Bilêvkirin

biguhêre

Rengdêr

biguhêre
Pozîtîv Komparatîv Sûperlatîv
hov hovtir herî hov
hovtirîn

hov

  1. wehşî, dirinde, ne mirovane, ne medenî, barbar, kûvî, nemirov, heywan, horrim
    Kurê min, xwe ji wan hovan dûr bixe.

Etîmolojî

biguhêre

Hevreha farisî خشم(xişm, kerb, hêrs) (>kurdî xişim), farisiya navîn 𐫟𐫏𐫢𐫖(xêşm), avestayî 𐬀𐬉𐬱𐬆𐬨𐬀(aēšəma), proto-îranî *HáyšHmah, ji proto-hindûîranî *HáyšHmas, ji proto-hindûewropî *h₁óysh₂-mo-s, ji *h₁eysh₂- (xurt kirin; pal dan pêş) + *-mos. Hevreha yûnaniya kevn οἶμα (oîma, lezekê). Wek *eyşm > *hêşm > *hûşm (guherrîna /ê/ > /û/) >> *hûhv (wek di *çeşm > çehv) > hov (wek di suhtin > sotin); guherrîna dengî dibe wisan bûbe da bi heyv, hîv tevlihev nebe. Tenê di kurdiya bakurî da peyda dibe, zazakî hov ji kurmancî hatiye deynkirin.

Ev bêje herwihan navkê dêwekî bû (ku jê çê bûye herwisan Asmodeus, navkê dêwekî navdar; tê pêş niyan ku ji avestayî *𐬀𐬉𐬴𐬨𐬀𐬛𐬀𐬉𐬎𐬎𐬀(*aēṣ̌madaēuua, hov dêw) ye) û guherrînka ramanê dibe ji ber pê bestina bi lawiran pêk hatibe.

Pêbestiyên bi xof an kovî tûşî pirsgirêkên dengnasiyê dibin.