Here naverokê

Barok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Gotina Barok bi zimanê portûgalî tê wateya "susret". Ev gotin ji bo navê hunerekî ku ji sedsala XVI an de li Îtalyayê (di dema contre-réforman de) destpêkiriye, hetanî sedsala XVIII an li piraniya Ewropayê û li Amerika latîn jî bela bûye tê bikaranîn.

Gotina Barok, bi taybetî ji bo mîmariyê, û her wiha ji bo wêne, pêker, wêje, şano û muzîka wî wextî tê bikaranîn. Awayê barok, hasasiyetê serbest diberde û bi piranî bîntengiyê tîne ziman.