Here naverokê

Ivar Aasen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Ivar Aasen
Jidayikbûn5 tebax 1813 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Ørsta Municipality Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin23 îlon 1896 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Christiania Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêVår Frelsers gravlund Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîNorwêc Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Berhemkarê zimanê nû yê norwêcî Ivar Aasen (1891)

Ivar Andreas Aasen (bixwîne wek Îvar Andrêas Osên, jdb. 5ê tebaxa, 1813 li Ørsta - m. 23ê îlona, 1896 li Kristiania) yek ji wan zimannas û helbestvanê norwêcî bû. Gelek helbestên ku wî nivîsandina jî ji wî mana. Weke yek ji wan mirovên sereke ên ku zaravayê norwêcî nynorsk ku pêşxistiya tê zanîn. Weke çêker û avakerê wê jî tê nasîn. Ev zaravayê norwêcî, weke zaravayê pêşî jî tê zanîn. Li navçeya ku jê re Åsen ku dikeve ber bajaroka Hovdebygda ku dikeve ber Sunnmøre. Ivar Aasen, kurê Ivar Jonsson bûye. Bavê wî, yekî ku xwedi ard bû û bixwe, bi karê çandin û berhevkirinê ve diçû û dihat bû. Di biçûkatiya xwe de, bi tenê bû. Zêde ne yekî ku bi dora xwe têkilî didanî bû. Bi xwandina Încilê re mazin bû. Di 1826´an de bavê xwe winda kir. Ew birayê 8 xwûşkan bû. Piştî ku di demeke kin de li ser hevdû wî dê û bavê xwe winda kirin, piştre wî xwe da karê malê. Bi wê yekê re, êdî derfete wî nebû ku ew zêde pêş bikeve û pêde herê bi zanebûna xwe re. Lê yê ku Ivar Aasen bale wî dikişêne xwe keşe ya. Piştî ew alîkariyê diyê de. Piştre ew cara pêşî, ew zaravayê ku ew pê diaxivê yê bi navê Sunnmørske bidest lêkolînên li ser wê dike.

Piştî ku Ivar Aasen bidest lêkolînên xwe yên li ser ziman dike. Piştre, ew diçê bajarê Norwêcê yê mazin yê bi navê Bergenê. Jacob Neumann ku pîskopîsek bû li cem wî dimêne û lêkolînên xwe yên li ser zimên didomêne. Pîskopos jî, ji wî karê wî û tahba ku ew dide xwe, bale pîskopos dikişêne û ew taqdîr dike. Piştre li ser pêşniyara pîskopos, ew karê nivîsandinê û derketina rojneme ku li vî bajarî derdikeve ya bi navê Bergens Stiftstidende parve dike.

Piştre bi sayaserê heman pîskoposî alikarî ji bo lêkolînên xwe ji Vitenskabsselskabet i Trondhjem ji bo ku bikeve rê de û lêkolîna xwe ya li ser ziman bike.

Berhemên wî yên ku derketin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Fem Viser i søndre Søndmørs Almuesprog (1842)
  • Det norske Folkesprogs Grammatik (1848)
  • Ordbog over det norske Folkesprog (1850)
  • Søndmørsk Grammatik (1851)
  • Prøver af Landsmaalet i Norge (1853)
  • En liden Læsebog i gammel Norsk (1854)
  • Ervingen (syngespel, 1855, ny versjon 1873)
  • Norske Ordsprog (1856, endelig utgave 1881)
  • Symra (1863, endelig utgave 1875)
  • Norsk Grammatik (1864)
  • Norsk Ordbog (1873)
  • Heimsyn (1875)
  • Norsk Maalbunad (1876,9
  • Norsk navnebog eller Samling af Mandsnavne og Kvindenavne (1878)

Berhmenên wî yên ku piştî wî re hatina weşandin

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
  • Norske Minnestykke (1923) –
  • Brev og Dagbøker (1957–1960)
  • Reise-Erindringer og Reise-Indberetninger 1842-1847 (Di 1917 hat weşandin)