Here naverokê

Qiyamet

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Qiyamet an jî roja piştdawiyê ((erebî)) yom al-qiyamah) wekî bêje tê wateya "nûvejîn" û bi ola îslamê ve derbasî zimanê kurdî bûye.

Di gelek baweriyên olî de baweriya qiyametê hene. Herçendî ji hev gelek cuda bin jî tê îdîakirin ku ev bawerî ji ola Zerdeştîyê derbasê olên Rojhilata Navîn bûye. Lê bi gelek guhertinan.

Qiyamet di ola îslamê de

Di pirtûka pîroz a ola îslamê, Quranê de qiyamet wekî "roja ku jiyana li rastegîniya cîhanê bidawî dibe, mirov ji bo darizandinê tên zindîkirin" tê şîrovekirin. Baweriya qiyametê yek ji baweriyên bingehîn tê hesibandin. Gorî ola îslamê çi misilman çi ne misilman, hemî mirov tên darizandin û gorî xêrû gunehên xwe yan bi cezayê dojehê yan jî bihuştê tê xelatkirin.

Herwekî behsa Pira Siratê kirin ku "ji mû ziravtir, ji şûr tûjtir" e. Heger kiryarên mirov ên baş hebin mirov bêî astengî ji vê pireyê derbasdibe û diçe bihuştê. Heger nîne, mirov dikeve nav agir û pêtê, ango dojehê.