Kurdiya jêrîn
Kurdiya jêrîn yek ji zaravên zimanê kurdî ye.
Kurdiya jêrîn | ||
---|---|---|
Kurdî xwarig, kurdî | ||
Welatên lê tê axaftin | Îran Îraq | |
Herêm | Kurdistan | |
Axiverên zimanê zikmakî | 4 milyon heya 6 milyon be Kelhurî, Lekî û Hewramî diaxiwin | |
Malbata zimanî | Zimanên hind û ewropî | |
Awayên kevn | ||
Kodên zimanî | ||
ISO 639-3 | sdh | |
Nexşeya Zaraveyên Kurdiya jêrîn |
Derbarê kurdiya jêrîn
biguhêreKurdiya jêrîn/başûrî yek ji tayên zimanê kurdî ye ku pitir nêzî kurdiya navîn an soranî ye. Ji ber ku kurdiya jêrîn ketiye navbera farisî, lurî, soranî û hewramî taybetmendiyên xwe hene. Herwiha li gor ol û ayîn jî pitir kurdên yarsan û şî'e bi devokên jêrîn diaxvin. Îro pitir ji çar milyon kes bi kurdiya jêrîn diaxivin.
Devokên kurdiya jêrîn
biguhêre- Kirmaşanî: devoka sereke ya kurdiya jêrîn ku pitir li nav bajar û parêzgeha Kirmaşanê tê bikaranîn.
- Kelhurî: pitir li bajarên Gîlan û Şabadê û Eywan tê bikaranîn.
- Mayani: pitir li bajarên Kengawer û Sehna û Bêston û Esedabad tê bikaranîn.
- Lekî: pitir li bajarên Leknişîna Kirmaşan û Luristanê mîna Hersîn û Elişter tê bikaranîn.
- Feylî: pitir li Bexda, derdora Xaneqîn û Bedre tê bikaranîn.
- Şêxbizinî: kurdên ku çen sed sal berî niha ji derdorên Kirmaşan û Silêmanî hatine veguhastin bo Anatolî û Tirkî û pitir li Heymane dijîn.[çavkanî hewce ye]
Belavbûyîna kurdiya jêrîn
biguhêreKurdiya jêrîn bêhtir li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê tê axaftin. Li rojhilata Kurdistanê heremên Lekistan li parêzgeha Luristan û Bîcar li parêzgeha Sine jî jêrînaxiv in. Herweha ji Xaneqîn berev jêr de hevsînor digel parêzgehên Kirmaşan û Îlamê kurdiya jêrîn tê bikaranîn. Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkyeyê jî li çend deveran devoka şêxbizinî tê axafitin.
Kurdiya kirmaşanî ligel zaravayên kurdî yên din
biguhêreKirmaşanî | Soranî | Kurmancî | Zazakî | Hewramî |
---|---|---|---|---|
Min | Min | Ez, Min | Ez | Amin, Min |
Tu | To | Tu, te | Ti, To | To, Etû, Tû |
Min kem | Min dekem | Ez dikim | Ez kenu | Amin/Min mekerû |
Min çim | Min deçim | Ez diçim | Ez Şonu | Min milû |
Fere, fire | Zor | Pir, Gelek, Zaf | Zaf | Zor/fira |
Wit | Got/Wit | Got | Vat | Wat/vat |
Îrenge, Îse | Êsta | Niha, Vêsta, Nika | Nika | îse |
Hat- | Hat- | Hat- | ame- | ame- |
Deng | Bang, Deng | Deng | Veng | Deng |
Gewre, Qeü | Gewre | Gewre, Gir, Mezin | Pîl | Gore |
Wa | Ba | Ba | Va | Va/Wa |
Waran | Baran | Baran | Varan | Baran |
Xeraw, Gen | Xirap | Xirab/genî | Xirab | Xirab |