Bilêvkirin

biguhêre
 
Loxek

lox mê yan nêr

  1. Kevirekî giran ê ku mîna merdaneyê teraş bûye û ji bo loxkirina xaniyên ax tê bikaranîn; da ku xanî bi ax û kayê ve bête dewiskirin û zivistanê dilop neke.
    Hevmane: bangurdan, bagurdan, bagerdan, bangeran, bangerok, bangerîn, bangerik, banger, bangur, bandang, bankutk, gundor, gendor, gundorî, golok, hûskût, totik, parmotik
    • Piştî ku zilam digel jinan dizivirîn malê; karê zilaman yê duwemîn jî ew bû ku herin ser xanî û bi micerfan berfê baqij bikin. Piştî ber paqijkirinê îcar dor dihat ser loxê. Hewce bû ku bi qeys ser xanî bihatana loxkirin da ku ava bin berfê li ser xanî necive û dilopên avê nehên hundurê malê. Ji ber ku xaniyên gund hemû ji axê hatibûn çêkirin; dema berf ango baran bibariyan karê zilaman ew bûn ku ser xanî lox bikin. — (Kovara ÇiraBîranîna sibehekê, Siddik Bozarslan, hj. 17havîn 1999, r. 36)
    • Xaniyên ku hîn banê wan ax e, divê piştî her barîna berfê bên paqijkirin. Ji bo xanî dilop jî nekin divê bi loxê bên loxkirin. — (DÊRSIM – Berfê jiyan li mirov û ajelan du qat girantir kiriye [arşîv], Rudaw7.12.2016)

Etîmolojî

biguhêre

Bi riya tirkî loğ yan yekser ji ermenî լող (loġ, bangurdan, avjenî).

Bilêvkirin

biguhêre

lox (nejimarbar)

  1. oksijena avekî[1]

Çavkanî

biguhêre
  1. Ferhenga Kurdî-Îngîlîzî ya Salah Sadallah