Lîsteya dengên heywanan
Xuyakirin
Ev lîsteya dengên heywanan e. Di vê lîsteyê de bêjeyên ku di zimanê Kurmancî de ji bo tesmîlkirina deng û vokalîzasyonê heywanan hene. Pirraniya bêjeyên ku di lîsteyê de di forma lêkeran de ne.
Lîsteya dengên heywanan
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wêne | Heywan | Ravekirin |
---|---|---|
Beq | wîre wîr | |
Bilbil | fîtîn, wîçînî | |
Bizin/Mî | merîn, meremer | |
Çêlek/Ga/Nogin | orîn, oreor | |
Çeqel/Wawik/Torî | wawîn, borîn, boreor | |
Çirçirk | çirçirîn, çîreçîr, çîzeçîz | |
Çivîk | çivteçivt, çiveçiv | |
Dîk | quququqû, qîq qîq | |
Elok | bilebil | |
Eylo | qaraqar | |
Gur | lûrîn, qorîn | |
Hesp | şihîn, hîrrîn | |
Hirç | borîn, boreor | |
Hiseynok/Şeytenok | mirçemirç | |
Jijû | pistepist | |
Ker | zirîn, zirezir | |
Kevok | kotekot | |
Kêvrûşk | ||
Kûçik | ewtin, hew-hew, hewtin | |
Kund | kokok | |
Mar | ||
Mêş/Biznik | bizebiz | |
Mêşhingiv/Zeremoz | bizebiz | |
Mirîşk | kirtekirt, qidqid | |
Pepûk | pûpû | |
Pez/Bex | mee | |
Piling/Pars | borîn, boreor | |
Pişîk | miyaw, newe-new | |
Qaz | qireqir | |
Qijik/Zaq | qîjîn | |
Qirika reş | qîrîn | |
Şêr | borîn, boreor | |
Werdek/Sone/Meravî | qidqid | |
Xezal/Ask | orîn, oreor | |
Xinzîr/Beraz | pirxepirx |
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li Wikimedia Commons medyayên di warê Lîsteya dengên heywanan de hene.