Gormiz
Xuyakirin
Gormiz, xerdel navê komekê riwekê ji famîleya selketûran an famîleya teviran (brassicaceae) e. Di pêjgeha kurd de wekî biharbêhn (biharat) tê bikaranîn. Dendikên gormizê tên hişkkirin, hêrandin. Tevlî sosan jî dikin.
Kurd vê biharatê dikirrin, çandiniya wê nakin. Lewra ji ber ku floraya Kurdistanê gelek dewlemend e kurd viya jî berhev dikin, an dikirrin. Tevlî tirşînê dikin, bi gormizê masî û xwarinên din ên ji çêjên deryayê ne, tên amadekirin.
Dendik bêî hêrandinê jî tên bikaranîn. Hêrayiya wê ne zêde tehl e. Di amadekirina xerdelê de baştir e ava sar bê bikaranîn. Avê tevlî dendikên gormiza hêrayî dikin. Ji bo bêhn û taliya wê biçe, sirkeyê jî tevlî dikin.
Cureyên sosa gormizê yên sereke
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Gormiza çêjdar, xerdela nîv-tehl e
- Gormiza Dijonê, ji bajarê fransî Dijonê belav bûye
- Gormiza xwarina masî û çêjên deryayê, xerdele tehl
- Gormiza şîrîn, xerdela sosîsan
- Rotisseur-gormiz, xerdela biraşte û kebabê
- Gormiza îngilîzî, pirr tehl e lewra tiştekê nayê tevlîkirin
- Gormiza Kremsê, ji bajarê Almanya Kremsê belav bûye, hinekê şekir, şerabê jî tevlî dikin
- Mostî, ava triyan û sirke jî tevlî dibe
- Moutarde violette de Brive, xerdeleke markayî ya fransî ye