Nîkola Tesla

Guhartoya 02:41, 8 sibat 2013 ya ji aliyê TjBot (gotûbêj | beşdarî) (r2.7.2) (robot zêdekirin:tw:Nikola Tesla) ve

Nîkola Tesla (bi serbî Никола Тесла, Nikola Tesla, bi înglîzî Nikola Tesla; *10'ê tîrmehê 1856, † 7'ê rêbendanê 1943) dahêner, fîzîkzan, endazyarê karevayê û endazyarê mekanîkê yê navdar ê serbî-amerîkî. Ew wekî serbiyek li Împeratoriya Awistriyayê hatî bû dinê û paşê jî bûbû welatiyekê amerîkî. Ew zêdetir jibo kar û çalakî û dahînanên di warê kareva û asinreva û hevbendiya wan bihevra navdar e. Bi dahînanên xwe ve wî bingehê dozena hêza karevayê ya sirêma berguhêr (bi îngilìzî Alternating Current) û dozena dabeşkirina hêzê ya çendbarî anko polîfaz û motora SB anko motora AC dana û bi vî awayî Şoreşa Pîşesazî ya Duyê dest pê kir.

Nîkola Tesla li derdora 1890'î

Wî li ser wegera elektrîkê ji asta mekanîk bere bi herikînê gelek lêkolîn kirine û îro ev di fîzîkê de bi navê Tesla tê binakirin.

Jînenîgar

Li goreyê çîvanokekê, Nîkola li nîvşeveka bi ewir û birûsî di malbateka serbî da li gundê Smiliyan li devera Lika li Împeratoriya Awistriyayê, cihekê ko niha dikevit nav welatê Kroatiya, hat dinyayê. Babê wî, Mîlotîn Tesla keşeyekê Dêra Ortodoksa Serbistanê bû. Li sala 1881'ê ew çû Bûdapêstê da li şerîkeyeke telegrafê ya amerîkî kar bikit. Her wê salê (sala 1881'ê) li dema vekirina guhêrînga telefonê ya yekê li Bûdapêstê, ew bû endazyarê yekê yê wê guhêrîngê.

Dahênan

Kêm zêde 600 heb patentê Nikola Tesla heye. Dahênên wî ye navdar vanin: Bobînê Tesla, Motora AC, Radyo, Dînamo. Îda dikin ku piştî mirinê Nikola Tesla dewletê DYA û FBI hemû dosyayen û pirtûkên wî dest xistinê.

 
Tesla li ser rûyên diravan

Girêdanên derve

Şablon:Link FA Şablon:Link FA