Gustave Le Bon
Charles-Marie Gustave Le Bon (jdb. 7ê gulana 1841 li Nogent-le-Rotrou - m. 13ê kanûna pêşîn a 1931 li Parîs) nojdar, mirovnas, derûnnas, civaknas û dahênerekî fransî bû.
Gustave Le Bon | |
---|---|
Jidayikbûn | 7 gulan 1841 Nogent-le-Rotrou (Eure-et-Loir) |
Mirin | 13 kanûna pêşîn 1931 Parîs |
Cihê goristanê | goristana Père-Lachaise |
Hevwelatî | Fransa |
Perwerde | |
Pîşe |
|
Xebat | |
Bandorbar | |
Meqam | |
Xelat | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Ew yek ji damezirînerê derûnnasiya girseyî, şaxek ji derûnnasiya komî tê hesibandin. Berhema wî ya ku herî tê zanîn pirtûka Psychologie des foules e ku di 1895 de hate weşandin. Bandora Le Bon a li dû paşerojê, bi zanistî li ser Sigmund Freud û Max Weber, bi taybetî di warê ramyarî de li ser nasyonalsosyalîstan û serkesên wê, mezin bû.
Jiyana wî
biguhêreCharles-Marie Gustave Le Bon di 7ê gulana 1841an de li Nogent-le-Rotrou, Center-Val de Loire ji dayik bû. Malbat bi eslê xwe breton bûn, bavê wî di hikûmeta Fransî de karmendek parêzgehê bû.
Di 1848an de Le Bon krîza şoreşa Sibatê û Komuna Parîsî 1871ê bi çavên xwe dît, her du bûyer jî diyar e ku bandorek navendî li ser berhema wî heye.