Zimanê ermenî (ermenî Հայերեն լեզու, Hajeren lesu) şaxeke hind û ewropî yê ku yekser zimanê ermenî tenê pêk tîneye.

Ermenî
Hayeren lesu (Հայերէն)
Welatên lê tê axaftin  Ermenistan
 Nagorno Qerebax
 Rûsya
 Tirkiye
 Fransa
 DYA
Axiverên zimanê zikmakî 6,7 mîlyon
Malbata zimanî Zimanên hind û ewropî
  • Ermenî
Awayên kevn
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye  Ermenistan
Şablon:Daneyên welat Komara Artsax
Cihê lê zimanê kêmnetewe  Kîpros
 Polonya
 Romanya
Sazkerên zimên Akademiya Netewî ya Zanistê ya Ermenistanê
Kodên zimanî
ISO 639-1 hy
ISO 639-2 arm (B)  hye (T)
ISO 639-3 variously:
hye – Ermeniya modern
xcl – Ermeniya kevnar
axm – Ermeniya navîn

Diyasporaya ermeniyan

Nirxandinê zimanê ermenî

biguhêre
  1. Zimanê ermeniya kevin ( Grabar jî tê navkirin), zimanê ermenî ya ku sedsala 5'an virve xwediyê belgeyên niviskî ye. Ew di lîteratûrê de û di dêrê ermeniyan de heta sedsala 19'an hate bikaranîn. .
  2. Zimanê ermeniya rojhilat (Արևելյան հայերեն, Areweljan Hajeren), zimanê ermenî ya ku niha zimanê fermiyê Ermenistan û Komara Qerebaxa Çiyayî ye, ji hêlê hindikeyên ermeniyên li Îran, Gurcistan, Rûsyayê têye bikaranîn.
  3. Zimanê ermeniya rojava (Արևմտեան հայերէն, Arewmtjan Hajeren), zimanê ermenî ya ku li Anatolyayê dihat bikaranîn û bi Komkujiya Ermeniyan ve li diyasporaya ermeniyan, li Libnan û DYA'yê têye axaftin.

Gorî hejmerên di sala 1999'an li dinê 6,7 milyon kes bi zimanê ermenî diaxiveye û li wan 3 milyon li Ermenistanê ne.

Zimanê ermenî ji hêlê peyvan ve zimanê yewnanî ve li hev tên û ji hêlê rêzimaniyê jî bi yewnanî ve li hev tên. Dîsa ji zimanên îranî weke partî, farisiya navîn û farisî û ji fransî, latînî û rûsî jî pir peyv standine.

Alfabeya ermenî

biguhêre

Zimanê ermenî bi alfabeya ermenî tê nivîsîn. Alfabeya ermenî di sedsala 5'an de ji hêla keşeyekî bi navê Mesrop Maştoz hatiye afirandiye. Ew ji 39 tîpan (orijînala xwe de 36) pêk tê.

Girêdanên derve

biguhêre