Nîkola Tesla
Nîkola Têsla (bi Sirbî Никола Тесла, bi Inglîzî Nikola Tesla; *10'ê tîrmehê 1856, † 7'ê berfanbarê 1943) dahêner, fîzîkzan, endazyarê Karevayê û endazyarê mekanîkê yê navdar ê Sêrbî-Emrîkî. Ew wekî Sêrbîyek li Împeratoriya Awûsturyayê hatî bû dinê û paşê jî bûbûwelatîyekê Emrîkî. Ew zêdetir jibo kar û çalakî û dahînanên di warê kareva û asinreva û hevbendiya wan bihevra navdar e. Bi dahînanên xwe ve wî bingehê dozena hêza karevayê ya Sirêma Berguhêr anko (Alternating Current) û dozena dabeşkirina hêzê ya çendbarî anko polîfaz û motora SB anko motora AC dana û bi vî awayî Şoreşa Pîşesazî ya Duyê destpêkir.
Wî li ser wegera elektrîkê ji asta mekanîk bere bi herikînê gelek lêkolîn kirine û îro ev di fîzîkê de bi navê Tesla tê binakirin.
Jînenîgar
Li goreyê çîvanokekê, Nîkola li nîvşeveka bi ewir û birûsî di malbateka Sêrbî da li gundê Smîliyan li devera Lîka li Emperatoriya Austriyayê, cihekê ko niha dikevit nav welatê Krowatiya, hat dinyayê. Babê wî, Mîlotîn Têsla keşeyekê Dêra Ortodoksa Sêrbistanê bû. Li sala 1881ê ew çû Bûdapêstê da li şerîkeyeka telegrafê ya Emrîkî kar bikit. Her wê salê (sala 1881ê) li dema vekirina guhêrînga telefonê (telephone exchange) ya yekê li Bûdapêstê, ew bû endazyarê yekê yê wê guhêrîngê.
Tesla li ser rûyên diravan
Wêne:Serbian 500din Tesla 1978-a king.jpg | Wêne:Serbia 1000din Tesla 1992-a king.jpg | Wêne:Serbia 10mlrd Tesla 1993-a king.jpg | Wêne:Serbia 5din Tesla 1994-a king.jpg | |