Indira Gandhi
Indira Priyadarshini Gandhi (b. 19ê Çiriya Paşîn 1917 – m. 31ê Çiriya Pêşîn 1984), siyasetvan û yekemîn jina serokwezîr li Hindistanê bû ko du caran ew post bi dest anî, cara pêşîn ji Kanûna Paşîn ya sala 1966ê heta Adara 1977ê û cara duyê ji Kanûna Paşîn ya 1980ê heta dawiya jiyana xwe li Çiriya Pêşîn ya 1984ê. Heta niha jî çi jineka dî nebûye serokwezîra wî welatî û bil ji ya babê wê, heyama serokwezîriya çi kesekî jî ji ya wê dirêjtir nebûye. Ew keça Jawaharlal Nehru (Cewahir Lal Nehro) serokwezîrê herî pêşîn yê Hindistanê bû. Kurê wê, Rajiv Gandhi, jî paştir bû serokwezîzê Hindistanê.
Minister of External Affairs (en) | |
---|---|
- | |
P. V. Narasimha Rao (en) Rajiv Gandhi (en) | |
Prime Minister of India (en) | |
- | |
Charan Singh (en) Rajiv Gandhi (en) | |
Minister of Defence (India) (en) | |
- | |
Chidambaram Subramaniam (en) R. Venkataraman (en) | |
Minister of Defence (India) (en) | |
- | |
Swaran Singh (en) Bansi Lal (en) | |
Minister of Home Affairs (en) | |
- | |
Yashwantrao Chavan (en) Uma Shankar Dikshit (en) | |
Minister of Finance (en) | |
- | |
Morarji Desai (en) Yashwantrao Chavan (en) | |
Minister of External Affairs (en) | |
- | |
M. C. Chagla (en) Dinesh Singh (en) | |
Prime Minister of India (en) | |
- | |
Gulzarilal Nanda (en) Morarji Desai (en) | |
Minister of Information and Broadcasting (en) | |
- | |
Satya Narayan Sinha (en) Kodardas Kalidas Shah (en) | |
Member of Rajya Sabha (en) | |
- | |
Member of the 7th Lok Sabha (d) | |
Member of the Lok Sabha (en) |
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Raj Ghat and associated memorials (en) |
Navê rastî |
इन्दिरा प्रियदर्शिनी गान्धी |
Hevwelatî | |
Cîwar |
Delhiya Nû, Raebareli (en) |
Perwerde | |
Pîşe | |
Malbat |
Nehru–Gandhi family (en) |
Bav |
Jawaharlal Nehru (en) |
Dê |
Kamala Nehru (en) |
Hevjîn |
Feroze Gandhi (en) (ji heta ) |
Zarok | |
Xizm |
Sonia Gandhi (en) (daughter-in-law) |
Qada xebatê | |
Partiya siyasî |
Indian National Congress (en) |
Endama |
National Flag Presentation Committee (d) () |
Xelat | Lîsteya berfireh Honorary doctorate of Taras Shevchenko National University of Kyiv (d) Honorary doctor of Waseda University (d) Order of the Rose (d) Honorary citizen of Kyiv (d) Bharat Ratna () Honorary doctor of the Sorbonne Nouvelle University (d) () Gold Olympic Order (d) () Lenin Peace Prize () Jawaharlal Nehru Award for International Understanding () Order of José Martí () |
Indîra di salên 1947ê heta 1964ê da, wekî alîkara babê xwe, ko wê demê serokwezîr bû, xebitî. Ew li sala 1959ê bû seroka Kongireya Neteweyî ya Hindistanê. Piştî mirina babê wê, ew wekî endameka Rajya Sabhayê anko Civata Jorîn hat hilbijartin û di kabîneya serokwezîr Lal Bahadur Shastri da bû wezîra zanyaran û weşanê. Pishti mirina Shastri li sala 1966ê, di hilbijartina seroktiya Partiya Kongiresê da, zora hevrrikê xwe Morarji Desai bir û bû seroka partîyê û bi wî rengî bû serokwezîra Hindistanê.
Wekî serokwezîr, ew bi sehişkiya di danûstandinan da û bi navendîkirina zêde ya desthilatê dihat niyasîn. Wê seba piştevaniya bizava serxwebûna Pakistana Rojhilatê şerr li dijî Pakistanê dest pê kir. Ew di şerrî da bi ser ket û li encama wî şerê dewleta Bengladeş hat avakirin. Hêza Hindistanê jî li herêmê zêde bû û bû hêza serdest anko hegemon ya Başûrê Asyayê. Bi mihaneya cidaxwaziyê û li dijî bangewazeka ji bo serhildanê, Indîrayê rewşa awarte ragehand, ku ji 1975ê heta 1977ê dewam kir. Di wan du salan da azadîyên medenî bertesk kirin û ragehandin jî hat sansorkirin. Zordarîyên berfireh hatin kirin. Li sala 1980ê, piştî hilbijartinên azad û bêlayenane, ew dîsa wekî serokwezîr hat hilbijartin. Ew bi destê pasevanekê xwe û neteweperwerên sîk hat kuştin.