Bakurê Kurdistanê: Cudahiya di navbera guhartoyan de
Kurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
BKurteya guhartinê tine Etîket: Guhartina dîtbarî Guhartina mobîl Guhartina malpera mobîl Guhartina mobîl a pêşketî |
||
Rêz 175: | Rêz 175: | ||
{{Gotara bingehîn|Dîroka Bakurê Kurdistanê}} |
{{Gotara bingehîn|Dîroka Bakurê Kurdistanê}} |
||
=== Pêşdîrok === |
=== Pêşdîrok === |
||
Bakurê Kurdistanê wekê deverên din ên Kurdistanê yek ji cihê herî kevn ên cîhanê ye ku malavaniya mirovahiyê kiriye. Yek ji cih ên herî kevn ên li Bakurê Kurdistanê ku malavaniya mirovahiyê kiriye cihên neolîtîkên wekê [[Newala Çorî]] û [[Girê Mirazan]] e ku dîroka wan ji sedsala 10ê {{bz}} ve vedigere. Niştecihbûnên li herêmê li dora 9000 berî zayînê wekî şûnwarên neolîtîk ên [[Neolîtîka A ya berî Cervaniyê]] li nêzîkî Hewza Îbrahîm (Gola Masiyan) ku li Rihayê ye derketiye holê. Di lêkolînên arkeolojîk ên ku li [[Girê Kortikê]] ya li navçeya [[Bismil]] a Amedê hestiyên mirovên ku hatine dîtin ku dide nîşan ku di 10.400 û 9.250 salê {{bz}} ve jiyana niştecihbûyî li [[Kurdistan]]ê heye. Di lêkolînên arkeolojîk de li heman herêmê li [[Girê Berêçemê]] ku li navçeya Erxenî ya Amedê ye delîlên jiyanê hatiye dîtin ku diroka wî ji 8.000 salên berê zayînê vedigere. Di lêkolînên ku li Girê Heskîfê hatine kirin di lêgerînên arkeolojîk de hatiye dîtin ku jiyana mirovî li Heskîfê ji 3.500 sal berê zayînê heya 12.000 salên berê zayînê diçe. Şûnwarê kevnar a Heskîfê li gel hemî hewlên nerazîbûna li dijî bendavê bi Bendava Heskîfê ku ji aliyê dewleta tirk li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin dimîne di bin avê de. Şûnwarê Heskîfê bi bilind bûna avê re di 20ê gulana sala 2020an de bi temamî di bin avê de winda bûye. |
Bakurê Kurdistanê wekê deverên din ên Kurdistanê yek ji cihê herî kevn ên cîhanê ye ku malavaniya mirovahiyê kiriye. Yek ji cih ên herî kevn ên li Bakurê Kurdistanê ku malavaniya mirovahiyê kiriye cihên neolîtîkên wekê [[Newala Çorî]] û [[Girê Mirazan]] e ku dîroka wan ji sedsala 10ê {{bz}} ve vedigere.<ref>{{Jêder-malper |url=https://www.wmf.org/blog/celebrating-our-new-affiliation-global-heritage-fund/preservation_by_design_partnerships/current_projects/gobekli_tepe_turkey |sernav=All Posts |malper=World Monuments Fund |roja-gihiştinê=2024-10-21 |ziman=en}}</ref><ref>{{Jêder-malper |url=https://web.archive.org/web/20180331174301/http://whc.unesco.org/en/tentativelists/5612/ |sernav=The Archaeological Site of Göbeklitepe - UNESCO World Heritage Centre |malper=web.archive.org |tarîx=2018-03-31 |roja-gihiştinê=2024-10-21}}</ref> Niştecihbûnên li herêmê li dora 9000 berî zayînê wekî şûnwarên neolîtîk ên [[Neolîtîka A ya berî Cervaniyê]] li nêzîkî Hewza Îbrahîm (Gola Masiyan) ku li Rihayê ye derketiye holê. Di lêkolînên arkeolojîk ên ku li [[Girê Kortikê]] ya li navçeya [[Bismil]] a Amedê hestiyên mirovên ku hatine dîtin ku dide nîşan ku di 10.400 û 9.250 salê {{bz}} ve jiyana niştecihbûyî li [[Kurdistan]]ê heye. Di lêkolînên arkeolojîk de li heman herêmê li [[Girê Berêçemê]] ku li navçeya [[Erxenî]] ya Amedê ye delîlên jiyanê hatiye dîtin ku diroka wî ji 8.000 salên berê zayînê vedigere.<ref>{{Jêder-malper |url=https://web.archive.org/web/20200520182027/http://www.sur.bel.tr/tarihce |sernav=Dîroka Bakurê Kurdistanê |malper=web.archive.org |roja-gihiştinê=2024-10-21}}</ref> Di lêkolînên ku li Girê Heskîfê hatine kirin di lêgerînên arkeolojîk de hatiye dîtin ku jiyana mirovî li [[Heskîf|Heskîfê]] ji 3.500 sal berê zayînê heya 12.000 salên berê zayînê diçe. Şûnwarê kevnar a Heskîfê li gel hemî hewlên nerazîbûna li dijî bendavê bi [[Bendava Heskîfê]] ku ji aliyê dewleta tirk li ser [[Dîcle|Çemê Dîcleyê]] hatiye avakirin dimîne di bin avê de. [[Şûnwarê Heskîfê]] bi bilind bûna avê re di 20ê gulana sala 2020an de bi temamî di bin avê de winda bûye.<ref>{{Cite web |url=https://www.nytimes.com/2020/07/05/world/middleeast/turkey-erdogan-hasankeyf-Ilisu-dam.html |sernav="An Ancient Valley Lost to 'Progress'"}}</ref> |
||
Guhartoya 10:06, 21 çiriya pêşîn 2024
Bakurê Kurdistanê yek ji çar beşên Kurdistanê ye ku beşa herî mezin ê Kurdistanê ye. Li Bakurê Kurdistanê nêzîkî 25-30 milyon kurd dijîn.[1] Bakurê Kurdistanê îro di nava sinorê Tirkiyeyê de maye ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem de bi parçekirina Kurdistanê hatiye damezrandin. Jiber zext û astengkirina li ser çand û zimanê kurdî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk tê[2] li Tirkiyeyê nakokiyên rewşa Bakurê Kurdistanê û nakokiyên statûya Bakurê Kurdistanê berdewam dike.[1] Hinek caran ji bo Bakurê Kurdistanê bêjeya Kurdistana Tirkiyê jî tê bikar anîn. Bakurê Kurdistanê beşa herî zêde yê Kurdistanê ye ku bi awayeke tundî hatiye asîmîlasyon kirin, guhertina demografîk hatiye pêk anîna û polîtîkayên valakirinê hatiye kirin.
Etîmolojî
Bakurê Kurdistanê bi naveke erdnîgarî yê ku beşa herî bakurê Kurdistanê destnîşan dike hatiye binavkirin.
Bakurê Kurdistanê navê ji navê xwe ji navê Kurdistanê wergirtiye ku navê Kurdistanê ji du peyvên hevgirtî yên kurd ku kurdan desnîşan dike û ji peyva îstan pêk tê ku peyveke îranî ye ku cih an welatan destnîşan dike. Bi her du peyvên hevgirtî yên kurd û îstan navê Kurdistanê derdikeve ku welatê kurdan destnîşan dike an jî tê wateya welatê kurdan.
Erdnîgarî
Rûerd
Bakurê Kurdistan welatekî çiyayî ye ku herêm xwedî deşt û çiyayên bilind in. Lûtkeya herî bilind ê Bakurê Kurdistanê Çiyayê Agiriyê ku bilindahiya çiyayê digihîje 5.137 mêtreyê.[3] Duyem lûtkeya herî bilind ê Bakurê Kurdistanê Çiyayên Cîloyê ye ku bilindahiya çiyayê gihiştiye 4.116 mêtreyê. Sêyem lûtkeya herî bilind bi bilindahiya 4.058 mêtre Çiyayê Sîpanê ye. Bakurê Kurdistanê çavkaniya her du çemên girîng ên wekê çemên Dîcle û Firatê ye. Yek ji çemên girîng ê Bakurê Kurdistanê Çemê Miradê ye ku li gel Çemê Reş a Ezirganê yek ji çavkaniyên girîng ê Firatê ye. Gola herî mezinê Bakurê Kurdistanê Gola Wanê ye ku bi rûava 3.713 km² gola herî mezinê Kurdistanê ye.[4] Piştî Gola Wanê çend golên çêkirî yên wekê Bendava Ataturkê ku gola çêkirî ya herî mezin ê Bakurê Kurdistanê ye û Bendava Kebanê ye ku di nav sinorên parêzgehên Riha û Xarpêtê de hatine avakirin. Li gel herêmên çiyayî li herêmên jorîn deştên bilind ên tektonîk jî hene. Deştên sereke yên herêma jorîn Deşta Mûşê, Deşta Îdirê û Deşta Ezirganê ye. Li herêma jêrîn jî deşta berfirehê Deşta Heranê cih digire. Rêzçiyayên Toros ên Başûr Kurdistanê ji rojava ve ber bi rojhilat ve dike du beş. Toros ji li herêma jêrîn ji bajarê Gurgumê ve dest pê dikin û ber bi rojhilatê ve heya Colemêrgê dirêj dibin. Bi dawî bûna Torosan rêzeçiyayên Zagrosan dest pê dikin. Li herêma Colemêrgê çiya bilind û asê dibin ku bilindahiya wan digêje 4000 mêtreyan.[5]
Toros ji aliyê avhewa ve Başûrê Kurdistanê ji hevdu diqetîne. Wê dike dû cih ên wekê bakur û başûrê Torosan.[6]
Bakurê Torosan
Li bakurê Torosan, ji başûr ve ji bajarên Mereş û Semsûrê û ji bakur ve jî, ji bajarê Sêwasê heta Qers û Agiriyê tev çiya, zozan banî, gelî û di nav wan de navrast û deşt hene. Divê herêmê de piraniya çiyan ber bi rojava û rojhilat ve rasrtenhêv in. Ji ber vê yekê ji çûn û hatin hêsan e. Herêm gelekî bilind e. Çiya ji 3000 m. danakevin. Past û deştên herêmê jî, ji 1500 m. bilintir in. ji rojava ber bi rojhilat ve çiyayên Munzir, Dêrsim, Mûrad, Keşîş, Pelandokan û Tendûrekê hene. Nêzîkî gola Wanê çiyayen Sîpan, Nemrûd û ber bi jor û rojhilat ve jî, Agiriyên Mezin û Biçûk serîhildane. Agirî, Sîpan, Nemrûd û Tendûrek volkanên vemirî ne. Agiriyê Mezin çiyayê Kurdistanê yê herî bilind e. Bilindiya wî 5165 metre ye. Serê wî hertim bi berf, qeşa û mij e. Li ser wî kovikên volkanik hene. Navên wan Bêçare ne. Li van çiyayên bilind havinan jî berf heye.
Ji Bajarê Colemêrgê heta Agirî, Qers, Erzîrom, Çewlîg, Xarpêt û Dêrsimê zozanên têrcayir û mezin hene. Li dorhêla Çewlîgê Zozanê Şerefdînê bi nav û deng e. Deştên Melediyê, Xarpêt, Mûş, Zêdikan, Ezirgan, Erzîrom, Pasîn û Îdirê di nav van çiya û zozanên de ne.
Başûrê Torosan
Li başûrê Torosan, piraniya rûber deşt, berrî û rast e. Germiyan e. Di vê herêmê de ji Dilûk û Rihayê heta Siwêrekê cîh bi cîh rûerd bi girik e. Piştî Siwêrekê çiyayê Qerecdaxê dest pê dike û ew jî digihê çiyayê, Mazî û Mêrdînê. Qerecdax di nav deşta Riha û Amedê de bi serê xwe ye. Ew 1938 m. bilind e. Kevirên wê ress in. Di çiyayê Mazî de jî, mirov rastî hinek girikên volqanîk tê. Li herêma Botan çiyayên Herekol û Cudî hene. Ev rêza çiyan gelek ase û bilind in. Ber bi Kurdistana Başûr û ya Rojhilat ve diçin. Di vê herêmê de çûn û hatin gelek zehmet e.
Li rojava deşta Dîlokê (Entebê) û ya Tilbişarê, li dorhêla Amedê jî, deşta Gewran û ya Amedê hene. Deşta Gewran di navber a Erxenî û Qerecdaxê de cîh digirê. Gewran 15.000 hektar berfireh e.
Çemê Dicleyê deşta Amedê dike du cîh. Beşa navbera Qerecdax û Diclê, axa wê lavên bazalt e. Ji çandinê re ne baş e. Lê, ji çêra heywanan re gelek baş e. Axa li rojhilatê Diclê ji çandinê re gelek bi ber e. Gundên rojhilatên Diclê mezin û gelek in. Deşta Amedê 40.000 hektar fireh e.
Li herêma Rihayê berriya Heranê heye. Heran ji aliyê tene (dan) û dirokî ve bi nav û deng e. Li herêma Mêrdînê ji berriya Mêrdînê gelek mezin û bi ber e. Ev deşt û berriyên Kurdistanê embarên tene ne.[7]
Parêzgeh û navendên parêzgehên Bakurê Kurdistanê
Avhewa
Toros wekî dîwarekî bilind û dirêj nahêlin ku ew bayên hênik ên bi baran dakevin başûrê wan. Li bakurê Torosan rûerd gelekî bilind e. Piraniya rêerd çiya û zozan in. Ji vê herêmê re Kurd dibêjin Serhed. Havîna herêma Serhedê kin e. Germayî li zozan û çiyayên herêmê 25-30 pile ye. Piraniya xelkê Serhedê û herêma bakur havînan bi mal û heywanên xwe ve koç dikin û diçin zozanan. Heta payizê li zozanan dimînin. Biharan hewa nerm û bi baran e. Zivistanan jî li vê herêmê eyam gelek sar e. Heta 24-30 pileyan dadikeve binê sifirê. Erzirom û Qers, bajarên herî bilind û sar yên Kurdistanê ne. Bi mehan berf li erdê dimîne û caran rê tên girtin.
Zivistanan li herêmên çiya û bilind wekî Wan, Şirnex, Sêrt, Colemêrg, Erzirom û Qersê berf gelekî dibare û ji çiyan aşît tên xwarê. Carnan gund û bajar di bin aşîtan de dimînin.
Li rojavayê, li herêmên bajarên Elezîz, Meledî, Semsûr û Mereşê rûerd hewqas ne bilind e. Her çiqas çiya û girik hebin jî, rûerd navrast e. Baran zêde dibarê û germ e.
Rêza Torosan nahêlin ku ji başûr ve jî, ji deşta Suriyê, ba û hewayê germ ber bi bakurê Kurdistanê here. Ji ber vê yekê havîn li herêma başûrê Torosan gelek germ û ziwa ye. Havînan li bajarên Dîlok, Riha, Amed û Mêrdînê gelekî germahî heye. Germahî li siyê 40 - 45 pile ye. Zivistanan jî li vê herêmê baran dibarê. Lê, berf kêm e. Sermayeke hişk û zuha heye. Ji bilî çend deşt, rast, navrast û beriyan, Kurdistan welatekî çiyayî ye. Çiya, cih û avhewaya Kurdistanê mercên dar û daristanan çêdikin. Berê piraniya çiya û herêmen Bakurê bi daristan bûn. Ji ber xizanî û nezaniyê sal bi sal xelk dar û beran dibire û ji bo şewatê bi kar tînin. Ji aliyê din ve li herêmên ku erd û zevî kêm in, daristanan dibirin û cîhên wan dikin erd. Li wir çandiniyê dikin. Di van salên dawî de dewleta Tirk ji bo şikandina şerê gerîlla agir berdidin daristanên Bakur û ew dişewtînin. Li Bakur darên berû, mazî, benav, benîşt, qizwan, hevirs û merx hene. Li ber çem û cihên avî ji darên gûz, spîndar û bih jî gelek in.
Dîrok
- Gotara bingehîn: Dîroka Bakurê Kurdistanê
Pêşdîrok
Bakurê Kurdistanê wekê deverên din ên Kurdistanê yek ji cihê herî kevn ên cîhanê ye ku malavaniya mirovahiyê kiriye. Yek ji cih ên herî kevn ên li Bakurê Kurdistanê ku malavaniya mirovahiyê kiriye cihên neolîtîkên wekê Newala Çorî û Girê Mirazan e ku dîroka wan ji sedsala 10ê b.z. ve vedigere.[8][9] Niştecihbûnên li herêmê li dora 9000 berî zayînê wekî şûnwarên neolîtîk ên Neolîtîka A ya berî Cervaniyê li nêzîkî Hewza Îbrahîm (Gola Masiyan) ku li Rihayê ye derketiye holê. Di lêkolînên arkeolojîk ên ku li Girê Kortikê ya li navçeya Bismil a Amedê hestiyên mirovên ku hatine dîtin ku dide nîşan ku di 10.400 û 9.250 salê b.z. ve jiyana niştecihbûyî li Kurdistanê heye. Di lêkolînên arkeolojîk de li heman herêmê li Girê Berêçemê ku li navçeya Erxenî ya Amedê ye delîlên jiyanê hatiye dîtin ku diroka wî ji 8.000 salên berê zayînê vedigere.[10] Di lêkolînên ku li Girê Heskîfê hatine kirin di lêgerînên arkeolojîk de hatiye dîtin ku jiyana mirovî li Heskîfê ji 3.500 sal berê zayînê heya 12.000 salên berê zayînê diçe. Şûnwarê kevnar a Heskîfê li gel hemî hewlên nerazîbûna li dijî bendavê bi Bendava Heskîfê ku ji aliyê dewleta tirk li ser Çemê Dîcleyê hatiye avakirin dimîne di bin avê de. Şûnwarê Heskîfê bi bilind bûna avê re di 20ê gulana sala 2020an de bi temamî di bin avê de winda bûye.[11]
Her çend dîroka hemû kurdan têkildarî hemû kurdan be jî, her parçeyekê Kurdistanê xwedî ciheke taybete di dîroka Kurdistanê de. Heta îlankirina komara Tirkiyeyê jî qedera her sê parçeyên Kurdistanê (rojava,başûr,bakur) wek hev bû û ji bo qedera xwe ya sedsala bi li benda rûxandina Împeratoriya Osmanîyan bû.[12] Piştî Şerê cîhanî yê yekem, împeretoriya Osmaniyan ji gelek aliyan ve hatiye dagir kirin ji aliyê dewletên Ewropayî ve. Hêj şerê cîhanî dewam dikir, herêmên Yemen, Iraq û Sûrî ji dewleta Osmanî ve hatin qetandin.[13][14] Li vir Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî ketin bin mandateriya Brîtaniyan li van welatan. Li van herdu welatan ji aliyê Brîtaniyan û bi destê ereban du dewlet hatin ava kirin û micadeleya kurdên van parçeyan hem li gel Ingilîzan hem jî li gel van dewletên ereban bû. Piştî şerê cîhanî yê yekem jî Bakurê Kurdistanê û Anatolya ji aliyê dewletên Ewropayî ve hatin dagir kirin. Di encamê de 10ê tebaxa 1920ê de di navbera dewletên Ewropayî û Osmaniyan de Peymana Sevrê hatiye destnîşan kirin. Bi dûçûna vê peymanê di navbera Anatolya û Îranê de avabûna du dewletan dihate hatiye pejirandin.[15] Bajarê Wanê wek sinorek bimîne, li rojava û başûrê Wanê biryara herêma xweser ya Kurdistanê û li bakurê Wanê biryara herêma xweser ya Ermenistanê hatibû destnîşan kirin.[16]
Aborî
Çavkanî
- ^ a b bianet.org. "bianet.org" (bi tirkî).
- ^ "Explore Turkish Kurdistan". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ Yılmaz, Y.; Güner, Y.; Şaroğlu, F. (1 çiriya pêşîn 1998). "Geology of the quaternary volcanic centres of the east Anatolia". Journal of Volcanology and Geothermal Research. 85: 173–210. doi:10.1016/S0377-0273(98)00055-9. ISSN 0377-0273.
- ^ "Lake Van | Turkey, Map, History, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.
- ^ Cheterian, Vicken (2015). Open Wounds: Armenians, Turks and a Century of Genocide. Oxford and New York City: Oxford University Press. p. 65. ISBN 978-1-84904-458-5. As a result of policies such as these, the expression Armenian Plateau, which had been used for centuries to denote the mountainous highlands around Lake Van and Lake Sevan, was eliminated and replaced by the expression 'eastern Anatolia'.
- ^ dpumekatronik (1 gulan 2020). "Hidroelektrik Üretimi En Fazla Hangi Bölgede?". dpumekatronik.com (bi tirkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "Taurus Mountains | mountains, Turkey | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "All Posts". World Monuments Fund (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "The Archaeological Site of Göbeklitepe - UNESCO World Heritage Centre". web.archive.org. 31 adar 2018. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.
- ^ "Dîroka Bakurê Kurdistanê". web.archive.org. Roja gihiştinê 21 çiriya pêşîn 2024.
- ^ ""An Ancient Valley Lost to 'Progress'"".
- ^ "Kurdistan | History, Religion, & Facts | Britannica". www.britannica.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "Learn About Kurdish History". The Kurdish Project (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "Timeline: The Kurds' Quest for Independence". Council on Foreign Relations (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "Who Are the Kurds?". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.
- ^ "The Government of the Republic of Western Armenia (Armenia) – Official website". gov-wa.nt.am. Ji orîjînalê di 15 nîsan 2023 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 nîsan 2023.