Xezal Ẍezal (ji erebî: ghazal) an jî Ahû (ji farisîya-kevn), Cureyekî heywanên guhanî û qiloçî (bi qiloç) ye, pirtirîn li çol û beriyan dijîn. Pir bi lez direvin. Bi bedewî û xweşikiya çavên xwe yên mezin bi navûdeng in. Navçeya Ruhayê Serê Kanî (bi Tirkî Ceylanpinar) ji kevn ve bi xezalên xwe bi navûdeng e. “Çavên wê wek yên xezalan in, çavxezal e.”