Here naverokê

Jyothika

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jyothika
Jyothika (2014)
Navê rastî
Jyothika Saravanan
Jidayikbûn18ê çiriya pêşîn a 1977an (47 salî)
Hevwelatî Hindistan
PerwerdeZanîngeha Mithibaiyê
PîşeAktrîs
Salên çalak1997–2009 2015–niha
HevjînSuriya ​(zw. 2006)
Zarok2
biguhêreBelge

Jyothika Saravanan, (jdb. 18ê çiriya pêşîn a 1977an; Mumbaî, Maharaştra, Hindistan) lîstikvaneke hindî ye ku bi piranî di fîlmên tamîlî û di çend fîlmên telugu, malayalamî, kannadî û hindî de lîstiye. Sê Xelatên Fîlman ên tamîlî Nadu, 4 Xelatên Dinakaran û Xelatên Fîlman ên Tamîlî yên Navneteweyî wergirtiye. Jyothika Saravanan yek ji lîstikvanên herî baş ên Hindistana Başûr e.

Jînenîgarî

Ciyothika, ji bavekî Punjabî û dayikeke Mahareştrî ji dayik bû.[1] Bavê wê Çander Sadanah (derhênerê fîlman e) û dayika wê Sîme Sadanah e. Lîstikvan Nagma nîv-xwîşka wê ye.

Perwerdeya xwe li Akademiya Fêrker, Mumbai qedand. Piştre li Mumbaî yê beşa psîkolojiyê li Zanîngeha Mithibaiyê xwend. Xwişka wê bi navê Roşînî û birayekî wê bi navê Suraj jî heye. Birayê wê wek alîkarê midûr ê Priyadarşanê wezîfe kiriye.

Jyothika di 11ê îlona 2006an de bi aktorên fîlmên hindî Suriya re zewici.[2] Ciyothika bi hevjîna xwe re di fîlmên Poovellam Kettuppar, Uyirile Kalanthathu, Kaakha Kaakha, Perazhagan, Maayavi, June R û Sillunu Oru Kaadhal de lîstiye.[3]

Fîlmografî

Çavkanî

  1. ^ ""Suriya Never Stopped Me From Working Post Marriage," Says Jyotika". JFW Just for women (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 nîsan 2021.
  2. ^ "Tamil movies : Highlights of Surya-Jyothika wedding". www.behindwoods.com. Roja gihiştinê 30 nîsan 2021.
  3. ^ "Bright light falls on Surya -Jyothika". archive.is. 9 tîrmeh 2012. Roja gihiştinê 30 nîsan 2021.

Girêdanên derve