Kuştina Narîn Guran
Kuştina Narîn Guran | |
---|---|
Cih | Gundê Cullî, Rezik, Amed |
Dîrok | 21ê tebaxa 2024an |
Hedef | Narîn Guran (Narin Güran) |
Cureyê êrîşê | Xeniqandin |
Qurbanî | 1 |
Êrîşkar | Salim Guran (di qonaxa lêpirsînê de ye) |
Sedem | Ne diyar e |
Lêpirsîn | Berdewam e |
Biryara dadgehê | Ne diyar e |
biguhêre |
Kuştina Narîn Guran bûyera êrîşeke ku li dijî zarokeke keç a 8 salî ya bi navê Narîn Guran pêk hatiye û di encamê de bûye sedema kuştina wê.[1] Bûyer li gundê Cullî yê bi ser navçeya Rezika Amedê (Bakurê Kurdistanê) di 21ê tebaxa sala 2024an de qewimiye.[1] Di 21ê tebaxa sala 2024an de ji aliyê malbata wê ve windabûna bi rayedarên bajêr hatiye parvekirin. Piştê lêgerîn û lêpirsîna 19 rojan bi lixwe mikurhatina yek ji gumanbarên kuştina Narîn Guran laşê wê di 8ê îlona sala 2024an de di cihê ku lê hatiye veşartin di nav çemê ku nêzîkî du kîlometre dûrî gund e hatiye dîtin. Berpirsiyarên kuştina Narîn Guran hê jî nehatine eşkerekirin. 24 gumanbarên ku ji bo kuştin Narîn Guran hatine desteserkirin û hatine girtin dayik, bira, mamojin û mamê wê hene ku hê jî di girtîgehê de ne û lêpirsîna wan ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve berdewam dike.[2]
Heya niha di lêpirsînê de tu kes li xwe nehatiye mikur ku kê Narîn Guran kuştiye. Di nav gumanbaran de kesê bi navê Nevzat Bahtiyar li sûcê xwe mukir hatiye ku wî îdîa kiriye ku wî tenê laşê Narîn Guran di nav ava çem de veşartiye.[3]
Pêşveçûyîna lêpirsînê
Tebaxa sala 2024an
21-22ê tebaxê
Piştê ku Narîn Guran ji kursa Quranê vedigere li ser navê windabûna Narîn Guran malbata wê serî li rayedarên bajêr dide.
Li gundê Narîn Guran ji aliyê hêzên ewlekariya bajêr, AFAD (saziyeke sivîl a rewşa awarte) û tîmên tenduristiyê ve lêgerîn hatiye destpêkirin.[4] Bavê wê Arif Guran diyar dike ku şik û gumana wî heye ku keça wî were revandin û ger keça wî were revandin çi pere hewce bike dê ji bo ku keça wî bidine wî ew ê bide. Şimikeke zarokan ku îhtîmal hebû şimika Narîn be sê kîlometre dûrî gund hate dîtin (piştê ku laşê wê hatiye dîtin şimikê wê di tûrika ku laşê wê di nav de bû hatiye dîtin).
24-25ê tebaxê
Dîmenên kamerayan ku Narîn û bi sê dotmamên xwe re ji qursê berê xwe didin mal hatine parvekirin ku tê de dîmenek tê dîtin ku Narîn ji dotmamên xwe cûda dibe û berê xwe dide ber bi mala xwe ve.[5] Malbata wê dide zanîn şimika zarokan ku di 22ê tebaxê de hatiye dîtin ku şimika Narînê nîne û hejmara şimikê hêjmara piyê wê nîne.[6]
Parêzgeriya Amedê li ser malpera xwe ya înternetê di derbarê Narînê de daxuyaniyeke belav dike. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku lekeya xwînê ya ku li ser kevirên gund hatiye dîtin lekeya xwîna zarokeke din e ne ya Narînê ye.[7]
27-28ê tebaxê
Di çarçoveya lêpirsînê de Salim Guran apê Narînê yê ku muxtarê gund e hatiye girtin. Ji aliyê rayedarên bajêr ve di derbarê sedema girtina Salim Guran de tu agahî nehatin parvekirin. Piştê sê rojan di 30ê tebaxê de di derbarê girtina Salim Guran de agahî hatin parvekirin.[8]
Li ser milê birayê Narînê Enes Guran şopên gezkirinan hatiye dîtin û birayê wê hatiye binçavkirin. Enes Guran ji bo tehlîlkirina gezkirina li ser milê wî sewqî Saziya Tiba Edlî ya Stembolê hate kirin.[9]
29-30 tebaxê
Hate ragihandin ku DNAya Narîn Guran di şopa gezkirina li ser milê Enes Guran de nehatiye tesbîtkirin û nehate diyarkirin ka şopa diranê kî ye. Hat ragihandin ku dibe sedema ku şopa DNAyê neyê bidestxistin ji ber ku Enes piştî bûyerê sê caran serê xwe şûştiye.[10] Bavê wî Arif Guran û mamê wê Alî Riza Guran di derbarê şopên gezkirinên li milê Enes Guran wiha gotin: “Roja ku Narîn winda bû û lê geriyan, Enes Guran dilgiraniya wî ket, telefona xwe avête erdê, şikand û milê xwe gez kiriye."[11]
Hatiye ragihandin ku di wesayîta girtiyê bi navê Salim Guran de lekeyên xwînê hene û li gorî analîzan ev lekeyê xwîna Narîn Guran e û ji ber vê sedemê Salim Guran di 27ê tebaxê de hatiye girtin.[12] Di 30ê tebaxê ji aliyê wezareta navxweyê di derheqê belavkirina nûçeyên kuştina Narîn Guran qedexeya weşanê hate ragihandin.[13]
31ê tebaxê
Tevahiya malbatê ji bo îfadeya wan hatin vexwendin. Piştî îfadeyê dê û bav serbest hatin berdan û ferdên malbatê ku hatine binçavkirin man di bin binçavkirinê de.[14]
Îlona sala 2024an
1-2ê îlonê
Agahiyên di derbarê Salim Guran a girtî de di çapemeniyê de cih girtin.[15] Hatiye ragihandin ku Salim Guran hemî tomarên name û axaftinên têlefona xwe jê biriye. Serokê RTUKê (saziyeke dewleta tirk e ku saziyên medyayê kontrol dike) hişyarî da hemî çapemeniyan gotiye çapamenî ku li dijî qedexeya weşanê tevbigerin dê bi cezayên giran re rûbirû bimînin.[16]
Di çapemeniyê de hatiye ragihandin ku Salim Guran ê di binçavkirinê de îfadeyên bi nakok daye û 15 xulek piştê ku Narîn dawî Narîn hatiye dîtin winda bûye wesayîta xwe bilez ajotiye û têlefona wî seatek hatiye girtin. Derbarê Salim Guran de ji ber şopên DNA yên Narîn di wesayîta wî de û qeydên telefonê û peyamên li ser telefona wî hatine jêbirin, biryara girtinê hatiye dayîn.[17][18]
7-8ê îlonê
Di çapemeniyê de hatiye ragihandin ku xeberek ji aliyê rayedarên bajêr ve hatiye girtin û di nav çemekî ku 2 kîlomêtre dûrî gund e lêgerîneke berfireh hatiye destpê kirin.[19]
Roja heştê îlonê serê sibê saet di 08:45an de cinazeyê Narîn 2 kîlomêtre dûrî gund di nav çem de ku bi kevir û gulûgiyayê hatiye veşartin hate dîtin.[20] Di heman rojê de 24 kesên ku di nav wan de dayik, bav, bira, mam û melayê gund jî hene hatin binçavkirin. Di rapora destpêkê ya otopsiyê de hatiye diyarkirin ku di laşê Narîn de rizandineke pêşketî heye, dîrok û sedema mirina wê di despêkê de nehatiye tespîtkirin û ti nîşaneyên birîndariyê nehatin nehatiye tespîtkirin.[21] Rûniştvaneke gund bi navê Nevzat Bahtiyar di 8ê îlonê de li xwe mikur hatibû ku laşê Narîn wî di nav çem de veşartiye.
Bertekên li dijî kuştina Narîn
Amed
Piştî ku cinazeyê Narîn a salî hate dîtin di roja 9ê îlonê de li Amedê ji aliyê komelên mafê zarokan û DEM Partiyê ji bo kuştina zaroka kurd Narîn xwepeşandaneke girseyî hatiye lidarxistin. Beşdaran ji rayedaran xwest ku bûyera kuştina Narîn were ronî kirin.[22]
Stenbol
Li Stenbol li Qada Galatasarayê Dayikên Şemiyê û ji bo Narîn û kesên ku winda bûne kom dibin û kulîlk datînin nav hewşa galatasarayê.
Enqere
Li Enqereyê li Taxa Kolejê bi pêşengiya Platforma Jinan a şaxa Enqereyê ji bo kuştina Narîn xwepêşandaneke girseyî hatiye lidarxistin.[23]
Çavkanî
- ^ a b "Narîna 8 Salî di Newalekê de Kuştî Hate Dîtin". Voice of America. 8 îlon 2024. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Di çarçoveya lêpirsîna Narîn Gûran de 21 şikbar hatin binçavkirin". euronews (bi tirkî). 8 îlon 2024. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ "Kuştina Narîn Gûran: Li mala îtîrafkar Nevzat Bahtiyar lêgerîn hate kirin". Artı Gerçek (bi tirkî). 17 îlon 2024. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Ji bo Narîn a 8 salî lêgerîn hat destpêkirin". DHA | Demirören Haber Ajansı (bi tirkî). 22 tebax 2024. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ "Gelo Narîn a 8 salî hatiye revandin? Dîmenên wî yên dawî beriya wendabûnê derkete holê". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ Duvar, Gazete (24 tebax 2024). "Wezîrê navxweyî bi bavê Narîn Guran re axivî" (bi tirkî). Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ "25.08.2024 BASIN AÇIKLAMASI (Kayıp Çocuk Narin Güran Hk.)". www.diyarbakir.gov.tr. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ "Di derbarê Narîn Guran a 8 salî ku li Amedê winda bûye çi tê zanîn?". BBC News Türkçe (bi tirkî). 27 tebax 2024. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ "Birayê Narîn di binçavan de ye: Li milê wî şopa gezkirinê heye". Artı Gerçek (bi tirkî). 28 tebax 2024. Roja gihiştinê 21 îlon 2024.
- ^ "Nûçeyên kêliyên dawî: Narîn Guran a li Amedê winda bibû hat dîtin? Serdozgeriyê talîmat da! Mamê Narînê yê winda hat binçavkirin". Sabah (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Serokê Baroya Diyarbekirê Eren: Di rapora Tiba Edlî ya birayê Narîn Guran de diyar nebû ku gezkirin şopa diranê kî ye". Artı Gerçek (bi tirkî). 29 tebax 2024. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "MSN". www.msn.com. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Di derbarê belavkirin nuçeyên Narîn Guran de qedexe hate ragihandin".
- ^ "Narîn Guran 10 roj e winda ye: Hemî endamên malbata wê hatin binçavkirin". Artı Gerçek (bi tirkî). 31 tebax 2024. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ Duvar, Gazete (20 îlon 2024). "Axaftina telefonê ya di navbera Salim Guran û karkerê wî de hate deşîfrekirin" (bi tirkî). Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Serokê RTUKê ji bo windabûna Narîn Guran bang ji bo qedexeya weşanê bang kir". www.aa.com.tr. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Mamê Narîn Guran hat girtin". www.diken.com.tr. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Apê Narîn Gûran Salim Guran ji ber sûcê 'kuştina bi zanebûn' hat girtin". euronews (bi tirkî). 2 îlon 2024. Roja gihiştinê 22 îlon 2024.
- ^ "Narîna winda hat dîtin? Tîmên ku li Narîn digeriyan, li ser xebera ku hildane ketin tevgerê: Lêgerînên li ser çem zêde bû". www.ntv.com.tr (bi tirkî). Roja gihiştinê 23 îlon 2024.
- ^ "Cenazeyê Narîn hat dîtin! | Video" (bi tirkî). 9 îlon 2024. Roja gihiştinê 23 îlon 2024.
- ^ "Narîn Gûran li gundê ku lê hatiye qetilkirin hat veşartin - Evrensel". web.archive.org. 9 îlon 2024. Roja gihiştinê 23 îlon 2024.
- ^ Kuştina Narîn Guran li Amedê bi Girseyî Hate Şermezar Kirin, 9 îlon 2024, roja gihiştinê 23 îlon 2024
- ^ Jinan li Enqerê Kuştina Narîn Guran Protesto Kir, 10 îlon 2024, roja gihiştinê 23 îlon 2024