Çewlîg
Navçeya Çewlîgê
Çolîg | |
---|---|
Bingöl | |
Koordînat: 38°53′5″Bk 40°29′45″Rh / 38.88472°Bk 40.49583°Rh | |
Welat | Bakurê Kurdistanê |
Dewlet | Tirkiye |
Parêzgeh | Bîngol (parêzgeh) |
Serbajar | Çewlîg |
Hejmara nahiyeyan | 4 nahiye |
Hejmara bajarokan | 3 bajarok |
Hejmara gundan | 88 gund |
Qada rûerdê | |
• Giştî | 1.790 km2 (690 sq mi) |
Bilindahî | 1.155 m (3789 ft) |
Nifûs (2008) | 131.666[1] |
• Berbelavî | 73,6/km2 (191/sq mi) |
• Serbajar (2008) | 86.113 |
Koda postayê | 12xxx |
Koda telefonê | (+90) 426 |
biguhêre |
Çewlîg, Çolîg an Çebexçûr (bi tirkî, Bingöl) bajarekî li parêzgeha Bîngolê ya Bakurê Kurdistanê ye.
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Navê herî kevn ê bajêr "Srmanc" e ku di çavkaniyên ermeniyan û ereban de ev nav derbas dibe. Navekî din ê bajêr jî Çebexçûr e, di Încîlê de maneya wî tê "ava paqij" yan jî ava cennetê. Nahrî jî navekî din ê bajêr e. Çewlîg û Bîngol jî navên wî yên vê demê ne.
Tarîx
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kronolojî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Berî zayînê:
- 200 dema aramiyan
- 800 dema asûriyan
- 200 dema hukumdarî ya arasiyan
- 38 dema romayiyan
Piştî zayînê:
- 395 dema bîzansiyan
- 636 dema ereban
- 1230 dema selçûqiyan
- 1243 dema moxolan
- 1515 dema osmaniyan
Erdnîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bajar di nav parelelên 41° 20´ û 39° 54´ bakûr û merîdyenên 38° 27´ û 40° 27´ rojhilat de ye. Sînorên bajêr li bakur bi Erzirom û Erzînganê re, li rojava bi Dêrsim û Mezrayê re, li başûr bi Amedê re û li rojhilat jî bi Mûşê ve tê giradan.
Taybetiyên erda bajêr
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Pîvana erda herêmê 8.319 km² ye, ji vê erdê ji % 83,3'yê wê ji çiyayan,ji % 2,3 ji deştan,ji % 2,7 ji zozanan û ji % 11, 7'ê wê jî ji platoyan pêk tê. Ji van erdan ji % 50,7'ê wê ji bo çandiniyê bikêrhatî ye. Tene û garis li herêmê tên çandin.
Avhewa
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji behrê pir bilindtir e, loma jî avhewayeke reşahî û sar li herêmê derbas dibe. Zivistanan sar, dirêj û bi berf, havînan jî hênik derbas dibe.
Çiyayên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Karîr (2.373 m), Şeytan (2.906 m), Çavreş (2.246 m), Serçelîk (2.900 m), Cotela (2.940 m)
Deşt û zozanên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ji ber ku herêm bi piranî çiya ye, deşt û zozan kêm in li herêmê. Bilindbûna zozanan digihîje heta 1.500 m yî, zozanên herî naskirî, wekî Bazirgan, Qandîl, Mirgemir û Masla ne. Deştên herî naskirî jî, deşta Darehênê (60 km²) û deşta Bîngolê (80 km²) ye.
Çem û gol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çemê herî mezin Çemê Miradê ye. Çemê Perî jî çemekî din ê herêmê ye. Li herêmê pir golên biçûk jî li ser çiyayan hene. Bajar navê "Bîngol (hezargol)" ê ji van golan digire. Hinek ji van ev in: Golbehrî, Zirlir, Gola Sar, Haren û hwd.
Serjimarî û Navçeyên Bajêr (2013)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Çewlîg an Çolig (navend) (Bingöl), 143.624
- Azaxpêrt an Azarpêrte (Adaklı), 9.445
- Darahênê an bi zazakî Dara Hêni (Genç), 35.958
- Kanî Reş (Karlıova), 32.212
- Kêxî an Gêẍiye (Kiği), 5.500
- Bongilan (Solhan), 33.535
- Xorxol (Yayladere), 2.144
- Çêrme (Yedisu), 3.096
Tevayiya serjimarî herêmê (tevî gundan) 265.514 e.
Babetên meywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji alî nêçira heywanan ve pir dewlemend e. Heywanên wekî kuze, darbir (semasî), rovî, kîvroşk û kew û qaz ên herî pir in ku li herêmê peyde dibin. Herêm ji alî heywanên kedî ve jî dewlemend e. Piraniya gel bi xwedîkirina heywanan mijûl dibe.
Aborî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Serwetên bin erdê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Çewligê maden kêm in tenê li Gêncê hesin û li Kanî Reşê jî lînyît peyde dibe.
Ciyên turîstîk û gerê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêm ji alî tarîx ve ne pir dewlemend e, li ji alî tebîatê ve çiyên gerê û turîstîk pir in. wek; Mendo, Soğuksu, li Kox, Temaşekirina Rojê tema. Li çiyayên herêmê îmkanên sporên zivistanê jî hene.
Çand û huner
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Ol û civak:
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Piraniya gel misilman e. Elewî û sunnî civaka misilmanan teşkîl dike. Piraniya nifusê ji zaza û kurmancan pêk tê.
Xwarinên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Nan li herêmê ji genim, lê carinan jî ji garis çêdibe. Gel bi piranî "nanê sêlê" dixwe. Li gundan bi piranî dew, mast, şorbe, bilxur û toraq tê xwarin. "Avsîrk" û "keşkeh" xwarinên naskirî yên herêmê ne.
Kincên herêmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gundan jin, şalwarek gulgulî li xwe dikin û bi serde jî kefiyek sipî lê girêdidin. Bi ser şalwar de îşlik û êlek li xwe dikin. Kitanên bi gulan nexşkirî û sipî jî didin serê xwe. Li hinek deveran jî jin "kofî" (ku bi perên hesin xemilkirî ne)" didin serê xwe. Qondere û gorên ji hirî, yên rengîn li nigê xwe dikin.
Zilamên herêmê şalwarên reş li xwe dikin û bi serde jî kefiyên rengin girê didin. Îşlik û çakêt jî bi serde li xwe dikin. Şewqe, kum yan jî kefî didin serê xwe, gorên ji hirî û qondere dikin nigê xwe.