Here naverokê

Tawisê Melek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 02:15, 28 sibat 2013 ya ji aliyê PixelBot (gotûbêj | beşdarî) (r2.7.3) (robot jêbirin: mt:Tawess Malik) ve


Tawusî Melek an Tawisî Melek an jî Tawusê Melek[çavkanî hewce ye] gorî ola êzdiyan melekê herî pîroz e. Êzdî bawer dikin ku Tawusî Melek jî nola melek Ezraîl melekekê ku rihê mivov ji bedenê distandîbû[çavkanî hewce ye].

Gorî êzdiyan afirandina mirovahî wiha tê bawer kirin: „Di bawerîya Êzîdiyan de piştî Xwedê heft Milyaket efirandin, gote wan: Sicûde û kirnoşê ji ti kesî re nekin, ji xeynî min! Lê dema qalibê Adem xuliqand, gote Milyaketan: ”werin, sicûdê jibo qalibê Adem bikin, ta gîyan bê ber.” Şeş Milyaketan sicûde ji Adem re kirin, lê Ezazîl sicûde nekir. Xwedê te’ala gote wî: Tu çima sicûde ji Adem re nakî? Ezazîl got: ”Rebê min, te şîret li me kirîye û min ew şîret ji bîr nekirîye, sicûde bo te bitenê ye Ezîzê min”. Vêca Xwedê Ezazîl xelat kir û Tokê zêrîn, kû Tokê Êzî ye, di situyê wî de kir û gotyê: ”Here, min te kirye serokê Milyaketan û navê te Tawisî-Melek e, anko serokê Milyaketan. Jiber vê yekê jî kû heya niha jî her Êzîdîyek vê Tokê lixwe bike û dibêjinê ” Toka Êzî ” yan jî carne Toka Tawisî-Melek. Mebesta Xwedê ji vî Tokê jî xelatkirina Tawisî-Melek bû.“(Pîr Xidir Slêman, birêna Çavkanî). Jiber hindê jî, êzdî bawer dikin ku Tawusî Melek nûnerê Xwêdê ye li ser erdê û salê carekê, di çarşemba yekê ya meha nîsana rojhelatê de, tê xwarê ser erdê û ew roj jî, li cem êzdiyan dibê cejna serê sala nû û wek Çarşema Sor tê pîroz kirin[çavkanî hewce ye].

Çavkanî

Pîr Xidir Slêman: Milyaket di bawerîya Êzîdiyan de; http://yeziden.de/248.0.html (29.11.2012).