Henryk Sienkiewicz
Xuyakirin
Henryk Adam Aleksander Pius Sienkiewicz, Navkirinek: Litwos, (jdb. 5ê gulanê 1846 li Wola Okrzejska, Polonya; m. 15ê çiriya paşîn 1916 li Vevey, Swîsre) yek ji nivîskarên Polonî yên wergirê Xelata Nobelê ya wêjeyê ye.
Bi pirtûka xwe ya navdar "Quo Vadis - (bi) ku ve" tê bîra gelekan. Di vê pirtûkê de Mesîhiyên pêşîn ên dema împaratoriya Roma wekî mijar digire û zilm û pêkutiyên li an hatine kirin bi zimanekî bandorbarî radixe pêşberî xwendevanan. Dîsa pirtûkên wî yên mijar û serpêhatiyên çanda devkî ya Polonî bingeh digire jî gelek bi nirx in. Sala 1905î de Xelata Nobelê ya wêjeyê werdigire.
Berhemên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Na marne (1872)
- Szkice Węglem Nexşên komirpênûsê; (1877)
- Listy z Podróży do Ameryki ( Name ji DYAyê, 1878)
- Janko Muzykant (1879)
- Z pamiętnika poznańskiego nauczyciela (Ji rojîna mamosteyek Poznanî; Novelle 1879)
- Nowele amerykańskie (Vegotinên Amerîkayî)
- Za Chlebem (Nanê bêevînî; 1880)
- Latarnik (Panêrê birca tîrêjî; 1882)
- Bartek Zwycięzca (Serkeftî Bartek; Kurteroman 1882)
- Die Trilogie (hatiye fîlmkirin ji aliyê Jerzy Hoffman), ji:
- Ogniem i mieczem (Bi agir û şûr; 1884); hatiye bi mijarkirin Serhildana Ûkraynayiyan di bin navê Chmelnyzkyj li dijî Desthilatdariya Polon-Lîtwanî
- Potop (Reva rezîl; 1886), behsa şerê Polon û Swêdiyan dike
- Pan Wołodyjowski (Serek Wdyjowski; 1888); Behsa desthilatiya Osmanî dike û barbariya Tirkan tîne zimên. Herwekî di vê pirtûkê de aliyên negatîv ên Îslamê jî rave dike
- Bez dogmatu (Bêî Dogma" 1891)
- Rodzina Połanieckich (Familya Rodzina"; 1894)
- Quo Vadis (Quo vadis. Dema Neron 1896)
- Krzyżacy (Xaçparêz 1900), Behsa Têkçûyîna Tannenberg dike
- W pustyni i w puszczy (Nav çol û bejiyê de; 1912)