Here naverokê

Anksiyete

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Guhartoya 20:22, 2 hezîran 2024 ya ji aliyê Balyozbot (gotûbêj | beşdarî) (Bot: Parametreya tarîx lê hat zêdekirin: {{Bêçavkanî}} {{Çavkanî hewce ye}}) ve
(cudahî) ← Guhartoya kevintir | Guhartoya niha (cudahî) | Guhartoya nûtir → (cudahî)

Endîşe û gumanbariya bêsedem heger gihîştibe radeya neuroz ê jê re anksiyete tê gotin.[çavkanî hewce ye]

Mirov ketiye bin xem, keder, gumanbarî û endişeyeke pirr giran, mixabin mirov êdî nikane sedemê vê rewşê bizane. Li Kurdistanê di nava civakê de ji kesên bi anxiete re dibêjin, "dinya lê reş bûye". Mirov nikane bi hêsanî razê, bi rojê jî hergav di nava pêlên panîkan de ye, jiyan êdî ketiye bin kontrola tirs, xof û anxieteyê. Mirov wisa ketiye bin bandora anxieteyê êdi xwarinê jî bi hêsanî naxwe. Laş jar dikeve.

Pispor dibêjin bingeha vê nexweşiyê digihîje jiyana hezar salan berê ya mirovahiyê. Di jiyanên awarte de organîzmaya mirov dikeve alarmekê û bi vî awayê dixwaze xwe hişyar bihêle û biparêze. Lê heger îro û di jiyanake biewle de mirov wisa be ev êdi nexweşiyek e. Dîsa pispor di wê baweriyê de ne ku, sedemên vê nexweşiyê jiyanên awarte, şer, êşkence, koçberî û psîkotrawma ne. Ango evana vê nexweşiyê ditetikînin.

Heger mirov sedemê vê rewşê bizanibe, derîne hişarê û binase, nexweşî bi xwe winda dibe. Lê heger gihîştibe radeya neurozê êdî tedawî pêwîst e. Bi dermanan nexweşî sax dibe.