Li Polonyayê, Keyaniya Yekbûyî, Fransayê, Mecaristanê, Kroatyayê, Çekyayê, Spanyayê (piranî li Ketelonyayê), Îtalyayê, Îsraêl, Belçîkayê û Brezîlê jî hene. Li Mecaristan û Brezîlê Girên Zamenhofî û li Çemê Dunayê Girava Zamenhofî hene.[28]
Li hin bajarên Îsraêlê, di nîşanên kolanan de derheqê wî de agahî tê dayîn, lê ew tenê navê wî yê cihû Eliezerî bi kar tînin. Zamenhof ji hêla ola japonî Oomoto ve wekî xwedayek hatiye rûmetdarkirin, ku di nav şopînerên xwe de pêşniyaza bikaranîna Esperantoyê dike. Di heman demê de, navê lîkena Zamenhofia bo rûmeta wî hatiye kirin.[29]
Li bajarê Göteborgê, li Swêdê, navê meydanek giştî Esperantoplatsen ("Meydana Esperantoyê") e.
Li Îtalyayê, çend kolanên bi navê Esperanto têne navandin hene, Largo Esperantoya li Pisayê jî tê de.
UNESCO di sala 1959an de ji ber sedemîn salvegera rojbûna Zamenhofî wî rûmetdar kir[30] û di 2015an de jî biryar da ku dê piştgiriyê bide pîrozbahiya 100. salvegera mirina wî.[31]
Zamenhof 12 caran ji bo xelata Nobelê ya aşîtiyê wekî endam hate pêşniyazkirin.[32]
Rojbûna wî, 15ê kanûna pêşîn her sal ji aliyê esperantîstan ve wekî Roja Zamenhofî tê pîroz kirin. Google bi rûmeta 150. salvegera rojbûna wî di 15ê Kanûna Peşîn a 2009ê de, ala stêrkî ya kesk a esperantoyê li ser motora xwe ya lêgerînê bi kar anî.[33]
Xaniyê malbata Zamenhof bo Ludwik Zamenhofî hatiye nezirkirin û di 2008an de wekî yek ji mîrata Cihûyan ên li Białystokê hat pejirandin.[34]
Di 1960an de, ji hêla Komeleya Esperantoyê ya Brîtanyayê (EAB) ve dibistanên havîn ên Esperantoyê li Stoke-on-Trent a Keyaniya Yekbûyî hate damezrandin, ku bi armanca nasandina zimên dest bi dersan kirin. Her wiha li bajêr bi navê Zamenhofî daristanek heye: Zamenhof Grove.[35]
Ji ber rûmeta rojbûna Dr. Zamenhofî ya 15ê Kanûna pêşîn, Civata Esperantoyê ya New Yorkê her sal roja Zamenhofa Tago ("Rojbûna Zamenhofî" bi esperantoyî) pîroz dike.[36]
-
Kuçeya Esperanto li Warşovayê
-
Kolana Esperanto li Warşovayê
-
Rawestgeha Zamenhof li Warşovayê
-
Rawestgeha Zamenhof li Warşovayê
-
Otobêseke dihere Esperantoyê, li Warşovayê
Bîbliyografî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berhemên orîjînal
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Unua Libro, 1887 (Pirtûk yekem)
- Dua Libro, 1888 (Pirtûka Duyemîn)
- Hilelismo - propono pri solvo de la hebrea doza, 1901 (Hilelîzm: Projeyek Wekî Bersiv Bo Pirsgirêka Cihûyan)
- Esenco kaj estonteco de la ideo de lingvo internacia, 1903 (Gewher û Pêşeroja Ramana Zimanek Navneteweyî)
- Fundamenta Krestomatio de la Lingvo Esperanto, 1903 (Antolojiya Bingehîn a Zimanê Esperantoyê)
- Fundamento de Esperanto, 1905 (Bingehên Esperantoyê)
- Daxuyaniya Boulogne, 1905
- Homaranismo, 1913
Berhemên periyodîk
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- La Esperantisto, 1889–1895 (Esperantîst)
- Lingvo Internacia, 1895–1914 (Ziman Navneteweyî)
- La Revuo, 1906–1914 (Vekolîn)
Helbest
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- "Al la fratoj" ("Ji Birayan re") [37]
- "La Espero" ("Hêvî")
- "Ho, mia kor'" ("Oy, Dilê min")
- "Mia penso" ("Ramana min") [38]
- "La vojo" ("Rê") [39]
Werger
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- La batalo de l 'vivo, Charles Dickens
- Ifigenio en Taŭrido, Johann Wolfgang von Goethe
- Hamleto, Reĝido de Danujo, William Shakespeare
- Malnova Testamento (Peymana Kevin)
- Marta, Eliza Orzeszkowa
- La Rabistoj, Friedrich Schiller
- La revizoro, Nikolai Gogol
Galerî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]-
Gora L. L. Zamenhofî li Warşovayê
-
Kolana Eliezer Zamenhof li Tel Aviv: nîşana kolanê bi îbranî û esperantoyî ye ku dibêje "Ew afirînerê zimanê navneteweyî Esperanto ye"
-
Plaketa bîranînê li Kolana 5 Zamenhofa li Warşovayê ku li dîwara xaniyê ya Zamenhofê ye yê ku di 1898-1915an de tê de jiyaye û xebitiye.
-
Mala Zamenhofî ya li Białystokê, ya ku Zamenhof tê de ji dayik bû
-
Nîşaneya ku rûyê Ludovic Lazarus Zamenhof li ser e, ji aliyê Gosławski (1959)
Her wiha
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Tarîxa Esperantoyê
- Kesên polonî
- 1462 Zamenhof, gerstêrkek biçûk
- 1421 Esperanto, gerstêrkek biçûk
- Navenda Ludwik Zamenhof li Białystok
Nîşe
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ a b Gabriela Zalewska (2010). "Zamenhof, Ludwik (1859–1917)". The YIVO Encyclopedia of Jews in Eastern Europe. Trans. by Anna Grojec. YIVO Institute for Jewish Research. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2013.
- ^ a b Zasky, Jason (20 tîrmeh 2009), "Discouraging Words", Failure Magazine, ji orîjînalê di 23 kanûna paşîn 2017 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2019,
But in terms of invented languages, it's the most outlandishly successful invented language ever. It has thousands of speakers—even native speakers—and that's a major accomplishment as compared to the 900 or so other languages that have no speakers. – Arika Okrent
- ^ Guilherme Moreira Fians, Hoping for the language of Hope Girêdana arşîvê 2019-12-14 li ser Wayback Machine, University of Amsterdam, ACLC Seminar, Amsterdam Institute for Humanities Research (AIHR),
- ^ Federico Gobbo, An alternative globalisation: why learn Esperanto today? Girêdana arşîvê 2019-01-19 li ser Wayback Machine, University of Amsterdam, 8th October 2015.
- ^ Humphrey Tonkin, Fourth Interlinguistic Symposium, p. 213, JKI-12-2017[1] (pdf Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine).
- ^ Fourth Interlinguistic Symposium, p. 209, [https://web.archive.org/web/20210109232438/http://jki.amu.edu.pl/files/JKI-12-2017%5B1%5D.pdf Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine]Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine Girêdana arşîvê 2021-01-09 li ser Wayback Machine JKI-12-2017[1].
- ^ Kopîkirina arşîvê, ji orîjînalê di 10 çiriya pêşîn 2019 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2019
{{citation}}
: CS1 maint: archived copy as title (lînk) - ^ Christer Kiselman (2008). Esperanto: Its Origins and Early History (PDF). Polish Academy of Learning. r. 2. Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 kanûna pêşîn 2014.
What was his first language? He wrote in a letter in 1901 that his "parental language" (mother tongue) was Russian, but that at the time he was speaking more in Polish (Zamenhof 1929:523). However, all other evidence points to Yiddish as his mother tongue and first language.
{{cite book}}
:|xebat=
tê tine hesibandin (alîkarî) - ^ Christer Kiselman, "Esperanto: Its origins and early history" Girêdana arşîvê 2016-03-04 li ser Wayback Machine, in Andrzej Pelczar, ed., 2008, Prace Komisji Spraw Europejskich PAU, vol. II, pp. 39–56, Krakaw.
- ^ Claude Piron (1984). "Kontribuaĵo al la studo pri la influoj de la jida sur Esperanton". Jewish Language Review. 4.
- ^ "Birth of Ludwig Zamenhof, creator of Esperanto | History Today". www.historytoday.com. Roja gihiştinê 9 tebax 2017.
- ^ Holzhaus, Adolf: Doktoro kaj lingvo Esperanto. Helsinki: Fondumo Esperanto. 1969
- ^ Dufour, Fritz (2017). Exploring the Possibilities for the Emergence of a Single and Global Native Language. Fritz Dufour. r. 93.
- ^ "Birth of Ludwig Zamenhof, creator of Esperanto | History Today". www.historytoday.com. Roja gihiştinê 15 tîrmeh 2019.
- ^ Keith Brown and Sarah Ogilvie, Concise Encyclopedia of Languages of the World (Elsevier, 2009: ISBN 0-08-087774-5), p. 375.
- ^ Vilnius, 1909; see Esperanto translation as Pri jida gramatiko kaj reformo en la jida (On Yiddish grammar and reform in Yiddish) in Hebreo el la geto: De cionismo al hilelismo (A Hebrew from the ghetto: From Zionism to Hillelism), Eldonejo Ludovikito, vol. 5, 1976
- ^ a b N. Z. Maimon (gulan–hezîran 1958). "La cionista periodo en la vivo de Zamenhof". Nica Literatura Revuo (3/5): 165–177. Ji orîjînalê di 19 tîrmeh 2008 de hat arşîvkirin.
- ^ https://web.archive.org/web/20070630123854/http://www.szukamypolski.pl/rzeznia.php?id=22
- ^ Hoffmann, Frank W.; Bailey, William G. (1992). Mind & Society Fads. Haworth Press. ISBN 1-56024-178-0., p. 116: "Between world wars, Esperanto fared worse and, sadly, became embroiled in political power moves. Adolf Hitler wrote in Mein Kampf that the spread of Esperanto throughout Europe was a Jewish plot to break down national differences so that Jews could assume positions of authority.... After the Nazis' successful Blitzkrieg of Poland, the Warsaw Gestapo received orders to 'take care' of the Zamenhof family.... Zamenhof's son was shot... his two daughters were put in Treblinka death camp."
- ^ Meaning in the Age of Modernism: C. K. Ogden and his contemporaries, Thesis of James McElvenny, 2013
- ^ Edmond Privat, "The Life of Zamenhof" p 117.
- ^ Umberto Eco & James Fentress (9 îlon 1995). The Search for the Perfect Language. Blackwell Publishing. r. 324. ISBN 978-0-631-17465-3.
- ^ Wincewicz, Andrzej; Sulkowska, Mariola; Musiatowicz, Marcin; Sulkowski, Stanislaw (hezîran 2009). "Laryngologist Leon Zamenhof—brother of Dr. Esperanto". American Journal of Audiology. 18 (1): 3–6. doi:10.1044/1059-0889(2008/08-0002). ISSN 1059-0889. PMID 18978199.
- ^ "3 россиянина, награждённые орденом Почётного легиона за необычные заслуги (3 Russians Awarded Légion d'honneur for Unusual Merits)". Russian Daily "Sobesednik". 16 tebax 2013. Ji orîjînalê di 18 tîrmeh 2021 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 îlon 2014.
- ^ Nobel Prize nomnination database
- ^ Olaizola, Borja. "Chatear en Esperanto, vigésimo idioma del mundo más usado en la red." El Correo. 30/03/2011.
- ^ See the list of Zamenhof/Esperanto Objects on the Wikipedia in Esperanto
- ^ Hommages au Dr Zamenhof, à l'espéranto et à ses pionniers.
- ^ Zamenhofia rosei: Francis' lichen. Range, habitat, biology, ji orîjînalê di 6 gulan 2006 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2019
- ^ Jewish Telegraphic Agency: UNESCO to Honor Memory of Zamenhof, Jewish Creator of Esperanto, 16 December 1959
- ^ Unesco; UEA: Zamenhof omaĝota
- ^ "Espéranto, la langue qui se voulait "universala"". France Inter. 14 nîsan 2017.
- ^ Google Doodles Archive: 150th Birthday of LL Zamenhof Retrieved 1 April 2010.
- ^ Jewish Heritage Trail in Białystok accessed 25 July 2009.
- ^ Salisbury, Josh (6 kanûna pêşîn 2017). "'Saluton!': the surprise return of Esperanto". The Guardian (bi îngilîziya brîtanî). ISSN 0261-3077. Roja gihiştinê 19 kanûna pêşîn 2018.
- ^ Kilgannon, Corey (21 kanûna pêşîn 2017). "Feliĉa Ferioj! Toasting the Holidays in Esperanto". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). ISSN 0362-4331. Roja gihiştinê 24 kanûna pêşîn 2018.
- ^ Privat, Edmond (1920). "Idealista profeto". Vivo de Zamenhof (bi esperantoyî).
- ^ Privat, Edmond (1920). "Studentaj jaroj". Vivo de Zamenhof (bi esperantoyî).
- ^ Privat, Edmond (1920). "Verkisto". Vivo de Zamenhof (bi esperantoyî).
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Boulton, Marjorie: (1960) 'Zamenhof: Creator of Esperanto'. London: Routledge and Kegan Paul, 223pp.
- Le Petit Robert: 'Zamenhof'. Paris; Montréal: Dictionnaires Le Robert, 1990. ISBN 2-85036-074-0.
- Schmadel, Lutz D (1993). Dictionary of Minor Planet Names (Çapa 2). Berlin; New York: Springer-Verlag. ISBN 978-3-540-66292-1.
- Wincewicz, A; Sulkowska, M.; Sulkowski, S. (2007). "To heal the mind's eye of hate—Dr. Ludwik Zamenhof" (PDF). Isr Med Assoc J. 9 (5): 352–4. PMID 17591370. Ji orîjînalê (PDF) di 31 çiriya pêşîn 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 7 tebax 2008.
- Korĵenkov, Aleksander (2009). Homarano : La vivo, verkoj kaj ideoj de d-ro L.L.Zamenhof (Çapa 1). Kaliningrad; Kaunas: Sezonoj; Litova Esperanto-Asocio. r. 320. ISBN 978-609-95087-0-2.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Zamenhof, Esperanto's founder (îngilîzî) li ser lernu!, portaleke hînbûna esperantoyî
- Aleksandr Korzhenkov, "Zamenhof: The Life, Works, and Ideas of the Author of Esperanto" (îngilîzî)
- Joseph Jacobs, Isidore Harris, "ZAMENHOF, LAZARUS LUDWIG". Jewish Encyclopedia, 1906.
- Esther Schor, "L.L. Zamenhof and the Shadow People" Girêdana arşîvê 2012-01-01 li ser Wayback Machine, The New Republic, 30ê kanûna pêşîn a 2009an
- 9 Things You Should Know about Esperanto & Its Creator ji Culture.pl